Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bajarên parêzgeha Enbarê rêkarên ewlekarî xurtir dikin

Alaa Husên li Bexda

Efserên polîsê Iraqî li parêzgeha Enbarê nêzîkî Felûca nobedariyê dikin. [Wêne ji Rêveberiya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Efserên polîsê Iraqî li parêzgeha Enbarê nêzîkî Felûca nobedariyê dikin. [Wêne ji Rêveberiya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Fermandariya Polîsê Enbarê vê dawiyê zincîrek ji tedbîrên nû danîne ji bo rawestandina binpêkirinên ewlekarî li derî û rêbendên kontrolê yên bajar piştî çendîn teqînên bi otombîlan ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve.

Ev yek dê danîna alavên naskirina teqemeniyan li deriyên bajaran li xwe bigre, qayimeqamê Remadî Îbrahîm Ewsec ji Diyaruna re got.

Polîs dê di çend rojên pêş de dest bi bikaranîna otombîlên sonar bikin, wî got, û ew alavên pêşketî yên ku dikarin çek û madeyên teqîner nas bikin li xwe digrin.

Ew otombîl dê bi hevahengiyê ligel Wezareta Hundir, Fermandariya Polîsê Enbarê û encumena parêzgeha Enbarê werin bicihkirin.

"Serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic dê bi xwe serperiştiya rahênana, ku dê ji aliyê pisporên teqemeniyan ve bê dayîn, endamên polîs ên ku dê otombîlên sonar bikar bînin bike," qayimeqam got.

Ev yek hevdem e ligel tedbîrên tund ên pişkinînkirina otombîlan bombekirî li deriyên bajarên parêzgeha Enbarê tê ji bo rêgirtin li endamên DAIŞ ku ew careke din bi dizî derbasî parêzgehê bibin, wî got.

Pêwistiya bi hişyariya giştî

Ji ber ku ketiye bin guvaşên zêde li Mûsilê, DAIŞ zincîrek ji êrîşan li Enbarê pêk anî lê ew hatin sivikirin ji encama hişyariya zêde ya hêzên ewlekarî û hevahengiya sivîlan bi wan re, berpirsan got.

Roja 19ê Mijdarê, sê endamên hêzên Iraqî hatin kuştin dema ku kamyoneke bombekirî ya DAIŞ a ku wan hewl dida pûç bikin li Remadî teqiya, AFP ragihand.

Kamyoneke barkirî bi teqemeniyan ji aliyê polîs ve li taxa Temîm a bajar hate sekinandin.

"Sê endamên tîma pûçkirinê ya polîs, yek ji wan bi pileya muqedem, hatin kuştin û serokê tîmê birîndar bû, dema ku wan hewl dida wê kamyonê pûç bikin," muqedemekî polîs got.

Berdevkê wezareta hundir a Iraqî got ku şofêr hat girtin.

"Armanca terorîstan ew bû ku derbasî devera Temîm bibin û yek ji pirên wê yên sereke li bajar wêran bikin daku navenda Remadî ji rexên wê yên rojavayî qut bikin, fermandarê hêzên heşda eşayirî li rojavayê Enbarê got.

Hêzên ewlekarî agahiyên istixbaratî derbarê kamyonê du rojan berê wergirtibûn û çavdêriya derbasbûna wê dikirin di rêya mîhwerê rojavayî bajar re, wî ji Diyaruna re got.

Kamyon hat sekinandin û şofêr hat girtin berî ku bigihe armanca xwe, li cihekî dûrî taxên niştecîbûnê, wî got.

Li Felûca nêzîk, tedbîrên ewlekarî hatin xurtkirin piştî du êrîşên bi otombîlên bombekirî roja 15ê Mijdarê, berpirsan got.

"Herdu otombîlên bombekirî ji aliyê xwekujên bombekirî ve dihatin ajotin û ew piştî şerê rizgarkirinê ji Felûca reviyabûn," fermandarê polîsê Felûca eqîd Cemal Cumeylî ji Diyaruna re got.

Tu kes li nava bajar piştgiriya DAIŞ nake, ev yek jî tê wateya ku girûp neçar bû ku êrîşan ji derve ve pêk bîne, wî anî ziman.

Piştgirî bo hêzên ewlekariyê

DAIŞ di armancgirtina bajarên Enbarê berdewam e, tevî ziyanên wê yên mezin li Rutba , Felûca û Remadî, Cumeylî got.

Lê piraniya êrîşan hatin pûçkirin, ji encama rewşa ewlekarî ya başbûyî li parêzgehê, wî got, ev yek jî vegerand bo hevahengiya mezin a navbera sivîlan û ajansên ewlekariyê de.

Hevahengiya bi hêzên ewlekarî re "berbiçav" bû, wî got, û beşek ji xelkê agahiyan didin hêzên polîsê xwecihî û ajansên ewlekariyê yên din û li gorî rênimayên wan ên ewlekarî tevdigerin.

Xelkê aware yên Felûca vedigerin malên xwe piştî ku nasnameyên wan hatin piştrastkirin û ruxsetên ewlehî ji wan re hatin dayîn, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî got.

"Tu tu gumanlêkiriyekî ku piştgiriya terorîzmê dike li bajar nabîne, ji bilî ew ên hewl didin bi dizî derbas bibin," wî ji Diyaruna re got.

Xelkê bi destê DAIŞ gelek zehmetî jiyan kirin, wî got. Di encamê de, ew agahiyan didin hêzên ewlekarî û li gorî tedbîrên ewlekarî yên nû tevdigerin ji ber ku naxwazin ew rojên han vegerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500