Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Bi sedên xwendekaran li deverên rizgarbûyî yên Nînewa vedigerin dibistanê

Ala Husên li Bexda

Dibistana seretayî ya kuran li Geyara îsal deriyên xwe vekirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Wezareta Perwerdahiya Iraqî hatiye wergirtin]

Dibistana seretayî ya kuran li Geyara îsal deriyên xwe vekirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Wezareta Perwerdahiya Iraqî hatiye wergirtin]

Di demekê de ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji gelek deverên li û derdora Mûsilê hat derxistin, bi sedên xwendekaran diherikin dibistanên li parêzgeha Nînewa.

Dê û bavan zarokên xwe nedişandin dibistanê di herdu salên borî de piştî ku DAIŞ ew kiribûn cihên xwedîkirina bîrokeyên tundrew û terorîst .

Her dema ku hêzên Iraqî bajar û bajarokên derdora Mûsilê vegerandin, Wezareta Perwerdahiya Iraqî yekser bi sedên dibistanan vekirin û mobîlya, pirtûk û pêwîstiyên xwendinê ji wan re peyda kirin.

Xwendekar û stafa dersdayînê herdu bi hejmarên mezin vegeriyan, berpirsan got, anîn ziman jî ku tu kêmasî di hejmara mamosteyan de li deverên ku nû hatî rizgarkirin tune ye.

"Wezaretê heta niha 146 dibistan li deverên Geyara li başûrê rojhilatê Mûsilê û Hetra li başûrê bajêr vekirine," berdevkê wezaretê Îbrahîm Subtî ji Diyaruna re got.

Wezaret herwiha kar li ser nûvekirina 63 dibistanên seretayî û 12ên amadeyî li Nemrûd, Selam, Yenba û Seyid Mihemed dike, ku tê texmînkirin ku ew nêzîkî 8,200 xwendekarên kur û keç ji hemû polan werbigrin, wî got.

Dibistanên temamker jî li kampên awareyan ên Xazir û Zeylekan ji bo xwendekarên seretayî û navendî hatine vekirin, ku heta niha wan170 xwendekar wergirtine, wî got.

Li Mexmûrê, li başûrê Mûsilê, "wezaretê yek ji dibistanên xwe yên herî mezin vekiriye, ku 640 xwendekarên kur û 410ên keç vedihewîne, lê polên wê yên dibistana amadeyî 120 xwendekaran ji herdu regezan", Subtî got.

Rêveberiya giştî ya perwerdahiya Nînewa jî karekî cidî dike ji bo amadekirina dibistanên li Gogcelî û Semah û bihêlin xwendekar xwendina xwe temam bikin di dema herî nêzîk de, wî got.

Çareyên ji deverên nerizgarkirî re

Derbarê deverê ku hîn nehatine rizgarkirin, mîkanîzmên nû tên danîn ji bo asankirina berdewamkirina dersan piştî rizgarkirinê, Parlementera Iraqî Sacîda Efendî, ku di komîteya perwerdahiyê de kar dike, got.

"Wezaret dê ezmûnên rasterast organîze bike û korsên li ser hev bide ji bo qerebûkirina dema windabûyî û daku nehêle ku xwendekar li wan deveran ji sala xwendinê ya niha bêpar bimînin," wê ji Diyaruna re got.

Bi dehên dibistanên ku zerer gihaye wan ji encama bikaranîna wan weke cihên serbazî ji aliyê DAIŞ ve dê werin nûkirin weke beşekê ji bernameya dîsan avakirina deverên ji DAIŞ rizgarkirî, wê got, ku ji aliyê sindoqeke taybet ku piştgiriyeke navdeweletî li pey heye tê fînansekirin.

"Komîteya fînanseyê ya parlementoyê dixwest pereyan ji budceya federal a Iraqî terxan bike ji bo nûkirina dibistanên ku ziyan gihaye wan, lê siyaseta destgirtinê û qelsbûna darayî yên li welat rê li vê yekê girtin," wê got jî.

Nûkirina dibistanên Kiristiyanî

Li gorî rênimayên ji Wezareta Perwerdahiyê, rêveberiyên giştî yên perwerdeyê li Nînewa, di nav de rêveberiyên perwerdahiyê yên xwendina Siryanî û Hemedaniya û Telkêf, dê mesih ji bo dibistanên ku ziyan gihiştî wan li deverên rizgarkirî li Deşta Nînewa were pêkanîn, Îmad Salim, rêveberê xwendina Siryanî di Wezareta Perwerdahiyê de, got.

Deşta Nînewa, ku dikeve bakurê rojhilatê Mûsilê, warê gelek şêniyên Kiristiyanên Aşûrî ye.

"Wezaret niha roleke girîng dilîze di belavkirina mijarên ku nirxên tolerans, pêkvejiyan û rêzgirtina olan ronî dikin, û xistina wan di bernameya xwendinê de," Salim ji Diyaruna re got.

Wî herwiha tekezî li ser girîngiya xistina perwerdeya olî ya Kiristiyan di bernameya xwendinê de kir, weke hewlekê ji bo xurtkirina pêkvejiyanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Destek çekekî hildigre û yê din ava dike. Serkirdatî zilaman, cebilxane û çekan dide bereyan, û pênûs, kaxez, dibistan, debara jiyanê, derman û alavên germkirinê ji bîr nake. Şansê xirab ê DAIŞ hişt ku welatekî wisa û xelkne wisa dagîr bike!

BERSIV BIDE