Nûçeyên Iraqê
Ol

Enbar dîsan minberên mizgeftan kontrol dike

Seyf Ehmed li Enbarê

Hêzên Iraqî devera li derdora Mizgefta Mezin li Remadî roja 8ê Kanûna Duyem ewle dikin, piştî nehiştina desthilatdariya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li bajêr. [Wêneya AFP/STR]

Hêzên Iraqî devera li derdora Mizgefta Mezin li Remadî roja 8ê Kanûna Duyem ewle dikin, piştî nehiştina desthilatdariya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li bajêr. [Wêneya AFP/STR]

Mamosteyên olê, îmam, meclîsên taxan û endamên hêzên ewlekariyê bihevre kar bo kontrolkirina minberên mizgeftan dikin daku rê nedin ku bangdarên tundrew wan ji bo gotara kîneweriyê û handana tundutûjiyê bikar bînin.

Vê dawiyê encumena parêzgeha Enbarê komîteyeke hevbeş ku ji endamên Weqfa Sunnî, meclîsên taxan û hêzên polîs pêk tê damezirand daku ew bangder û îmamê mizgeftan li seranserê parêzgehê destnîşan bike.

Endamên komîteyê ji şaredarên çend bajarokên Enbarê, serkêşê êlan û îmamekî pêk tên, endamê komîteya weqfên olî yên encumena parêzgehê Nasir Samî Cerîsê ji Diyaruna re got.

"Destpêka rasteqîn a avakirina civakan û misogerkirina aştiya ehlî li Enbarê dê çareserkirina pirsgirêka sereke be, ku ew jî ew têgehên olî û mîdayî ne yên ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew ji bo sorkirina fîtneyên tayifegerî û berberiyan bikar tanîn ," wî got.

Divê Enbar were asêkirin li hember derketineke din a tayifegerî û tundrewbûnê, wî got jî, di demekê de ku "hîn di şer re derbas dibe û hîn jê baş nebûye".

"Hinek îmam û bangder hebûn ku serperiştiya mizgeft û cihên nimêjê dikirin û cihên olî yên bêruxset ji bo pêşwaziyê li bajarên Enbarê vekiribûn, bi taybetî li Remadî, Felûca û deverên derdorê û gundan," wî got.

Li gorî planeke nû ku ji bo gotarên Înê hatiye amadekirin, wî got, minberên mizgeftan dê werin bikaranîn ji bo bangkirin li xelkê ku hevahengiyê ligel hêzên Iraqî bikin û wan derbarê pirsên girîng ku hewceyî bi hişyariya wan hebe agahdar bikin.

Rêkeftinên cemawerî dê bên pêkanîn ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û astengiyên ku dibe li Enbarê serî hildin, wî got jî.

Îdyolojiya wêranbûyî ya DAIŞ

"Şertûmercên ku bi serê bajarên Enbarê hatî di van sê salên dawî de, ji êrîşên terorê heta bi kuştin û wêrankirinê, encamên îdyolojî û fikrê DAIŞ in, ku li serê welat û xelkê bû bela," Şêx Ebdula Ayid Rawî ji rêveberiya Weqfa Sunî li Enbarê got.

Ji encama belavbûna vê îdyolojiya şaş, bi hezarên malbatan ji malên xwe aware bûn tevî ku tu sûcê wan tune bû, wî ji Diyaruna re got.

Pêwîstiya vê yekê bi hemû aliyan heye, di nav de îmam û bangderên mizgeftan, ku "helwesteke cidî û yekalîker" bistînin ji bo rûbirûbûn û rêgirtin li propagendeya wê, wî got.

"Gotara olî li mizgeftên Enbarê dê ji niha û pêve yekgirtî be," wî got, anî ziman ku her kesê ku behsa lihevnekirin û tundutûjiyê bike dê rê jê re neyê dayîn ku here ser minberan û dê hesab bide.

Komîteyên weqfeyê dê berpirsyarên hilbijartina gotarbêjên gotarên Înê li hemû mizgeftan bin, Rawî got.

DAIŞ gotarbêjiya tundrew bikar tanî ku promosyon ji tayifegeriyê re dikir û bihane ji kuştina sivîlên tometbar bi hevahengiyê ligel hêzên Iraqî re didît û endamên ewlekariyê weke "kafir" bi nav dikirin, Şêx Ehmed Şehab Elwanî, îmam û gotarbêjê mizgefta kevn a Remadî got.

Dema ku girûpê dest danî ser mizgeftan û cihên nimêjê, wê navên wan guhertin, kors ji bo fêrkirina zarokan danîn û hinek nimêj qedexe kirin "di reşkirineke xuya ji Îslamê re", Elwanî ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarî, komîteyên cemawerî û hikûmî dê çavdêriya van kesên ku li ser minberên mizgeftan disekinin, semînarên olî li dar dixin û heta yên ku pirtûkên Îslamî û şerîetê çap dikin bike ji bo rêgirtin li her beshkirineke tundutûjiyê û vegerandin û dîsan fêrkirina mejiyên ku bi îdyolojiya terorîstan pîs bibûn," wî got.

Mizgeft û mezargeh hatin wêrankirin

"Bi dehên mizgeftan ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ hatin wêrankirin," fermandarê çekdarên êlî li Remadî Şêx Hemîd Bedran Ziyabî got.

Ev yek "delîlekî xuya ye li ser tawanên wê li dijî cihên nimêjê û [nîşan dide] ku ew nizane wateya Îslam û olê çi ye", wî ji diyaruna re got. "Çawa mirovê biaqil dikare li ser minbera mizgeftekê bisekine û piştre, piştî reva ji bajarên Enbarê, wan bi bombeyên bidestçêkirî biteqîne?"

"DAIŞ xwedan îdyolojî û baweriyeke gelekî metirsîdar a teqandina mizgeft, cihên olî, û tirbên nebî û pêxemberên Xwedê ye," wî got jî.

Girûpê mizgefta Nebî Yûnis li Mûsilê, Îmam Xidir li Remadî û menareya mizgefta navçeya Anah li rojavayê Enbarê, ligel hinekên din, teqandin, wî got, "ku ev yek xurtirîn belge ye ku ew qet nizane Îslamî çi ye".

"Pirtûkên olî yên ku li ser xelkê Enbarê, di nav de Remadî, dihatin belavkirin, ji aliyê DAIŞ ve, pirtûkên bi konseptên şaş pîskirî ne," wî got.

Girûpê herwiha xelk neçar dikirin ku derbasî mizgeftan bibin, nimêj bikin û guhdariya gotarên ku ji aliyên hinek endaman ve dihatin dayîn bikin, ku ji deverên din anîbûn û gotarbêj û îmamên xwecihî guhertibûn, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dijmin têk çûye û Iraq dimîne! Em niha li benda zingilên serketina dawî ne. Gava ku bikin ring ring, emê dê mirina livînî a DAÎŞ û xewna xîlafetê ya ku di serê wan yê xerab de ye dê bibe dîrok û bi dawî bê.

BERSIV BIDE