Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Iraqî xelkê Nînewa fêrî erkê parastinê dike

AlaHusên li Bexdayê

Serbazên Iraqî rahênanê werdigrin. Hêzên Iraqî jî şervanên xwecihî rahênan dikin daku ew alîkariya wan di misogerkirina ewlehiya deverên rizgarbûyî de bikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Serbazên Iraqî rahênanê werdigrin. Hêzên Iraqî jî şervanên xwecihî rahênan dikin daku ew alîkariya wan di misogerkirina ewlehiya deverên rizgarbûyî de bikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Fermandariya Operasyonên Nînewa dest bi rahênana şervanên xwecihî yên devera Mûsil dikin daku ew ewlehiyê li beşên Mûsilê yên ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine rizgarkirin misoger bikin.

Hêzên Iraqî rûbereke berfireh li bakur û rojavayê Nînewa rizgar kirin, ku ew ji gund, bajarok, û biyabanên berfireh pêk tê, ligel rizgarkirina zêdetir ji 40 taxên bajarê Mûsilê.

Ew dever bi hewceyî hêzên xwecihî ne daku ew ewlehiyê biparêzin piştî rizgarkirina wan, berpirsan ji Diyaruna re got, dan zanîn jî ku hêzên heşda eşîretan li çendîn deverên rizgarbûyî yên parêzgehê hatine erkdarkirin.

Li kampa Gire Sor a awareyan li Mexmûrê, li başûrê rojavayê Mûsilê, bêtirî 300 şervanên xwecihî rahênanê dibînin daku ew tevlî rêzên hêzên heşda eşîretan bibin li jêr serperiştiya artêşa Iraqî.

Gire Sor yek ji sê kampan e, yek ji wan li bingeha serbazî ya Qeyara ye û ya din li Rebî'a ye, ku şervanên xwecihî li dor bicihkirina van erkan rahênan dikin, cîgirê fermandarê Operasyonên Nînewa Lîwa Kerîm Şuwêlî ji Diyaruna re got.

Rahênan du hefteyan dirêj dike, wî got, destpêkirin roja 1ê Kanûna Yekem bû.

"Bi tenê li kampa Gire Sor 308 kes rahênanê werdigrin, heman hejmar li herdu kampên din jî hene," Şuwêlî got.

Her karwaneke derçûyan bi karwaneke bi heman hejmarê tê cihgirtin, wî got, û piştre tevlî hêzên heşda eşîretan dibin daku deverên xwe ji dizekirinê biparêzin.

Armanc "pêkanîna hêzekê ye ku bikaribe zeviyên rizgarkirî yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn dagîrkirin li parêzgeha Nînewa bi hevahengî ligel polîsê xwecihî kontrol bike ", wî got. "Ev yek, ji aliyê xwe ve, dê rê li ber artêşa Iraqî veke ku erkê rizgarkirina beşê mayî yê Mûsilê bibe serî."

Ev hêz dikarin tevlî artêşa Iraqî bibin û destekê di pevçûnên li dijî DAIŞ li deverên diyarkirî bidin eger pêwîst kir, Şuwêlî got.

Kampên rahênanê di heyama 72 saetan de hatin hazirkirin, wî got, û beşdarvan hatin wergirtin û cihên rahênanê bi hevahengiya ligel fermandariya hevbeş a operasyonên taybet û hêzên heşdê hatin terxankirin.

Beşdarvanên ji tevahiya tayîfeyan

Yek ji beşdarên rahênanê, Ehmed Saedûn, ji Diyaruna re got ku kesên xwebexş ji hemû komên olî û etinîkî beşdar bûn, di nav de Sunnî, Şîe, Krîstiyan û Êzîdî , û "hezkirina wan ji Iraqê re û dijberiya wan ji DAIŞ re" ew kirine yek.

"Em erkê rizgarkirina bajar û gundên xwe dikin û aramî û selametiyê li vir diparêzin, lewra em amade ne ku canê xwe feda bikin," wî got.

Di dawiya korsa rahênanê de, şervan bi kincên leşkerî meşiyan, tifing hilgirtin û tevlî rahênanên avêjtin û nîşankirinê bûn.

Rahênan bênavbir û hemereng e, û ji teknîkên şerê kolanan û herwiha rahênana tektîkî û êrîşkirinê pêk tê, mulazim Ebdulla Heyawî, ku yek ji rahêneran e, ji Diyaruna re got.

"Hemû beşdarvan ji parêzgehê ne," wî got. "Wegirtina wan ji rahênanê re pir erênî bû, bi taybetî ku hinek ji wan beriya niha serbazên artêşa Îraqî bûn û xwedan ezmûneke baş in di hemû corên çekan û tektîkên şer de."

"Hewcedariya hêzên heşda eşîretan bi zêdetir ji rahênanê heye," Şêx Xalid Sebah Cibûrî, fermandarê fewcê 43ê yê heşda eşîretan li yekîneya Nimrûd got, da zanîn jî ku ew li rûbereke cografî ya berfireh belav bûne.

Daku em li şerê li dijî DAIŞ biser bikevin, pêwîstiya wan bi piştgiriyeke leşkerî ya zêdetir e, wî got, da zanîn jî ku dê hêzên eşîran qet cih û nuqtên xwe bi dest DAIŞ ve bernedin û nehêlin ku ew grûp vegere deverên wan piştî ku ew hat derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500