Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi wêneyan: Hêzên Iraqî derbasî deverên Mûsilê yên nûrizgarbûyî dibin

Diyaruna

Hêzên Ajansa Dije Terorê ya Iraqî taxa Tehrîr li rojhilatê Mûsilê pak dikin piştî şikestina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Hêzên Dije Terorê taxa Tehrîr li rojhilatê Mûsilê ewle dikin piştî derxistina wê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" bi temamî. [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Xanimeke Iraqî li devera Muharibîn a Mûsilê nîşana serketinê bilind dike dema ku hêzên ewlekariyê di taxa wê re derbas dibin piştî ku wan taxa wê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" roja 24ê Mijdarê rizgar kir. [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Fermandarê Hêzên Dije Terorê Ferîq Ebdul Wehab Saidî rewşa şêniyên Tehrîr ên ku li warê xwe mane dişopîne di demekê de ku operasyona rizgarkirina Mûsilê bi rehetî pêş dikeve. [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Fermandarê Hêzên Dije Terorê Ferîq Ebdul Wehab Saidî rênimayan dide hêzên xwe dema ku ew li pêşiya fermandariyeke wêranbûyî ya DAIŞ û avahiyeke kontrolkirî rawestiyaye li taxa Edin, li rojhilatê Mûsilê. [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Welatiyekî Iraqî agahiyan li dora cihê vehewandina çekdarên DAIŞ li gundê Gîlyo Xan li başûrê rojhilatê Mûsilê dide efserekî artêşê, piştî rizgarkirina gund roja 26ê Mijdarê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye wergirtin]

Efserekî artêşa Iraqî dewriyan li kolanên taxa Emin li rojhilatê Mûsilê ku nû rizgar bûye roja 26ê Mijdarê pêk tîne, bi rêya wesayîteke ku hêzên ewlekarî yên Iraqî ew ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" derxistine. [Wêne ji yekîneyeke hêzên taybet ên Iraqî hatiye wergirtin]

Mizgefta Ehlul Beyt di Mijdarê de tê nîşandan li rojhilatê Mûsilê piştî ku dever ji çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hatiye pakirin. [Wêne ji Hêzên Dije Terorê hatiye wergirtin]

Fermanberên hikûmeta Iraqî agahiyan ji şêniyên Qeyara kom dikin daku wan di programa alîkariyên darayî de bibeş bikin piştî ku navçeya wan Tebaxa borî hat rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî bi giranî li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê şer dikin, û ber bi çemê Diclê ve yê ku bajar dabeş dike pêş dikevin, ew bajarê ku dawîn asêgeha sereke ya grûpê li Iraqê ye.

Heta Çarşemê (30ê Mijdarê), ev bêtirî şeş heftiyan e ku operasyonê destpê kiriye, hêzên Iraqî bi dehên gund û taxan li Mûsilê dubare kontrol kirine , di nav de taxên Tehrîr, Edin, Emin û Muharibîn li rojhilatê bajêr.

Şênî bi sloganan pêşwaziya hêzên rizgarker dikin ( vîdyo temaşe bike ), piştî ku zordariya hukmê DAIŞ a bêtirî du salan bidawî hat, gelek jî ligel hêzên Iraqî hevahengiyê dikin, û agahiyên istixbaratî li dor cihên veşargeh û kombûnên DAIŞ dikin wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Serkeftin ji Iraqê re!

BERSIV BIDE