Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî Mûsilê dorpêç dikin û li DAIŞ teng dikin

Ala Husên li Bexdayê

Leşkerekî Fewcê Mûsil yê Hêza 2 ya Operasyonên Taybet hewil dide cihên dijmin destnîşan bike di dema operasyoneke serbazî de bo vegerandina hin cihên devera Temîm a Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" roja 5ê Mijdarê [Achilleas Zavallis / AFP]

Leşkerekî Fewcê Mûsil yê Hêza 2 ya Operasyonên Taybet hewil dide cihên dijmin destnîşan bike di dema operasyoneke serbazî de bo vegerandina hin cihên devera Temîm a Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" roja 5ê Mijdarê [Achilleas Zavallis / AFP]

Ji hemû aliyan ve ji aliyê hêzên Iraqî ve çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yên li Mûsilê dorpêçkirî ne û tu cihekî revê ku ew bibjêrin li pêş wan nemaye eger ew hewla reva ji bajarê li parêzgeha Nînewa bidin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Di naverasta Cotmehê de, dema şerê Mûsilê destpê kir, hêzên Iraqî ji aliyê rojhilat, başûr û bakur ve li bajar pêş ve çûn. Piştî girtina balafirgeha Tel Afar û girêdana bi hevberên wan ên Kurd re li Şingalê ber bi rojava ve, dorpêç temam bû.

Tu cihek ji çekdarên DAIŞ yên li Mûsilê nemaye daku ew birevin cihên din li Iraqê ji ber ku hemû rêyên derketina ji bajar hatine qutkirin, endamê encumena parêzgeha Nînewa Dawûd Cundî ji Diyaruna re got.

"Dibe ku hinek ji wan sûdê ji valahiyên dûrîhev werbigrin daku birevin biyabana li aliyê Sûriyê," wî got, da zanîn jî ku hêzên ewlekarî çavdêriya van rêyan jî dikin.

Dibe ku her çekdarekî DAIŞ li Mûsilê bi hewldana reva ji bajar fikirî be, Cundî got, ji ber morala wan a nizm û nekarîna wan a rawestana li hember hêzên Iraqî, yên ku êdî ber bi navenda bajar ve pêş dikevin.

"Ew li rêyekê digerin daku ji vê rewşa zehmet derkevin a ku wan xwe xistiye tê de," wî got, anî ziman jî ku ev yek vekişîneke tektîkî li xwe nagire lê belê ew reva bi her awayekî mumkin e.

"Li gorî agahiyên istixbaratî, hinekan rihên xwe kur kirin û ji cihên xwe li Mûsilê reviyan tenanet beriya ku hêzên Iraqî bikaribin bigihin wan," wî got.

Ligel guvaşên derveyî, tevlîheviyek di nav rêzên DAIŞ de heye di demekê de ku girûp dikeve ber agir de, Cundî got, ku lîderên girûpê îdamkirinên bikom derheqê endamên xwe yên ku hewl didin ku birevin pêk tînin.

Parêzgehên derdorê ewle ne

Sînorên Nînewa bi çar parêzgehên Iraqê re hene -- Duhok li aliyê bakur û Hewlêr li aliyê rojhilat -- ew jî li herêma Kurdistanê ne û Selahedîn li başûrê rojhilat û Enbar li aliyê başûr.

Sînorên ligel Duhok, Hewlêr û Selahedîn ewle ne, ji ber bicihkirina yekîneyên serbazî di dema şerê rizgarkirina Mûsilê de, hevdem lîderên ewlekarî li Enbarê dibêjin ku tu tirs ji derbasbûna bi dizî ya DAIŞ bo parêzgehê tune ye.

Hemû rêyên bakurî û rojavayî yên Enbarê hatine ewlekirin, wan got.

DAIŞ berî niha pişta xwe bi rêya Beycî-Hedîsa girê dida daku navbera Mûsil û Enbarê de tevbigere, ku niha di bin kontrola hêzên Iraqî de ye, fermandarê heşda eşayirî li navçeya Bexdadî Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarî herwiha rêyên biyabanî li beşên rojavayî kontrol kirine, dest bi girêdana Hedîsa bi Kubeysa, Hît û Bexdadî kirine, û li piraniya wan bendên axî û têl danîne," wî got.

Ev tedbîr dê rê li endamên DAIŞ bigrin ku bikaribin bi dizî ji derveyî parêzgehê derbasî deverê bibin, wî got.

Endamên DAIŞ ên girtî dema ku hewl didan bi rêya deriyên fermî û xalên kontrolê derbas bibin bi rêya nasnameyê yên sexte hatin girtin, wî got, anî ziman jî ku tu kes ji wan bi rêya biyabana bakurî an rêyên dûr derneketiye.

"Terorîstên DAIŞ nikarin vegerin Enbarê ne ji Mûsilê û ne ji her cihekî din ji ber ku bingeha piştgiriya xwe di nav xelkê Enbarê de û di civaka êlî de ji dest dane," wî got jî.

"Xelkê Enbarê dê tu carî siyasetên zordarî yên DAIŞ di dema desthilata wê li ser parêzgehê de ji bîr nekin," Semermedî got.

Dorpêçkirina Mûsil ji aliyê hêzên Iraqî ve dê ne tenê alîkariyê di rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya çekdarên DAIŞ de bo bajarên din ên Iraqî bike lê herwiha dê rêyên wan ên alîkariyê ji derveyî parêzgehê qut bike, Parlementerê Iraqî Mihemed Seyhûd ji Diyaruna re got.

Ev yek dê "gelekî herikîna terorîstan bi Iraqê kêm bike", wî got, anî ziman ku qutkirina van rêyan "dê bi awayekî berçav rizgarkirinê û bidawîbûna hebûna serbazî ya DAIŞ li Iraqî bilez bike her dema ku dawîbûna wan li Mûsilê pêk were".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500