Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Malbatên gundewarê Şamê li ber sermaya zivistanê dijîn

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Kurekî ji Qudseya gelek sindoqên ji karton ên vala hilgirtine daku bişewitîne ji bo germkirinê di zivistanê de. [Wêne ji rûpela Facebook a Qudseya Niha]

Kurekî ji Qudseya gelek sindoqên ji karton ên vala hilgirtine daku bişewitîne ji bo germkirinê di zivistanê de. [Wêne ji rûpela Facebook a Qudseya Niha]

Bi hatina zivistaneke din di dema şer de, xelkê bajarokê Qudseya yê çiyayî li gundewarê Şamê ji Diyaruna re dibêjin ku ew her tiştêa ku bi dest wan dikeve dişewitînin daku xwe germ bihêlin.

Tevî rêkeftina vê dawiyê ku li gorî wê komên çekdar ên opozîsyonê ji Qudseya vekşiyan û dorpêça rejîmê rabû, hîn bajarok ji alîkariyan qutbûyî ye bi sedema krîza heyî, wan got.

Di 13ê Cotmehê de, girûpên çekdar ên opozîsyonê -- di nav de Eniya Nusra ya tundrew, ku niha bi eniya Fetih Şam tê naskirin -- ji bajarokê, ku tenê pênc kîlometran dûrî Şamê ye, vekişiyan.

Li beramber, rejîma Sûriyê dorpêça ku li ser bajarok dihat ferzkirin û rakirin di heyama çar salan de rakir, ku ya dawiyê ji Tîrmeha 2015an ve bû.

Lê xelkê ji Diyaruna re got ku ew hîn li benda alîkariyên rêxistinên mirovî ne, ku ji aliyê rejîmê ve ji nêz ve tên pişkinîn û çavdêrîkirin.

Pirsên gihandina alîkariyan

Rêxistinên alîkariyê yên ku li deverê kar dikin divê di çarçoveya rêxistin û dezgehên hawarçûnê yên rejîmê de kar bikin weke Heyva Sor a Sûrî, nişteciha Qudseya Emel Salih, ku wê ji ber sedemên ewlehî bernavek bikar anî, got.

"Bi berdewamî karmendên hawarçûnê rastî guvaş û pişkinînan tên, û ev yek dihêle ku gelek ji wan xwe ji hatina bo vê deverê bi dûr bikin, ji bilî NY û rêxistinên navdewletî," karmenda alîkariyê ya berê ji Diyaruna re got.

Van rêxistinan karîn pakêtên alîkariyê û di nav de madeyên germkirinê û xwarinê bigihînin bi hezarên xelkê deverê, wê got, anî ziman jî tevî vê yekê, rewş hîn ji gelekan re ji normalbûnê dûr e.

"Rewşa xelkê gelekî xirab e weke ku li ser qeraxa têwerûna di newalekê de bin ji ber ku tu çavkaniyên dahatê tune ne," Salih got, anî ziman ku gelek cotyar hîn nikarin biçin erdên xwe.

Gelek fermanberên hikûmetê jî piştî şer wezîfeyên xwe ji dest dan û dorpêçê rê li wan girt ku bigihin Şamê û biçin ser karên xwe, wê go jî.

Şewtandina zibl daku germ bimînin

Hatina zivistanê xelk neçar kirin ku "her tiştê ku bişewite bikar bînin daku germ bimînin", Mihemed Sadiq, mamosteyekî zimanê Erebî ye ku xwest ji ber sedemên ewlehî bernavekî bikar bîne, got.

"Ev dever bi seqa xwe ya zehmet naskirî ye ji ber cihê wê yê cografî û bilindbûna wê, ya ku digihe 1,000 kîlometrî li jêr asta deryayê li hinek deverên girdar, ligel barîna berfê," wî ji Diyaruna re got.

Berî ku rewş xirab bibe, herkesî sûtemenî ji bo armancên germkirinê bikar tanî daku xwe ji sermaya zivistanê biparêze, wî got.

"Lê belê, ji ber kêmbûna sûtemeniyê, bi taybetî mazotê, û bilindbûna buhayê wê heta asteke nemaqûl, hema bêje herkesî berê xwe da şewitandina text û hemû cureyên zibl, her tiştê ku şewitandina wê bikaribe germê peyda bike," wî got.

Şertûmerc baştir nebûne

Niştecihê Qudseya û karmendê postê yê berê Selîm Yûnis, yê 45 salî, ji Diyaruna re got ku ew ji nêzîkî du salan ve bêkar e.

Wî wezîfeya xwe ji dest da ji ber ku nikarîbû bigihe cihê karê xwe li Şamê ji ber rewşa ewlehî ya heyî, wî got.

"Divabû ez debara jiyana rojane ya herdu kur û jina xwe peyda bikin, ji ber vê yekê ez karê rojane xebitîm û min her karek dikir daku hinek pereyan bi dest bixim," wî got. "Lê belê, rewş piştre xirabtir bû, ji ber vê yekê min beramberî xwarin û cilê zarokên xwe kar dikir."

Heta piştî ku dorpêç hat rakirin, xizmetguzariyan destpê kir û xwarin û derman gihiştin bajarok, tişt hîn nepiştrastkirî ne û pêşketin hêdî ye, wî got.

"Xelkê Qudseya gelekî zehmetiyê dibînin û baca mayîna xwe li bajar didin," Yûnis got. "Berê, bajar di bin dorpêçeke tam de bû û rojane rastî topbarankirinê dihat ku bû sedema mirina hejmarek ji xelkê wê.

Piştî ku çekdarên opozîsyonê vekşiyan, herkesî digot dê rewş vegere rewşa asayî, an herî kêm dê hinekî baştir bibe, wî got, lê ev yek pêk nehat.

Her tişt "divê bi rêya hikûmetê û dezgehên ewlekariyê be, ku ew gelekî gihiştina alîkariyan paş dixin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500