Nûçeyên Iraqê
Medya

Radyo agahiyên rizgarkirinê pêşkêş dikin piştî salan ji dorpêça DAIŞ

Ala Husên li Bexdayê

Jin û zarokên Iraqî yên aware ji Mûsilê roja 16ê Kanûna Yekem gihiştin kampa Sewdînan a awareyan li nêzîkî gundê Hesen Şam, nêzîkî 35 kîlometran ji Mûsilê dûr e. [JM Lopez/AFP]

Jin û zarokên Iraqî yên aware ji Mûsilê roja 16ê Kanûna Yekem gihiştin kampa Sewdînan a awareyan li nêzîkî gundê Hesen Şam, nêzîkî 35 kîlometran ji Mûsilê dûr e. [JM Lopez/AFP]

Ligel bêparbûnê ji perwerdahiyê, xwarin û ewlehiyê di heyama desthilata "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de li Mûsilê, xelkê herwiha mafê bidestxistina agahiyan ji dest dabûn, pisporên medyayî ji Diyaruna re dibêjin.

Ji dema ku wê Mûsil kontrol kir di Hezîrana 2014an de, DAIŞ dorpêçeke medyayî li ser xelkê xwecihî danî, wê li wan qedexe kir ku bibin xwediyên satelîtan û gihiştina wan bo înternetê sînordar kir.

Di herdu mehên borî de ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê ji DAIŞ, çekdarên girûpê herwiha dest bi destdanîna ser mobaylan û xetên telefonê yên erdî kir , herkesê ku li hember qedexeyê disekine ew wî ceza dikin, piraniya caran jî bi mirinê.

Li hemberî vê dorpêça medyayî, stasyonên radyoyê yên Iraqî dest bi destpêşxeriyên xwe kirin daku bihêlin Iraqiyên dorpêçkirî li Mûsilê û kesên aware li kampên derdora parêzgeha Mûsilê agahdar bin ji pêşhateyên dawî li ser erdê.

Platformek ji xelkê dorpêçkirî û awareyan re

Bi hevahengiyê ligel ajansên NY, Radyoya Newa ya Kurdî ku baregeha wê li Silêmaniyê li herêma Kurdistanê ye dest bi weşandina bernameyên taybet ji xelkê aware re yên ji Mûsilê kiriye ku pirsên girêdayî pêwîstiyên wan ên mirovî û yên rojane rûmal dike.

Mihemed Fatih, edîtorê li Radyoya Newa, ji Diyaruna re got ku ew bername awareyan derbarê çawaniya gihiştina bo xizmetguzariyên ku gelekî bi hewceyî wan in di dema awarebûna xwe de agahdar dikin.

"Ew herwiha dikarin pêşhateyên dawî derbarê operasyonên serbazî li deverên xwe," wî got.

Ev bernameyên radyoyî rojane mêvandariya berpirsekî ji rêveberiyên xizmetguzariyê yên cuda dikin daku bi awayekî zindî bersiva pirsên awareyan bide, wî got, anî ziman jî ku "gelek pirsgirêk û pêwîstiyên li kampên penaberiyê bi rastî bi rêya vê platforma medyayî hatin çareserkirin".

Vê projeyê radestkirina 2,000 radyoyan ji awareyên ji Mûsilê re li xwe girt, alavek ji her malbatekê re, Welîd Elî, rojnamevanekî Radyoya Newa, got.

Herwiha hejmarên telefonê yên taybet ji awareyan re hatin dayîn daku ew bikaribin pêwendiyê bi bernameyên radyoya Newa re bikin, wî ji Diyaruna re got.

Ev beşê ji civakê "gelekî bi hewceyî kesekî ne ku li daxwazên wan guhdar bike û alîkariya wan bike daku dengê wan ji aliyê desthilatên pêwendîdar ve were bihîstin", wî got.

"Armanc ne tenê peydakirina weşandin û gotûbêjkirina krîzên xizmetguzariyê yên bilez e, lê herwiha danîna gelek bernameyên kultûrî, perwerdehî û bijîşkî li gorî pêwîstiyên awareyan," wî got.

Qerebûkirina dema windabûyî

Bernameyên medyayê yên wisa dihêlin ku asantir be ku agahî bigihin awareyan di hewlekê de ji bo dagirtina valahiya agahiyan a heyî ji bêtirî du salan dema ku DAIŞ Mûsil kontrol kir, berdevka UNHCR li Hewlêrê Betûl Ehmed ji Diyaruna re got.

"DAIŞ dorpêçeke medyayî danîbû ser welatiyan heta wê asta ku bi tenê hebûna mobaylekê li ba kesekî jiyana wî dixist di metirsiyê de," wê got, anî ziman ku "tu rê li cem xelkê nebû daku bizanin tiştê ku li derdora wan çêdibe".

Stasyonên din weke Radyoya Xed, ku ji Hewlêrê weşanê dike, hewl dide ku bigihe xelkê li nava Mûsilê ku hîn li erda bin destê DAIŞ dijîn.

Radyoya Xed gelek caran pêwendiyên rasterast bi xelkê ku bi awayekî veşartî ji Mûsilê diaxivîn pêk anîne û ew xelk behsa çîrokên xwe yên biêş dikin. kesekî di riya telîfonê re got, "Ev du sal û sê meh in ku ez li vê derê asê me û ez tiştekî derbarê buyerên ku li cîhana li dora min çêdibin nizanim."

Ksekî din got ku kêmbûneke berbiçav a av û elektirîkê li beşên Mûsilê yên bin destê DAIŞ de heye , guhdarekê behsa wê yekê kir ku çawa çekdarên DAIŞ êdî li kolanên Mûsilê xuya nedikirin berî destpêkirina şerê rizgarkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500