Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Reqa ji ber nêzîkbûna şerê rizgarkirinê direvin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Xelkê Reqa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" direvin, berê xwe didin bajarokên Ên Îsa û Girê Spî (Tel Ebyed) yên li bakur li ser sînorê Tirkiyê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Xelkê Reqa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" direvin, berê xwe didin bajarokên Ên Îsa û Girê Spî (Tel Ebyed) yên li bakur li ser sînorê Tirkiyê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Di demekê de ku şerê rizgarkirina bajarê Reqa yê Sûriyê nêzîk dibe, gelek sivîl ditirsin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wan weke mertalên mirovî bikar bîne û hewl didin ji deverê birevi, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re got.

Xelk dibêjin ku DAIŞ li bajar teng kiriye ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 5ê Mijdarê de dest bi operasyonê kirin, kafêyên înternetê girtin, qedexeya ser derketinê zêde kirin û xalên kontrolê yên nû danîn.

Ji wê demê ve, xelk dibêjin, DAIŞ hewl daye wê bajar ji dinyaya derveyî qut bike û dorpêçeke medyayî li ser bêtirî 300,000 kesan ferz kiriye.

Kesên ku di revîna ji Reqa de jî biserketin rastî awayên cuda ji zehmetiyê tên, ku destpêka zivistanê û kêmbûna alîkariyan tenduristiya xelkê aware yên ku li kampên Ên Îsa û Girê Spî bicih bûne dixe jêr metirsiyê.

"Awareyên ji gundên derdora Reqa bi awayekî sereke berê xwe didin Ên Îsa û Girê Spî bi rêya korîdorên mirovî yên ewle ku HSD ji bo piştrastbûn ji selametiya sivîlên ku ji deverên DAIŞ direvin vekirine," fermandarê yekîneyeke HSD Ebdilfetah Nesreddîn got.

Proseya derketina sivîlan ne asan e, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku divê hêzên ewlekarî destpêkê piştrast bibin ku endamên DAIŞ wan nagrin dema ku hewla revînê bidin.

Herwiha divê hevahengî ji bo derketin û tevgera wan hebe ji bo piştrastbûn ku ew derveyî rêya êrîşên asmanî ne yên ku DAIŞ armanc dikin , wî got, "bi taybet dema ku bi girûpên mezin derdikevin".

Her dema ku digihin deverên ewle, kesên aware tên pişkinînkirin û kartên wan ên nasnameyê tên kontrolkirin ji bo piştrastbûn ji rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya endamên DAIŞ ên reviyayî an ên ku dixwazin êrîşên xwekuj li dijî sivîlan û hêzên ewlekarî pêk bînin, Nesreddîn got.

Ew piştre bo kampên demkî li Ên Îsa û Girê Spî li ser sînorê Tirkiyê tên veguhestin, an bo kampa Mebrûka nêzîkî bajarê Hesekê, wî got.

Rêxistinên hawarçûnê di amadebaşiyê de ne

Rêxistinên hawarçûnê li Ên Îsa, Tel Ebyed û Hesekê hatine tevgerkirin ji bo mameleya ligel pêla awarebûnê ya çaverêkirî piştî destpêka operasyonê, Ocalan Şêxî, karmendekî hawarçûnê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê got.

"Lê belê, amadekarî gelekî qels dimînin ji ber kêmbûna çavkaniyên berdest û pêwîstiya zêde bi alîkariya navdewletî û cîhanî di hewlên hawarçûnê de ligel zêdebûna çaverêkirî di hemara awareyan de," wî ji Diyaruna re got.

Bêtirî 800,000 sivîl li deverên bin kontrola DAIŞ mane û tenê dikarin birevin Ên Îsa û Tel Ebyed, wî got, ji ber ku deverên derdorê, weke Dêrezor, Heseke, Tedmur, Hema û deverên li gundewarê rojhilatî, di bin kontrola DAIŞ an rejîmê de ne.

Şêxî texmîn kir ku bêtirî "5,000 zilam, jin û zarok, ku piraniya wan hejar an cotkar in" ji dema destpêka kampanyaya serbazî ve awareyî deverên gundewarê rojhilatî yê Reqa bûne.

Xaça Sor a Kurdî guhdana bijîşkî didin van kesan û kar dike li ser pêşkêşkirina derman û gundana bijîşkî ya bilez ji kesên bitemen, zarok û kesên bi nexweşiyên giran re, wî got.

Hevdem, Rêxistina Kobanî ji bo Hawarçûn û Hawarçûnê xwarin û pêdiviyên sereke didin hejmareke mezin ji awareyan bi hevahengiyê ligel grûpa AVC ya Kiristiyanî ya xêrxwazî, wî got jî.

"Zehmetiya herî mezin ku rastî awareyan û kesên ku rola wan di hewlên hawarçûnê de heye tê rastiya ku pêla awarebûnê hevdem e ligel hatina zivistanê," Şêxî got, anî ziman ku ji ber vê yekê dê hewlên zêdetir pêwîst bin ji bo peydakirina betanî, cilên zivistanê, pêdiviyên germkirinê, sûtemenî û dermanan.

Revîna cotkarekî

Gelek kesên ku ji rojên destpêkê yên şer ve reviyane bi eslê xwe ji gund û erdên gundewarên li bakurê parêzgeha Reqa ne, Cotkarê xwecihî Mecid Casim, gundiyê gundê Irêkat li gundewarê Reqa ku li Ên Îsa bicih bûye, got.

Ev xelk "girêdayî civakên cotkarî ne ku xelkê wan bi temamî pişta xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan girê didin", wî ji Diyaruna re got.

Dema ku şer nêzîk dibe, endamên DAIŞ ji gelek deveran vedikşin, ku vê yekê derfet daye xelkê ku birevin deverên ewle.

Rewşa awareyan gelekî xirab e, Casim got, "bi taybetî ji ber zehmetiya ku bi mehan dîtine ji ber kêmbûna çavkaniyan, û ji ber rastiya ku hinek ji wan ji ber vê di bin xeta hejariyê de bûn".

Hinek piyade derketin û mal û milkên xwe yên kêm li pey xwe hiştin, lê belê kesên ku rewşa wan hinekî baş bû karîn li ser traktor û makîneyên xwe yên çandiniyê birevin û hinek serî pez jî bi xwe re derxistin, wî got jî.

Casim got ku wî û hejmarek ji malbatên ji gundî wî û gundên derdorê "xwestin ku birevin li şûna ku bimînin û bikevin ber destê endamên DAIŞ ku dê ew weke mertalên mirovî wan bikar anîbaya.

HSD rêyek ji wan re peyda kiriye daku ji gundê Irêkar derkevin, wî got, piştrast bûn ku mayîn li rê tune ne û herwiha ku ne di rêya êrîşên asmanî de ne daku guman li wan neyê kirin ku ew endamên DAIŞ in û dixwazin bi dizî derbas bibin an jî ji Reqa direvin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500