Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Asewarên Nemrûd li mala lîderekî DAIŞ hatin dîtin

Xalid Tayî

Du serbazên Iraqî di nav şûnwarên dîrokî yên Nemrûd dimeşin piştî girtina wî cihî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 13ê Mijdarê de. [Sefîn Hemîd/AFP]

Du serbazên Iraqî di nav şûnwarên dîrokî yên Nemrûd dimeşin piştî girtina wî cihî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 13ê Mijdarê de. [Sefîn Hemîd/AFP]

Hêzên istixbaratê yên Iraqî asewarên ku ji bajarê Nemrûd ên dêrîn hatibûn dizîn ji maleke devjêberdayî ya lîderekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê rojhilatê Mûsilê vegerandin.

Ew asewar hatin dîtin piştî ku hêzên ewlekarî li gorî agahiyên ji xelkê xwecihî tevgeriyan, li gorî berpirsê ragihandina istixbaratê Elî Dehlekî.

"Me agahiyên hûrbîn ji xelkê xwecihî wergirtin ku behsa hebûna asewaran li malekê nêzîkî bajarê Nemrûd ê şûnwarî dikirin," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzeke istixbarata serbazî ji Liwaya 16ê ya Artêşa Iraqî yekser çû daku wî cihî pişkinîn bike," wî got, anî ziman ku ew mal a lîderekî DAIŞ bû ku reviyabû piştî ku artêşê Nemrûd bi temamî kontrol kir.

Hêzên Iraqî ev asewar, ku ji Nemrûd hatibûn dizîn, li maleke devjêberdayî ya lîderekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di Kanûna Duyemê de dîtin. [Wêne ji Ajansa Istixbaratê ya Iraqî]

Hêzên Iraqî ev asewar, ku ji Nemrûd hatibûn dizîn, li maleke devjêberdayî ya lîderekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di Kanûna Duyemê de dîtin. [Wêne ji Ajansa Istixbaratê ya Iraqî]

"Hêzê avête ser malê û 12 parçe dîtin: sê firaxên fexar û neh parçeyên din ku parçeyên kevir û textên şûnwarî bûn ku vedigerin sedsala 13ê berî dîrokê ku ji cihekî Nemrûd hatibûn dizîn piştî ku endamên DAIŞ ew teqandibû û bi bildozeran wêran kiribûn," Dehlekî got.

"Her dema ku me ev parçeyên giranbuha dîtin, me ew birin cihekî ewle û me ew gihandin Rêveberiya Şûnwaran li parêzgeha Nînewa," wî got.

Hêzên Iraqî ew cihê şûnwarî yê girîng di 13ê Mijdarê de rizgar kir, piştî bêtirî du salan ji dagîrkirina wî ji aliyê çekdarên DAIŞ ve.

Di Adara 2015an de, malperên girêdayî DAIŞ wêne û vîdyoyên çekdarên grûpê belav kirin ku peykerên mezin ên gayên bibask, neqşên dîwarî, text û tiştên şûnwarî li Nemrûd wêran dikirin bi rêya çakûç û alavên qulkirinê yên li ser elektirîkî.

Grûpê piştre hinek beşên bajar bi bildozeran wêran kirin û bermîlên bombekirî li beşên din teqandin.

Asewarên ku hatîn dizîn

Dîtina asewarên ku ji Nemrûd hatin dizîn di bin destê DAIŞ de delîleke xuya ye ku ew weke çavkaniyeke dahatê ji grûpê re girîng in, berpirsê cihê şûnwarî yê Nemrûd Saadî Elî got.

"DAIŞ dest danî ser tevahiya bajarê Nemrûd," wî ji Diyaruna re got. "Her tişt kavil kir."

"Ev cih tije peyker û parçeyên şûnwarî bû ku giraniya wan digiha bi sedên tonan," wî got jî. "Her tişt hat wêrankirin."

Berî û piştî ku DAIŞ cihên şûnwarî yên Nemrûd biteqîne û bi bildozeran wêran bike, endamên DAIŞ gelek asewarên biçûktir talan kirin, Elî got.

"Wan her tişta ku rahijtina wê sivik bû û tê firotin dizîn," wî got. "Derbarê parçeyên şûnwarî yên mezin, çarenivîsa wan ew bû ku werin teqandin û kavilkirin. Tişta ku bi serê mirata kultûrî ya mirovî hatî bizdêner û gelekî cihê xemgîniyê bû."

Elî got ku hewcedarî bi hewlên berçav ji aliyê civaka navdewletî heye ji bo nûçakkirina bajarê dêrîn, anî ziman ku ev erk dê "gelekî zehmet" be.

"Hinek parçeyên mezin hene ku dibe ku bi asanî werin çakkirin, lê mixabin hinek bi temamî hatin wêrankirin û çakkirina wan zehmet e," wî got.

Hîn bi temamî nexuya ye kîjan asewar hatine dizîn û kîjan hatine wêrankirin, wî got, banga "hevahengiyê ji herkesî kir ji bo vegerandina tişta me jidest dayî".

Nirxandina zererê

Niha dema ku DAIŞ ji Nemûrd hat derxistin , hewl ji bo nirxandina zererê berdewam in.

Di 14ê Kanûna Duyemê de, UNESCO şandeyek şande Nemrûd ji bo destpêkirina nirxandin û bilbelgekirina zererê, û tedbîran bistînin ji bo piştrastbûn ji nûavakirin û parastina wî cihî.

"UNESCO îradeya xwe ya tam ji bo karê ligel desthilatên Iraqî tekez dike ji bo piştrastbûn ji parastina tişta ku mayî û danîna bingeha nûçakkirina bilez a wî cihî," rêvebera giştî Irina Bokova got.

"Ev yek ji xelkê Iraqê re girîng e," wê got. "Ev kilîteke ewlehî û aramiya herêmê ye. Ev ji dîroka mirovahiyê re girîng e."

"Ajansên ewlekarî li gorî agahiyên ji welatiyan cihê asewarên ku ji Nemrûd hatîn dizîn nas kirin," endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekka ji Diyaruna re got.

"Ev yek girîngîdana wan bi parçeyên şûnwarî û baweriya [wan] a bilind bi hêzên berpirsiyar ji parastina wan nîşan dide," wî got.

Bi hevahengiya bêtir ji xelkê xwecihî û di demekê de ku ewlehî baştir dibe, dibe ku hêzên Iraqî asewarên bêtir di kunên DAIŞ de bibînin, Wekka got.

"[DAIŞ] bazirganî bi asewarên Iraqî dikir û gelek pere ji operasyonên qaçaxî û firotina wan kom dikirin," wî got, anî ziman dibe ku veşargehên bêtir werin dîtin di demekê de ku çekdarên grûpê "dema wan nebes e ku ji wan xilas bibin".

Encumenê ji hikûmeta Iraqê xwest ku daxwaza alîkariya navdewletî bike ji bo vegerandina monûmentên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine dizîn dema ku Nemrûd kontrol dikir.

"Em dixwazin cîhan bi awayekî rasterast di parastina mîrata kultûrî û nûavakirina tişta ku terorîstan wêran kirî de beşdar be," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Demeke dirêj e ku Iraq di nav metirsiyê de dijî ji dema zilmkar Sadam. Tiştê ku niha diqewime ew e ku endamên navçeya kesk ya DAIŞ xwe berpirsê Iraqê dibînin. Wê gavê endamên DAIŞ ên Mûsil û Enbar dê werin. Xwedan tenê dizane ka piştre dê kî were.

BERSIV BIDE