Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Hedîsa hêzeke nû ji bo şerê li dijî DAIŞ pêk tînin

Xalid Ta'î

Şervanên êlî ji yekîneya Simûd a serbazî, ku beşek ji heşda êlî ya Hedîsa ye, ji rahênaneke dijwar a du mehî derçûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Hedîsa hatiye wergirtin]

Şervanên êlî ji yekîneya Simûd a serbazî, ku beşek ji heşda êlî ya Hedîsa ye, ji rahênaneke dijwar a du mehî derçûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Hedîsa hatiye wergirtin]

Hêzeke êlî ya nû li Hedîsa kar dike ji bo berevaniyê li bajarê li parêzgeha Enbarê bike ji derbasbûna bi dizî û êrîşkirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" û ji bo rizgarkirina beşên rojavayî ji parêzgehê yên ku hîn di destê girûpê de ne.

Yekîneya serbazî ya Simûd (berxwedan), ku bi fermî 25ê Kanûna Yekem destpê kir, ji 120 şervanên êlî pêk tê û girêdayî hêzên êlî yên Hedîsa ye, fermandarê yekîneyê Rayid Behcet Mihemed Ehmed Cuxeyfî got.

Endamên hêza nû, ku ji şervanên êlî yên taybet ên ku hatine rahênankirin ku di hemû şertûmercan de şer bikin pêk tê, vê dawiyê rahênaneke serbazî ya dijwar a du mehî temam kirin, wî ji Diyaruna re got.

"Şervanên me rahênaneke cesteyî ya zehmet werdigrin û li ser bikaranîna çekên sivik, avêjerên rokêtan [û] reşaşeyên maşîn tên rahênankirin," wî got.

Ew herwiha di rahênanên armancgirtin û nîşankirinê de cih digrin û li ser çawaniya çêkirina kemînan û êrîşkirina ser avahiyan tên rahênankirin, Cuxeyfî got.

"Ew amade ne ku berevaniyê li bajarê Hedîsa bikin û wî asê bikin li dijî êrîşên terorîst û beşdarî operasyonên rizgarkirina herêmên Anah, Rawa, Qayim, ku asêgehên dawî ya DAIŞ li parêzgehê ne, bibin," wî got jî.

"Baştirîn piştgirî ji hêzên ewlekarî re"

Hêzên êlî piştrast kirin ku baştirîn piştgirî ji hêzên ewlekarî re ne, Cuxeyfî got, anî ziman jî ku di herdu salên borî de, van hêzan hemû hewlên DAIŞ ji bo dagîrkirina Hedîsa pûç kirin.

Bajar di bin dorpêça DAIŞ de bû bêtirî du salan û bi berdewamî rê li hewlên DAIŞ ji bo vegerandina wî girtin, tevî ku piraniya bajarên derdorê di destê girûpê de bûn, wî got.

"Şervanên êlî, ligel birayên xwe di hêzên ewlekarî de, rêgirtina li êrîşên dijmin û şikandina wan didomînin," Cuxeyfî got.

"Her demeke ku dijmin êrîşî asêkirinên ku ji aliyê hêzên me ve derdora bajar hatine pêkanîn dike, bi sûrwergirtin ji faktorê surprîzê û rewşa seqayê werdigrin, ew rastî bersivdayîneke tund tê ji aliyê me ve û şikestî direve, dûvê şikestinê li pey xwe dikşîne," wî got.

Şervanên Simûd di nav 1,200 şervanên êlî de ne ku hatine bitevgerkirin ji bo parastina Hedîsa, efserê istixbarata hêzên êlî yên Hedîsa muqedem Nazim Cuxeyfî got.

"Hêza nû baş hatine rahênankirin ji aliyê efserên xwedî ezmûn ji Fermandariya Operasyonên Hêzên Cezîra ji bo bicihkirina erkên diyarkirî û taybet di şerê li dijî endamên DAIŞ û rizgarkirina bajarên dagîrkirî de," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarî çekên pêşketî û sîstemên li dijî tankan dane şervanên Simûd ji bo xurtkirina karînên wan ên şerkirinê û wan bi operasyonên bikalîte erkdar bikin," wî got.

DAIŞ rastî zererên mezin hat

Hêzên ewlekarî û şervanên êlî Hedîsa ji hemû aliyan ve diparêzin, di çerxeke 80 kîlometir de, Nazim Cuxeyfî got, anî ziman ku "terorîst nikarin bajar têxin jêr metirsiyê ji ber ku êrîşên wan tên pûçkirin heta berî ku destpê bikin".

"Hefteya borî, grûpê hewl da ku êrîşî Hedîsa bike bi bêtirî operasyoneke giştî, lê hemû hatin pûçkirin li ser destê zilamên me yên mêrxas bi alîkariya hêza asmanî ya artêşê û hevpeymaniya navdewletî," wî got.

"Zererên dijmin di van şeran de gelekî mezin bûn," wî got, anî ziman ku bêtirî 50 otombîlên ku reşaş li ser in, otombîl û bildozerên bomerêjkirî hatin wêrankirin.

DAIŞ herwiha 250 ji çekdarên xwe di van operasyonan de ji dest da, wî got.

"Hedîsa neket destê terorîzmê de û dê berdewam be li ser berxwedana li dijî DAIŞ," wî got. "Em weke endamên êlî îro bi temamî ji rizgarkirina dawî deverên di bin destê DAIŞ de mayî li Enbarê re amade ne."

Şervanên êlî yên xwedî ezmûn

Simûd şervanên ji êla Cuxeyf, Elbû Nimir û hinekên din lixwe digre, li gorî Xalid Selman, serokê encumena xwecihî ya Hedîsa.

Berî ku tevlî hêza nû bibin, "ev şervan weke şervanên xwebexş di çendîn şeran de li dijî endamên DAIŞ beşdar bûn ku di wan de ezmûn û karîna xurt li ser şer wergirtin", wî ji Diyaruna re got.

Ezmûna wan li ser şer zêde bûye piştî ku "rahênanên rêxistî û pêşketî" wergirtin, wî got u anî ziman jî ku ew niha "bi temamî amade ne ku operasyonên herî metirsîdar li dijî dijmin pêk bînin".

"Rewşa ewlekarî li Hedîsa gelekî baş e bi saya dorpêça asê ji aliyê hêzên ewlekarî û şervanan li derdora bajar," Selman got.

"Êrîşên ji aliyê DAIŞ ve, bi taybetî ji deverên Berwana, Xesfa û Heqlaniya hemû rastî şikestineke mezin tên," wî got, anî ziman jî ku hêzên Iraqî zererên herî giran gihandin grûpê, û dest danîn ser çek û otombîlên wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500