Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şerê Mûsilê aloziyên navxweyî yên DAIŞ eşkere dike

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî ev wêne ya hejmarek ji çekdarên DAIŞ di mobaylekê de ku ji girûpê hate destserkirin dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî ev wêne ya hejmarek ji çekdarên DAIŞ di mobaylekê de ku ji girûpê hate destserkirin dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Gelekî berovajî propagendeya ku ji aliyê makîneya medyayî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatiye danîn, şerê li Mûsilê "rêxistina sist" a girûpê eşkere kir, berpirsên Iraqî û analîzeran ji Diyaruna re got.

Di demekê de ku DAIŞ îdia dike ku rêzên wê yekgirtî û xurt in, rewşa rasteqîn a girûpê hat eşkerekirin, wan got, anîn ziman ku alozî navbera lîderên wê belav dibin û carinan dibin krîzên navxweyî yên xwînrêj.

Hovîtî û bêrêziya girûpê ji jiyanê re ne tenê derheqê dijminên wê de ne lê belê xuya ye ku di nav endamên wê bi xwe de jî heye, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Şêx Binyan Cerba got.

"Em rojane agahiyan ji taxên Mûsilê yên ku hîn di bin dagirkariya DAIŞ de ne werdigrin ku nîşan didin çawa cudabûn û parçebûneke cidî di nav endamên rêxistinê bi xwe de hene," wî ji Diyaruna re got.

Ev cudabûn bêtir li ser çawaniya birêvebirina şer e, Cerba got, anî ziman ku wendabûna gelek lîderên pilebilind ên girûpê ji meydanên şer ev parçebûn zêde kiriye.

Gelek fermandarên DAIŞ "ligel malbatên xwe ji Mûsilê reviyan û çekdarên xwe li pişt xwe hiştin , ku fermandarên pile-nizmtir û endamên normal in, daku rastî çarenivîsa xwe ya jinavçûnê werin li ser destê artêş û polîs," wî got.

"Vê devjêberdana wan hesteke nerazîbûn û qehrê ji lîderan di nav çekdarên DAIŞ de çêkir, û di encamê de daketineke zêde ya moralê derkete pêş," wî got.

Vê lihevnekirina navxweyî hiştiye ku gelekî zehmet be ku DAIŞ çekdarên xwe bi tevger bike ji bo pêkanîna êrîşan, wî got, anî ziman ku "operasyonên xwekujî bûne bijardeya wan a dawî daku ji tehilbûna şikestinê xilas bibin".

Zêdebûna aloziyên navxweyî

Lihevnekirina navbera endamên DAIŞ ji nêzîkî salekê ve her ku diçe zêdetir dibe, berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê Seyîd Memûzînî ji Diyaruna re got.

"Şerê rizgarkirina Mûsilê alîkarî di berfirehkirina derza ku ji berê ve di nav girûpê de heye kir, ku sala borî bû sedema mirina herî kêm 300 terorîstên DAIŞ," wî got.

"Kêm roj derbas dibin ku em tê de agahiyan wernagirin derbarê ku lîderekî bilind ji Mûsilê reviya bo bajarê Reqa [yê Sûrî]," wî got.

Di destpêka Kanûnê de, lîderekî DAIŞ ku bi navê Ebû Enes Sûrî tê naskirin ligel malbata xwe reviya Sûriyê, Memûzînî got.

"Krîza navbera endamên DAIŞ gihaye lutkeya xwe," wî got. "rewşa herifînê û şikestinên lipeyhev ên ku girûp rastî wan tê aloziyên di nav endamên wê de zêde dikin."

Lihevnekirinên li ser xetên berevanî û xweragiriyê di hefteyên borî de bûn sedema pevçûnên çekdar navbera endamên DAIŞ li taxên Mûsilê yên bin destê girûpê, weke Yermûk, ku pevçûnên xwînrêj li wir çêbûn, wî got jî.

Serkirdatiyê piştgiriyê ji dest dide

Agahiyên istixbaratî nîşan didin ku "parçebûn gihiştin wê asta ku êdî lîderên DAIŞ daxwaza dûrxistina Ebû Bekir Bexdadî weke lîder dikin ji ber rêvebirina neserketî û berpirsyariya rasterast a ji şikestinan ", Memûzînî got.

Di naverasta Cotmehê de, berî çend rojan ji destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve, raportên nûçeyan eşkere kirin ku Bexdadî komployeke ku dixwest wî ji serkirdatiyê bi dûr bixe tepeser kir.

Bi dehên ji handeran rastî mirinê hatin kirin, di nav de "pênc lîderên nêzîkî Bexdadî", Memûzînî got, anî ziman dibe ku hinekên din hewl bidin heman karî bikin di demekê de ku ziyanên DAIŞ zêdetir dibin.

Serkeftinên ku li dijî DAIŞ hatine bidestxistin sistbûna straktûra girûpê eşkere kirin, pisporê stratejîk û efserê serbazî yê Iraqî yê berê Ehmed Şerîfî got.

Wan herwiha pêwendiyên qels navbera endamên DAIŞ eşkere kir, ku girûp hewl dide vê yekê di propagendeya xwe de veşêre, wî ji Diyaruna re got.

"Şer terorîst rût kirin," wî got. "Reva lîderên wê, pevçûnên berdewam, tevlîhevî û bêhêviya di nav endamên rêxistinê de destkeftiyeke din a li ser erdê ye ji hêzên me re."

"DAIŞ di qonaxa jihevketinê de ye ku ew hemû çavkaniyên wê yên mirovî û darayî xilas dike, û ew nikare careke din xwe ava bike yan tevlî xelkê xwecihî bibe, ji ber ku tu kes wê qebûl nake," Şerîfî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Iraq nikare bi tena xwe DAIŞ têk bibe ji ber hêzdariya wê. Yunis Elwan, Mexrib

BERSIV BIDE