Nûçeyên Iraqê
Tolerans

Iraqî li pişt kampanyaya rizgarkirina Mûsilê yekrêz in

Xalid Ta'î

Efserekî artêşa Iraqî ligel rûniştvanên gundê Tilyara li rojhilatê Mûsilê diaxive. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Efserekî artêşa Iraqî ligel rûniştvanên gundê Tilyara li rojhilatê Mûsilê diaxive. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Kampanyaya serbazî ya rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gelê Iraqî di piştgirîkirina hêzên rizgarker de dike yek, berpirsan ji Diyaruna re got.

Li navçeya Qeyara ya nêzîk, ku meha Tebaxê ji DAIŞ hat rizgarkirin , şêniyê deverê Mahir Nejim, 42 salî, xwarinê dide efserên polîs ên ku ev çend heftî ne rêbendeke asayîşê li nêzî mala wî vekirine .

"Me ew pêşwazî kirin weke ku ji malbata me bin, û em mîna dostên ji hev hez dikin ligel hev jiyan dikin," wî ji Diyaruna re got. "Em hemû Iraqî ne, û xaka vî welatî me dike yek. Dê nema terorîzm me ji hev cuda bike."

"Endamên DAIŞ xwestin ku ev şerekî tayifî û neteweyî be," wî anî ziman. "Wan hewl da ku me ji hêzên me yên rizgarker bitirsînin, lê me piştgiriya wan kir û me pîlanên wan vala derxistin, û me yekîtî û hevgirtina xwe nîşan da."

Yek ji serkeftinên girîng ên şerê Mûsilê ew e ku têgihiştineke giştî derbarê girîngiya yekrêziya li dijî dijmin anî holê, endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdul Rehman Wekaa got.

Nêzîkatiya hovane ya DAIŞ li hember xelkê ku li jêr kontrola wê dijîn nîşaneke zelal e ku terorîzm nûnertiya ti oleke diyarkirî yan tayîfeyekê nake, wî got.

"Dema ku DAIŞ dest danî ser Mûsilê, grûpê hewl da ku ji şêniyan re bide xuyakirin ku ew ji bo selametiya wan hatiye û ew nûnertiya wan dike û berevaniyê li mafên wan dike," wî ji Diyaruna re got. "Gelek kes hene bi vê idîayê hatin xapandin."

"Lê belê xelkê di demeke kurt de rastiya rêxistinê ya pêkanîna komkujiyan derheqê tevahiya tayîfe û kêmîneyan de zanî , ligel tawanên wê yên li dijî kultûr û şaristaniya wan. , û bi tenê ew komeke terorîst e doza wê paşverû û tarîtî ye," wî got.

Dema ku operasyonên rizgarkirinê destpê kirin, wî got jî, şênî hatin piştgiriya leşkerên xwe li dijî DAIŞ, û zelal kirin ku "ew ligel serweriya yasa û dewletê ne û ligel yekîtiya pêkhateyên civakî yên Iraqî ne".

Yekîtiya niştîmanî

Yekîtiya niştîmanî her ji rojên yekemîn yên hatina DAIŞ ve xuya bû, dema ku grûpê bi dehên ciwanên Mûsilê girtin û îdam kirin ku tawanên derheqê birayên xwe yên Êzîdî de şermezar kirin û bazirganiya bi jinên wan qebûl nekirin, wî got.

"Îro, yekîtiya niştîmanî li dever û taxên rizgarkirî yên Mûsilê berçav e, û şênî deriyên malên xwe ji hêzên polîs û artêşê re vedikin," wî got.

Wan hevahengî bi hêzên ewlekariyê re dikir û xwarin bi wan re parve dikir bêyî ku ji hev bipirsin ka ew ji kîjan tayîfe, ol û neteweyê ne", Wekaa got. "Ew tev Iraqî û bira ne."

DAIŞ rastî binketineke mezin di sazkirina cudahiyê di navbera xelkê Mûsilê de hat, ew xelkê ku bi pêkvejiyana aştiyane tên naskirin, endamên encumena parêzgeha Nînewa Luqman Reşîdî ji Diyaruna re got.

"Vê girûpê wêrankarî ji tavahiya Iraqiyan re anî, û ti kes ji tawanên wê nefilitî," wî got, bal kişand jî ku grûpê didît ku "her kesê ku hebûna wê nepejirîne yan piştgiriya wê nake yan kafir an jî murted e û divê bê kuştin".

Şêniyên ku li Mûsilê dorpêçkirî ne hevxemiya xwe bi qurbaniyên tawanên DAIŞ re yên ji tevahiya deveran û neteweyan di çendîn boneyan de nîşan dan, wî got, û netirsiyan ku hevxemiya xwe bi eşkere bidin nîşandan.

"Gelek gorên bikom li Nînewa hatin dîtin ku qurbaniyên ku bi destê DAIŞ hatibûn kuştin têde veşartî bûn û di wan de xwîna Iraqî tevîhev bûbû ," wî got.

Tewandina rûpela terorîzmê

"Piştî rizgarkirina ji desthilatdariya terorîzmê, şênî vegeriyan ser karên xwe yên rojane di atmosfîreke biratî, harmonî û hevahengiyeke bihevre û ligel hêzên ewlekariyê de," Reşîdî got.

"Niştecih di aştiyê de dijîn û ew bi-israr in ku malên xwe dîsan ava bikin û rûpela terorîzmê hetahetayî li pişt xwe bihêlin," wî got.

Asta bilind a piştgiriya ku Iraqiyan bi hemû ol, tayîfe û neteweyên xwe ji hêzên rizgarker re nîşan da DAIŞ şok kir, endamê encumena parêzgeha Nînewa Seyido Husên Tatanî ji Diyaruna re got.

"Vî şerî bizaveke milî û niştîmanî ya li dijî DAIŞ û hemû ew kesên ku destên wan bi xwîna bêriyan sor bûne yan destek dane DAIŞ û alîkariya pêkhatina tawanên wê yên kirêt kirine nîşan da," wî got.

Şer hişt ku partiyên siyasî yekrêz bin û xwesteka wan a rûbirûbûna terorîzmê xurtir kir, wî got, ji ber ku DAIŞ dijminekî hevbeş e ku divê bi rêya kedên hevpar şerê wê were kirin.

"Aniha hêzên rizgarker ji hemû pêkhateyên civaka Iraqî ne," wî got. "Artêş, hêzên polîsên niştîmanî, Pêşmerge, endamên êlan, Kiristiyan û Êzîdî cihê xwe digrin" wî got. "Ev hevgirtin bi tena xwe serkeftinek e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500