Nûçeyên Iraqê
Ol

Milîsên Iraqî yên ku Feyleqê Pasdaran li pişt wan e piştgiriya rejîma Sûriyê dikin

Faris Osman li Bexda û Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Hêzên ser bi rejîmê ve cihek li taxa Kerm Cebel li rojhilatê Helebê di 5ê Kanûna 2016an de girtin di dema êrîşekê de ji bo vegerandina bajar. [George Ourfalian/AFP]

Hêzên ser bi rejîmê ve cihek li taxa Kerm Cebel li rojhilatê Helebê di 5ê Kanûna 2016an de girtin di dema êrîşekê de ji bo vegerandina bajar. [George Ourfalian/AFP]

Ji dema destpêka şerê Sûriyê ve, milîsên Iraqî yên ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî piştgiriya wan dike kar dike li ser vekişandina xortan ji bo şerê li kêleka rejîma Sûriyê, pispor ji Diyaruna re dibêjin, çekdaran weke kaniyeke herikî di sînor re dişînin.

Vê yekê cudabûnên tayifgerî li Sûriyê û herêmê zêde kirine, wan got, şerê Sûriyê dirêj dike û rolekê di zêdebûna girûpên tundrew de dilîze. Ev yek, ji aliyê xwe ve, rolekê di kûrkirina berjewendiyên rejîma Îranî de li herêmê dilîze.

Milîsên Iraqî di şerê Sûriyê de beşdar dibin weke beşekê ji "stratejiyeke ku Îran û lîderên komên Iraqî yên Şîe li ser wê li hev kirine ji bo rêgirtin li her aliyekî ku weke dijmin tê hesabkirin ku bigihe desthilatê li Sûriyê", lêkolînerê Navenda Iraqî ji bo Lêkolînên Stratejîk Yehya Qubeysî got.

Ji bo vê mebestê, Îranê milîsên Iraqî û Hizbulaha Libnanî bi tevger kirine ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê, Parlementerê Iraqî yê berê Taha Lueybî ji Diyaruna re got.

Çekdarên Iraqî ji Lîwaya Ebû Fedil Ebas xwe ji girtina wêneyekê re li Sûriyê hazir dikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Çekdarên Iraqî ji Lîwaya Ebû Fedil Ebas xwe ji girtina wêneyekê re li Sûriyê hazir dikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Çekdarên Iraqî ji Lîwaya Ebû Fedil Ebas li kêleka rejîma Sûriyê şer dikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Çekdarên Iraqî ji Lîwaya Ebû Fedil Ebas li kêleka rejîma Sûriyê şer dikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

"Ev ne tiştekî nehênî ye" ku ev milîs rolekê di gurkirina krîza Sûriyê û xurtkirina fitneya tayifgerî de dilîzin, "ku herêm di nav tevlîheviyê de jêrav kir", wî got.

Guhertinên demografî yên berfireh

Armanca Îranê ya, " kontrokirina proseya standina-biryarê ya Sûriyê û berfirehkirina hejmûna xwe li hejmarek ji welatên din", projeyeke mezin e ku bi hewceyî piştgiriyeke mezin e, parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku ew li Qahîra dimîne, got.

Ji ber vê yekê Feyleqê Pasdaran dixwaze, ligel beşdarbûna milîsên Şîe ji nasnameyên cuda, ku perdeyeke tayifgerî bide destêwerdana xwe li Sûriyê, wî ji Diyaruna re got.

Kampanyayên çekdarkirinê yên Îranê li Iraqê û cihên din li herêmê ji ber vê yekê giranî berdidin ser pêwîstiya parastina Şîe û cihên wan ên pîroz, "bi taybetî mezargeha Seyida Zeyneb li Şamê", wî got.

Herikandina hejmareke mezin ji çekdarên Iraqî bo nav Sûriyê dê pêkhateya demografî ya Sûriyê biguhere , Besam got, anî ziman jî ku şer bi awayekî zêde li ser bingeheke tayifî cuda dibe.

Tebîeta şerê Sûriyê "ji serhildaneke cemawerî bo şerekî tayifgerî" hat veguhertin, wî da zanîn, piştî ku girûpên tundrew weke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û Eniya Nusra -- ku aniha bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin -- tevdigerin daku li hember firehxwaziya Şîe rawstin.

Hewla Îranî ku milîsên Şîe li Sûriyê, Iraq û Libnanê bêtir kontrol bike, "ewlehî û aramiya herêmê bo demeke dirêj dixe jêr metirsiyê de" ji ber arezûyên wê yên firehbûnxwazî, wî got.

Beşdarbûna milîsên Iraqî li Sûriyê herwiha aloziya tayifgerî li Iraqê zêde kiriye , ku bandoreke vê yekê ya nerênî li ser civaka Iraqî hebû, Qubeysî got.

"Iraq welatekî pir-netew û pir-etnîk e, û ev cudabûna tayifgerî dikare rolekê bilîze di zêdekirina cudabûnan û berfirehbûna krîzê de bi awayekî ku xizmeta armancên DAIŞ dike," wî got.

Rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got ku ew çavdêriya hesabên medyaya civakî yên Iraqiyên ku li kêleka milîsên alîgirê rejîmê li Sûriyê şer dikin dike.

Hewlên çekdarkirinê yên Feyleqê Pasdaran

Li gorî lêkolîna wî, wî got, xuya ye ku beşdarbûna Şîeyên Iraqî di şerê Sûriyê de ji encama "propagendeya rasterast û ragihandî ku li Iraqê çêdibe ji bo tûjkirinê di beşdarbûna di şerê de ye".

Ev yek li ser xortên Iraqî tê bicihkirin ji bo parastina mezargehên olî li Sûriyê an jî bi rêya pêşkêşkirina handerên darayî ji wan re daku li wir şer bikin, wî got, anî ziman jî ku ev hewl giraniyê berdidin ser xelkê hejar û bêkar yê Bexda, Necef û Besrayê.

Piştî komkirina wan li Iraqê, çekdarên nû ji bo Îranê tên veguhestin, ku li wir beşdarî korseke rahênanê ya serbazî bo 40 rojan li kampên Feyleqê Pasdaran li herêma Ehwaz, ku ya herî navdar ji nav wan kampa rahênanê ya Şehîd Hebîb Elahî ye, dibin.

Rahênan ji rênimayan li ser şerê nav bajaran ligel dersên di baweriyê de ku girêdana tayifgerî xurtir dikin pêk tê, wî got.

Derçûyî piştre bi rêya asmanî ji bo Şamê tên veguhestin, ku piraniya caran weke hecî yan jî weke nûnerên kompaniyên Iraqî yan yên Îranî ku li Sûriyê kar dikin , wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500