Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Darayîya DAIŞ lawaz dibe di demekê de ku operasyona Mûsilê germ dibe

Xalid Ta'î

Serbazekî ji Firqeya 2ê ya Hêzên Taybet ên Iraqî balafireke dron birêve dibe, û dûman ji cihekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku hatiye lêdan derdikeve li taxa Kerkûklî ya Mûsilê di 14ê Mijdarê de. [Odd Andersen/AFP]

Serbazekî ji Firqeya 2ê ya Hêzên Taybet ên Iraqî balafireke dron birêve dibe, û dûman ji cihekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku hatiye lêdan derdikeve li taxa Kerkûklî ya Mûsilê di 14ê Mijdarê de. [Odd Andersen/AFP]

Herikîna dahata "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), ku ew bi awayekî sereke pişta xwe bi çalakiyênbi darê zorê û qaçaxiyê girê dide, hat xeniqandin ji ber ku hêzên Iraqî li girûpê teng kirine, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Karînên darayî yên girûpê ku berî niha bi rêya êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê hatine qelskirin , di "daketineke xuya" de ne di demekê de ku hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve pêş dikevin, wan got.

Ji ber ku DAIŞ rastî şikestinê tê di asêgeha xwe ya dawîn de li Iraqê, karîna çekdarên wê ji bo birina pereyan bi zorê ji xelkê qels bûye, wan got, ligel zêdebûneke berçav di dizîn û xwarina pereyên girûpê de ji aliyê lîderên DAIŞ ve, ku pereyan bo cihên nenaskirî dişînin.

Gurzek li DAIŞ ketiye ji ber "jidestdayîna karîna reva ji Mûsilê ligel pereyên di destê wê de", endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekaa got.

"Serkeftinên serbazî weke suprîzeke temam ji girûpê re hatin," wî ji Diyaruna re got. "Pêşketina hêzên ewlekarî û dorpêça tund li ser bajar terorîst şaş hiştin, ku bawer wan dikir ku demeke bes ji wan re mabû daku ew tev pereyên ku kom kirine birevin."

" DAIŞ rastî zehmetiyên mezin tê di hewldana ji bo qaçaxiya pereyên wê yên mayî de [bo derve], ji ber ku hêzên me hemû rêyên revê li wan girtine ," wî got, piştrastbûna xwe nîşan da ku hêzên Iraqî dê bikaribin pereyan vegerînin û DAIŞ bişkînin.

Çavkaniyên fînansekirinê tên zuhakirin

"Piştî ku DAIŞ beriya du salan Mûsil dagir kir, endamên wê pere ji bankên hikûmî dizîn û bi milyonên dolaran ji firoştin û qaçaxiya petrola xav û asewarên dîrokî û ji talankirina mulkên dewletê kom kirin," Wekaa got.

Lê berê, ev çavkaniyên fînansekirinê vê dawiyê hatin jihevxistin , ji encama êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê yên tund, ku gelek veşargehên pereyên girûpê û rêyên qaçaxiyê kirin armanc, wî got jî.

"Vê demê tiştê ji wan re mayî tenê bac in, ku ew jî hêdî hêdî qels dibe ji ber ku deverên bêtir ji destê wan derdikevin û êdî nikarin weke berê xelkê bitirsînin ji bo dayîna bacan," Wekaa got.

"Me herwiha bihîst ku DAIŞ vê dawiyê dest bi firoştina otombîl û malên ku dest danîbûn ser kiriye bi bihayên gelekî erzan daku bikaribe mûçeyên çekdarên xwe bide, lê nikariye tu kiryaran bibîne," wî got.

"Agahiyên me nîşan bi wê yekê didin ku hejmareke zêde ji haletên dizî û xwarina pereyên DAIŞ ji aliyê lîderên girûpê ve derketine," wî got.

Hinek ji wan ji postan hatin rakirin û hatin cezakirin, lê hinekên din tev pereyan reviyan bo cihên nenaskirî, Wekaa got.

DAIŞ rastî krîzeke darayî tê

Destê DAIŞ di qaçaxiyeke berfireh a pereyan de ji Iraq bo Sûriyê heye ji mehên destpêkê ve ji dagîrkirina wê ji Mûsilê re, Xiyas Surcî, berpirsê ragihandina şaxê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, ku partiyeke siyasî ya Kurdî ye, got.

"Talankirin, qaçaxî û firoştina petrol û asewaran dahatên gelekî mezin ji terorîstan re peyda dikirin, alîkariya wan di avakirina hêzeke darayî ya mezin de kir," wî ji Diyaruna re got.

Lê ev yek niha "bi temamî ji hev ket, û DAIŞ niha nikare qaçaxiya pereyan bike," wî got. "Wê serbestiya çûnûhatinê ji dest daye, û hêzên ewlekariyê deverên di bin kontrola wê de li Mûsilê kontrol dikin."

" Herwiha, DAIŞ ji gelek mehan ve rastî krîzeke darayî ya tund hatiye ji ber qelsbûna çavkaniyên wê ," wî got jî.

"Wê pere û bac li ser dikandaran, xwediyên erebokan, cotkaran, xwedîkerên sewalan û çalakiyên kirîn û firoştinê ferz kirin, û herwiha ji cezayên darayî yên ferzkirî li ser kesên ku rênimayan binpê dikin," wî got.

DAIŞ herî kêm mehane $5 milyon ji van bacan qazanc dikirin, Surcî got.

Lêgerîna bêhêvî li pereyan

Ji ber ku aboriya DAIŞ dikeve, Surcî got, çekdarên wê berê xwe dane jêkirina mulkên hikûmî yên binirx, di nav de şelît, jeneratorên elektirîkê û alavan, "û wan li bazara reş difroşe".

Rizgarkirina Mûsilê dê gelek nehêniyên DAIŞ eşkere bike, dibe ku heta tevgera wê ya qaçaxiya pereyan jî û firoştina wê ji çavkaniyên niştîmanî re ji bo organîzekirina çeteyên tawanan, Dureyd Hîkmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa got.

"Girûp nefesên xwe yên dawî distîne," wî ji Diyaruna re got. "Proseya rizgarkirinê, ku ji dema xwe ya yekalîker nêzîk dibe, dê hemû çavkaniyên wê ji nav bibe, û hemû mulk û pereyên dewletê dê ji dewletê re vegerin, û mulkên xelkê dê ji xwediyên xwe yên eslî re vegerin."

Piştî ku ev yek were pêkanîn, wî got, "em dê dest bi qonaxeke nû ji dubare avakirina bajarê xwe yên hezkirî Mûsil bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 100% çêkirina Wehabiya ye. Wê sûd ji endamên wê yên tekfîrî li Erebistana Siûdî û li Kendavê werdigirt. Lê belê, niha ew dorpêçkirî ye, û tiştê ku ew aniha dike mîna hewildana heywanekî serêkirî ye. Leneta Xwedê li şeytanên Necid be ku Pêxemberê me (silavên Xwedan lê bin) got ku Girava Erebî dê ji ber fîtineyên wan biheje. Dawiya baş ji bawermendan re ye.

BERSIV BIDE