Nûçeyên Iraqê
Aborî

Feyleqê Pasdaran ji bo kontrolkirina aboriya Sûriyê amadekariyên xwe dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Sûrî li cihekî avakirinê li Şamê kar dikin di 2007an de. Deverên li Şamê, Xûta û Qelemon bi temamî ji xelkê ji tayifeya Sunî hatine valakirin weke beşekê ji projeya Îranî ya li Sûriyê. [Luey Bişara/AFP]

Sûrî li cihekî avakirinê li Şamê kar dikin di 2007an de. Deverên li Şamê, Xûta û Qelemon bi temamî ji xelkê ji tayifeya Sunî hatine valakirin weke beşekê ji projeya Îranî ya li Sûriyê. [Luey Bişara/AFP]

Îran dixwaze hejmûna xwe li Sûriyê bi rêya kenalên aborî berfirehtir bike, û hewlên xwe zêde dike ji bo ferzkirina hejmûna serbazî bi rêya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî û milîsên ser bi wê ve, aborînasan ji Diyaruna re got.

Ev kontrola aborî ya ku geşesendinê dike metirsiyeke cidî li ser Sûriyê û Sûriyan çêdike, wan got, ji ber ku aniha destê rejîma Îranî di hemû sektorên aborî, weberhênan û darayî de yên welatê wêranbûyî ji ber şer heye.

Dema ku krîz bidawî were, wan hişyarî da, dê negengaz be ku pêwendiya navbera herdu welatan de qut bibe, û ev yek dê ji aboriya Sûriyê re bo demeke dirêj karesat be.

" Projeya Îranî ya ku armanca wê damezirandina ‘Sûriya bisûd‘ e bi rastî bisûd e, lê ne bo Sûriyê lê belê ji Îranê re," parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku li Qahîra dimîne, got.

"Her kesê ku li berfirehbûna darayî, aborî û weberhênanê ya Îranî li Sûriyê binere dê xuya bibîne ku pilanek ji bo kontolkirina çavkaniyên aborî yên Sûriyê heye," wî ji Diyaruna re got.

Ev yek ne tenê li ser kompaniyên avakirinê ku vê dawiyê weke beşdarên di proseya nûkirina deverên derdora bajarên weke Şam û Humsê sînordarkirî ye, wî got, lê ew digihe piraniya sektorên weberhênanê.

Weke nimûne, Kompaniyên ku Feyleqê Pasdaran xwedanê wan e niha piraniya çavkaniyên elektirîkê li Sûriyê kontrol dikin, profesorê zanistên aborî li Zanîngeha Eyn Şems Şahir Ebdula, got.

Ev kompanî di piroseya danîna jenerator û bingehên dayîna elektirîkê yên ku bi hîdrolîk û gaza sirûştî kar dikin de ne li seranserê Sûriyê, wî got, herwiha bircên elektirîkê û yên voltaja bilind, û heta bikaranîna polên elektirîkê yên depî.

Bingehên elektîrîkê bi temamî ji aliyê kompaniyên Îranî yên wisa weke Jandar 2, Jandar 3 û Tişrîn ve hatine hazirkirin, Ebdula got.

Korexkirina Îranî di sektorên weke elektirîkê de dê pirsan tevlîhev bike her dema ku şer bidawî were.

Kompaniyên Feyleqê Pasdaran

"Piraniya hejmara mezin a kompaniyên Îranî yên ku di nav Îranê de û li derve kar dikin, û bi taybetî li Sûriyê, ji aliyê Feyleqê Pasdaran ve tên kontrolkirin, ku weke kompaniyeke pişikdar kar dike," Ebdula got.

Ev kompaniyên, ku di bin gelek navan de kar dikin, tiştê ku bi rastî çêdibe vedişêrin û piştrast dibin ji belavbûna hejmûna Îranî, wî zelal kir.

Navdartirîn kompaniyên bin destê Feyleqê Pasdaran her yek ji Kompaniya Komunîkasyona Îranî û Banka Kargoşay, Future Bank B.S.C., Arian Bank, Bank Melli Iran, Mehr Bank û Ansar Bank di sektora bankî de li xwe digrin, wî got.

Di sektora avakirinê de, kombûna Bingeha Avakirina ya Xatim Enbiya piraniya kompaniyên ku li Sûriyê kar dikin kontrol dike, wî got jî.

Di sektorên veguhestin û balafirvaniyê de, kompaniyên navdar her yek ji Yas Air û Aban Air li xwe digrin, wî got. Di sektora motor û otombîlan de, Feyleqê Pasdaran para xwe di Kompaniya Çêkirina Otombîlan a Xodro zêde kir piştî ku wê pişkên xwe di Girûpa Behmen de firoştin daku xwe ji cezayên navdewletî vedize.

Derbarê rêkeftinên petrolê, gaza sirûştî û enerjiyê yên ku bi Sûriyê re hatine îmzekirin, "ew jî di kompaniyên ku ji aliyê Feyleqê Pasdaran ve tên kontrolkirin re derbas dibin, di nav de Kompaniya Niştîmanî ya Petrola Îranî, Kompaniya Pars a Petrol û Gazê, Kompaniya Şîraz a Petrokîmawî û Kompaniya Kirmanşah a Pîşesaziyên Petrokîmawî, Ebdula got.

Karîgerî

Ji derve ve, weberhênanên Îranî li Sûriyê ji çavdêrê selpilkî re weke "çalakiyên weberhênana bazirganî ya normal" xuya dikin, xwendekarê doktora li Zanîngeha Qahîra Şiyar Tirko, ku lêkolînan derbarê fînasekirina Feyleqê Pasdaran dike, got.

Komîteya Sûrî-Îranî ya hevbeş, Encumena Karsazên Hevbeş û eniyên medyayî van çalakiyan li pişt perdê hihêlin, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku her tişt bi rêya karsaz û girûpên weberhêner tên pêkanîn.

Lê rastî ji vê yekê dûrtir e, wî got.

Îranê hewl daye -- bi taybetî piştî destpêka şerê Sûriyê -- ku piştgiriya rejîma Sûriyê bi qerz û dayînan bike daku ziyanên aborî yên vî welatî qerebû bike, wî got, anî ziman ku her qerzek buhayê wî heye.

"Weke mînak, beramberî qerza $3.6 Milyarî ya ku Şamê wergirt, Tehranê razîbûna Sûrî li ser derbasbûna bi dehên kompaniyan [Îranî] bo gelek sektorên bazara Sûrî bi dest xist, di nav de kompaniyên pevguhertina diravan," wî got.

Berfirehbûna "Sûriya Bisûd"

Projeya Îranî li Sûriyê pêkanîna kembereke niştecihbûnê ye li derdora deverên ku piraniya xelkê wan Elewî ne û yên ku ji aliyê rejîma desthilatdar a li Şamê ve tên kontrolkirin, parêzer Besam got.

Hinek ji beşên niştecihbûnê li van deveran hatine temamkirin û sivîlên Îranî, Lubnanî, Afganî û Sûrî di wan de hatine bicihkirin, wî got jî.

"Ramî Mexlûf, kesûkarekî Serokê Sûriyê ye, berê hewl dida bi rêya komaniyên xwe yên xanûberan ku dest deyne ser piraniya kompaniyên ku li deverên Şamê, Qelemon û Xûta kar dikirin, û raport nîşan bi wê yekê didin ku hejmarek ji karsazên Sûrî, di nav wan de Ebdulqadir Sebra û Eymen Cabir, li hinek kompaniyên Mexlûf sitûn in," Besam got.

Kompaniyên ku li van deveran kar dikin ku Mexlûf xwedanê piraniya pişkên wan e ev in: Surûh, Fecir, Betraa, Hedayiq, Bunyan Şam, RAC û Remeq.

"Van kompaniyan dest danîye ser hemû milkên xanûberan li van deveran û ew bi awayên cuda ji xwediyên wan standine," Besam got.

"Dever bi temamî ji xelkê ji tayifeya Sunî hatine valakirin," wî got, "û hemû ewên li kemberê [ya niştecîbûnê] dijîn niha ji tayifeyên Elewî û Şîe ne, û bi taybetî Şîeyên ku loyalîteya wan ji Welî Feqîh re heye ji bo piştrastbûn ji loyalîteya wan a tam ji projeya Îranî ya li Sûriyê re."

"Mexlûf hevparî bi kompaniyên Îranî re pêk aniye, ya herî xuya Xatim Enbiya ya ku Feyleqê Pasdaran xwedana wê ye, ku kar dide kompaniyên Îranî yên biçûktir yên ku girêdayî kompaniya dayik in," Besam got.

Vê yekê ev dever kirine "şaneke mişt Îranî", di nav wan de karkerên Îranî û Afgan ên ku hatine anîn daku li van deveran kar bikin, wî got.

Heta zêrevan jî li van deveran ên milîsên ku bi awayekî rasterast girêdayî Feyleqê Pasdaran in, wî got, bi taybetî milîsa Hizbulaha Lubnanî ku "xuyayî ye ew para xwe ji deverên niştecihbûnê dibe daku hejmarekê ji çekdarên xwe yên ku ji Libnanê anîne li wan bicih bikin".

Ev çalakiyên heyî "dê, helbet, pêkhateya kultûrî û demografî ya Sûriyê biguhere bi rêya rakirina pêkhateyeke sereke ji xelkê Sûriyê", Besam got.

"Ev herêm, weke deverên din ên li Sûriyê, xelkê wan tevlîhev in û ji Elewî û Suniyan pêk tên û di demên berê de ji ber vê tevîheviyê pêşketinek li wan çêbû," wî got.

"Lê belê, niha, rewş dikare weke bi kurtî bi gotina ku Şama pêşerojê dê bi rêya dîwar û komelgehên niştecihbûnê yên ji yek pêkhateyê parastî be" hevdem ligel derxistina pêkhateya din were wesifkirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Di demeke nêz de bi tenê dê herêma QSD ji serdestîya Turkî, Îranî û Rûsî azad be. Nûavakirina li wir ji hêla xelkê ve, û bi destê kompanîyên navxweyî tê kirin. Rast e, Amerîka hinek alavên giran dide, lê hemû plan û kar xelk dikin. Kompanîyên mezin û bîrukrat tune ne ku dest deynin ser xebatên xelkê kêm zêde, û xelk malên xwe, bajarên xwe û aborîya xwe ava dikin. Xelk ji Esedistanê berê xwe dide Bakurê-Rojhilatê Sûrîyayê, û li wir pêşwazî li wan tê kirin li gorî çakîya wan.

BERSIV BIDE

Divê Sûrîyayê pir bextewer be çiku Pasvanên Şoreşa Îranî alîkarîya wê dike! Sûrîya heta nikarîbû xwe li ber dijmin ragire. Çawa dê aborîya wê ji nû ve ava bibe? Divê hûn xwe bişens bibînin çiku Pasdaran kavilên Sûrîyayê vejîn dike.

BERSIV BIDE

Herêma QSDê gelekî bextewer e ji ber Îranî lê nînin. Ew tercîh dikin ku bi xwe kar bikin.

BERSIV BIDE

Carekê girtiyekî şer ê Iraqî ku ji Îranê vegeriyabû ji min re got, "Piştî 18 salan di girtîgehê de, min zanî ku rejîma Îranî bi awayekî nûjen û serdem dirame,vajî tiştê ku xelkên nexwende û binketî dihizirin. Siyasetmedar li wir li stratejiyeke ji bo bazaran, hinardinan û berhemhemdariyê, mîna li welatên rojava çawa ye digerin. Ew pir giringiyê bi pirsên olî nadin, eger ew hinek Ereb, bi taybet yên Iraqî, Sûrî û Libnanî nebînin!!"

BERSIV BIDE