Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkeftinên Iraqî belgeyên rahênan û îradeyê ne

Xalid Ta'î

Rahênerek ji hevpeymaniya navdewletî serbazên Iraqî fêr dike çawa avêjereke rokêtan bikar bînin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Rahênerek ji hevpeymaniya navdewletî serbazên Iraqî fêr dike çawa avêjereke rokêtan bikar bînin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Tenê bi guleyekê, serbazê Iraqî Ebas Fadil pêşketina xwekujekî sekinand ku wî berê xwe dabû bingeha ku li wir hatiye bicihkirin li derdora bajarê Mûsilê.

Ev bûyer, ligel hinek serkeftinên wisa di şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de rahênan, hazirbûn û îradeya hêzên Iraqî nîşan didin , berpirsan ji Diyaruna re got.

Ji dema ku DAIŞ Mûsil û beşne din li bakurê Iraqê di Hezîrana 2014an de dagîr kir, hêzên Iraqî şerekî tund dikin ji bo vegerandina van deveran, wan got, rahênan û alavên pêşketî ji hêzên hevpeymaniyê werdigrin.

"Ez baş li ser çawaniya bikaranîna avêjerên li dijî otombîlên zirxî û nîşangirtina armancan bi dîqet hatim rahênankirin," Fadil got, yê ku rahênan ji rahênerên hevpeymaniyê li bingeha Basmaya, li başûrê Bexdayê, wergirt.

"Ez fêr bûm çawa hemû cureyên çekên avêjer ku li ser mil tên hilgirtin bikar bînim û çawa ez nîşana armancên cihgir û bitevger bigrim," wî ji Diyaruna re got.

Rahênana li ser şer a ku wî û serbazên din wergirtin alîkariya wan kir ku "şikestinekê li pey yeke din" bigihînin DAIŞ û rêzên wê qels bikin, wî got.

Çekdarên DAIŞ "nikarin rûbirûyî me bibin ji ber ku dizanin karînên me çawa ne, ji ber vê yekê hewl didin ku bi otombîlên bombekirî êrîşî me bikin", wî got. "Lê em ji wan hişyar in."

Rahênan û biçekirina serbazan

Endamên hevpeymaniyê roleke girîng di rahênan û biçekirina hêzên Iraqî de dilîzin, fermandarê operasyonên Nînewa lîwa rukin Necmedîn Kerîm Cibûrî, got.

"Wan tiştê bisûd ji ezmûnên xwe dane me," wî ji Diyaruna re got. "Wan serbazên me li ser pêkanîna mîsyonên taybet ên şer rahênan kirin, û rola wan di derçûna hejmareke mezin ji rahêneran li kampên Besmaya û Tacî hebû."

Di dema rahênanê de, serbazên Iraqî fêr bûn çawa çekên giran û navînce bikar bînin, wî got. Ew herwiha fêrî teknîkên şer ên di rewşên tevlîhev de bûn û herwiha hîn bûn çawa berevaniyên dijmin bişkînin, çavdêriya tevgerên wî bikin, mameleyê pêre bikin û bi dîqet bizanin çavkaniya agirê dijmin ji ku derê ye.

Rahênanê herwiha "korsên li ser pûçkirina mayînan, dermankirina seretayî û danîna piran ji bo asankirina veguhestin û tevgera otombîlên serbazî" li xwe girt, wî got, ligel rênimayên li ser parastina sivîlan li deverên şer û azadkirina dîlgirtiyan û xelkê dorpêçkirî.

Rênimayên li ser çawaniya mameleya ligel sivîlan bi awayekî profesyonel, li gorî prensîpên mafên mirov, beşekî sereke ji rahênanê bû, Cibûrî got.

"Derbarê biçekirinê, hêzên hevpeymaniyê çek, alav, otombîlên zirxî, otombîlên serbazî, alavên pişkinîna teqemeniyan û sîstemên çavdêrîkirinê yên modern dane me," wî got jî.

Hewlên hevpyemaniyê "dibistaneke şer a xurt ava kir, bi nûnertiya hêzên Ajansa Dije-Terorê ku îro ew cihê şanaziya hemû Iraqiyan in", Haşim Haşimî, pisporê derbarê girûpên tundrew, got.

"Ev hêz, ku ji 15 girûpan pêk tê, ligel hêzên bersivdayîna bilez û polîsên taybet, rahênaneke bi kiwalîteyeke bilind û çekên pêşketî wergirtin û karîn serkeftinên bilez û pak bi dest bixin," wî ji Diyaruna re got.

Wan herwiha baweriya xelkê li deverên rizgarbûyî bi dest xist ji ber qurbanîdayîn, qehremanî û reftarê xwe ya mirovî, Haşimî got.

Piştgiriya operasyona Mûsilê

Hêzên navdewletî piştgiriya asmanî di operasyona Mûsilê de pêşkêş dikin, Cibûrî got, kombûnên çekdarên DAIŞ dikin armanc û bersiva êrîşên wan didin.

"Ev piştgirî li ser erdê tê nîşandan bi rêya serkeftinên mezin ên hêzên me," wî got, anî ziman jî ku hêzên Ajansa Dije-Terorê li rojhilatê Mûsilê karîn ku girûpê ji çend deverên ku gelek xelk li wan heye derbixin.

Şerê vegerandina Mûsilê "zehmet e, lê hêzên me dikarin serkeftinê bi dest bixin", cîgirê fermandarê Ajansa Dije-Terorê û fermandarê operasyonên Felûca lîwa Ebdulwehab Saedî, ku lîderiya şerê rizgarkirina Felûca dikir, got.

"Serbzên me baş hatine rahênankrin ji aliyê pisporên hevpeymaniya navdewletî ve û ezmûneke berçav wergirtine di dirêjahiy şerên ku li bajarên Felûca, Remadî, Tikrît, Beycî û Şerqat kirin," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên me hatin rahênankirin ku di xirabtirîn şertûmercan de şer bikin û bi mêrxasî rûbirûyî dijmin bibin," wî got jî.

"Em niha ji taxekê heta taxeke din pêş dikevin, û li her taxeke ku em vedigerînin, xelk derdikevin daku bi hembêzan me pêşwazî bikin û pesnê reftarê mirovî ya hêzên me û profesyoneliya wan a bilind bidin," wî got.

Xelkê deverên rizgarkirî li başûrê Mûsilê "ji me re dibêjin ku ew niha hest dikin ku ew ewle ne û dikarin bi azadî bijîn," efserê medyayî yê fermandariya Polîsê Federal Neqîb Mihemed Saedî, got.

"Di dema şerên rizgarkirinê de, em bi peydakirina korîdorên ewle ji xelkê re pêbend bûn," wî ji Diyaruna re got.

Tekezî li ser yekîtiya Iraqê

"Li her devereke ku em wê rizgar dikin, em xwarin û vexwarinê ji xelkê re peyda dikin, û niha hêzên me xwarina xwe bi xelkê re parve dikin û alîkariya wan dikin," Saedî got. "Tu kes pirsa tayîfe, ol an esilê yên din jê nake."

Herwiha, wî got jî, hêzên Iraqî ji çendîn girûpên olî û etnîk pêk tên.

"Şîe, Sune, Kurd û Êzîdî hene," wî got. "Ew weke birayan in, û mameleyê ligel xelkê deverên rizgarkirî dikin bêyî berçavgirtina eslê wan."

"Em hemû Iraqî ne û li yek welatî dijîn û em hemû berevaniyê lê dikin," wî got jî. "Dijminê me DAIŞ e, û îro em ji bo derxistina wê ji welatê xwe yekrêz in."

Weke beşekê li ser tekeziya wan li ser yekîtiya niştîmanî , Saedî got, Polîsê Federal "kenîseyan nû dikin û paqij dikin, di nav de kenîseya kolana Barbara li navçeya Hemdaniyê" bi rênimayên fermandarê Polîsê Federal Ferîq Raid Şakir Cewdet.

"Tîmên me yên endazyarî di çakirina rêyên li başûrê Mûsilê de beşdar bûn ji bo asankirina tevger û veguhestina xelkê, tevî ku ev ne karê me ye," wî got, weke beşekê ji hewlên alîkariyê bi her awayê ku ew dikarin.

Xelkê deverên rizgarbûyî jî alîkariya hêzên ewlekarî dikin, wî got, agahiyên istixbaratî derbarê terorîzm û xelkê ku hevahengiyê bi DAIŞ re dikin an piştgiriya wê dikin pêşkêş dikin, di nav de kesûkarên wan jî hene, di hinek haletan de.

"Herwiha rola wan hebû di nîşandana sê gorên bikom ên qurbaniyên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin îdamkirin li devera Hemam Elîl piştî demeke kurt ji kontrolkirina herêmê ji aliyê hêzên me ve," wî got, da zanîn jî ku ew gor hatine derxistin û bibelgekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Yek ji welatên misilmanan wê aştî û aramiyana bîne eger evên van xelkên kirine sîxurên xwe ji bo têkdayîna ewlehiyê, negihêjin armancên xwe. Ji ber ku daweya van kesan di slogana hikûmetê de [netêgihiştiye.] Ez,tevî wiha, piştrast im ku Amerîka Wehabîsmê weke alavekê bikarbîne,daku ew ewlehiya welatên misilmanan nehêle, da ku [Amerîka] hebûna xwe li wir bi awayekê yan bi yeke din hebûna xwe misoger bike. Afxenistan mînaka vê yekê ye. Di destpêkê de, tenê hejmarek sînordar ji endamên Talîban hebûn. Hejmara wan kêm nebû, bêyî temaşkirina hejmara hêzên Amerîkî li Afxanistanê. Tevî hejmara wan ya biçûk, hiştine ku welat pir ewle û û asayî nebe. Hêzên Amerîkî dikarin wan têk bibin; Lê belê, divê ku [Talîban] bi yek carî wêran bibe, wê çaxê êdî tu sedema hiştinina [Hêzên Amerîkî] li welatên misilmanan nemîne.

BERSIV BIDE