Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Iraq plana nûavakirina Mûsila piştî DAIŞ datîne

Xalid el-Ta'î

Bildozerek paşmahiyan li kêlgeheke petrolê li Qeyara ya ku dikeve başûrê Mûsilê radike. [Wêne ji encumena parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

Bildozerek paşmahiyan li kêlgeheke petrolê li Qeyara ya ku dikeve başûrê Mûsilê radike. [Wêne ji encumena parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

Nûavakirina beşên Mûsilê yên ku bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine wêrankirin yek ji mezintirîn tehediyên ku dê hikûmeta Iraqî rûbirûyî wan bibe di pêşeroja nêzîk de, berpirsan ji Diyaruna re got.

Di demekê de ku hêzên Iraqî li nava bajarê parêzgreha Nînewa pêşve diçin, planeke nûavakirinê ya bo qonaxa piştî rizgarkirinê hatiye pêşniyazkirin, peyvdarê Wezareta Plandanînê Ebdul Zehra Hindawî ji Diyaruna re got.

Plan di qonaxa yekem de giraniyê dide yekxistina tevahiya karînên niştîmanî bo piştgirîkirina aramiyê li bajêr.

"Ji bo gihiştin bi vê armancê, hemû saziyên hikûmetê, bi hevahengî ligel rêxistinên navdewletî yên hawarçûnê, dê daxwaza dubare biwarkirina şêniyên ku ji warên xwe reviyane bi awayekî bilez bikin," wî got.

Ava vexwarinê, elektirîk, xizmetguzariyên tenduristî û perwerdeyî dê dîsan bên berdestkirin, wî got.

"Di qonaxa piştre ji planê de, hikûmet dê kar li ser dewamkirina projeyên kartên xizmetguzariyên giştî mîna rê, pir, dibistan û enerjiyê yên ku hatine rawestandin an jî bi destê terorîstan wêran bûbin bike," wî got.

"Dora 4,500 projeyên me yên weberanînê yên mezin li seranserê parêzgehên welat, di nav de Nînewa, hene," wî got, da zanîn jî ku hin ji wan ber bi qedandinê ve diçûn dema ku ew ji ber dagirkeriya DAIŞ hatin rawestandin.

"Bo dubare karkirina di van projeyan de, pêwistiya me bi çareyên demdirêj û kedên niştîmanî û navdewletî yên awarte heye," Hindawî got.

Çareyên gengaz ji fînanskirina van projeyan li gorî pişkan, danîna wan ber weberanînê an jî pêkanîna hevpariyan di navbera kartên giştî û ehlî de pêk tên.

Zererên bi milyarên dolaran

Çakkirina kavilkirin û wêrankirina ku DAIŞ gihandiye milkên giştî dê bi milyarên dolaran ziyanê bigihîne Iraqê, Hindawî got.

Heta Hezîrana 2014an, ev ziyan bi $38 milyaran dihatin texmînkirin, li gorî amareke Wezareta Plandanînê ku destpêka îsal hatibû belavkirin.

Wî got ku ev amar tevahiya parêzgehên ku li ser destê terorîstan ziyan gihaye wan, ji bilî Nînewa, lixwe digre.

Heta aniha Iraq bêtirî 2$ milyar dolar weke alîkariyên navdewletî wergirtine piştî konferansa 20ê Tîrmehê ya bexşêner ku li Waşinton hat lidarxistin, Hindawî got, û hêvî kir ku konferanseke hevşêwe di destpêka sala werê de bê lidarxistin.

Hewcedariya Iraqê bi piştgiriya navdewletî bo nûavakirina Mûsilê û bajarên din ên ku ziyan dîtine heye, Muder Mihemed Salih, ku şîretkarê aborî yê serokwezîr e, got.

"Pêwistiya me herî kêm bi $20 milyaran heye daku tiştê ku bi destê DAIŞ hatiye wêrankirin ava bikin, bi taybet projeyên xizmetguzariyê yên ku bandora wan bi awayekî rasterast li ser jiyana welatiyan heye," wî ji Diyaruna re got.

"Em hêvî dikin ku civaka navdewletî pêngavên erênî yên zêdetir derbarê alîkariya Iraqê di dubare avakirinê de biavêje, bi rêya dayîna piştgiriya darayî, ezmûna teknîkkarî û xizmetguzariyên şîretkarî," wî got.

Wî hêviya xwe anî ziman ku her dema DAIŞ bê jinavbirin li Iraqê, dewletên ku şerê grûpê dikin dê berdewam bin di piştgiriya Iraqê de bi tevlîbûyîna di kedên nûavakirin û geşekirinê de.

Tehediya nûavakirina Iraqê li ser milê civaka navdewletî û Iraqê ye, aborînas Macid Suwerî got, û bal kişand ku şerkirina li hember DAIŞ şerekî cîhanî ye û ne bi tenê bandora wî li ser welatekî bi tenê ye.

Bang li hikûmeta Iraqî kir ku zagonên ku rê li ber gendeliyê digrin rêbaz bigre daku "dewletên û rêxistinên dayîner piştrast bike ku dê dayînên wan di cihê guncaw de bên xerckirin".

"Divê em jîngeheke aborî û darayî ya hevtemamker saz bikin bo rêvebirin û çavdêrîkirina terxankirina dayînan bo projeyên dubare avakirinê," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500