Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Propagendeya DAIŞ alîgiran ji têkçûyîna xîlafetê re amade dike

Xalid Ta'î

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku di destpêka Mijdarê de hatiye belavkirin bi navê, "Bi Rastî, Serkeftin bi Sebrê Pêk Tê", ku tê de ala DAIŞ daxistî ye.

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku di destpêka Mijdarê de hatiye belavkirin bi navê, "Bi Rastî, Serkeftin bi Sebrê Pêk Tê", ku tê de ala DAIŞ daxistî ye.

Di demekê de ku hêzên Iraqî nêzîktir dibin, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) çekdar û alîgirên xwe ji şoka jidestdayîna Mûsilê re amade dikin bi rêya veguhertina propagendeya ku ew berhem tîne, berpirsên Iraqî û pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Veguhertineke tektîkî di gihandina nameya DAIŞ de heye ku xuya ye ew pêşbîniya şikestina wê ya mezin û ketina wê psîkolojî ya di serencamê de dike, ku dibe ew bê wateya bidawîbûna girûpê weke hêzeke şerker, wan got.

Nameya toamara deng ya dawî ya lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî tirsa wî ji "morala daketî" di nav şopênerên wî de eşkere dike , Parlementerê Iraqî yê parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Liweyzî ji Diyaruna re got.

Di gotara xwe de, ku 3ê Mijdarê li ser înternetê hat belavkirin, Bexdadî zimanekî bikar tîne ku pêşbîniya şikestina DAIŞ dike û nîşan dide ku xewnên wî ku bibe xelîfe li ber ba çûn, wî got.

Hêzên ewlekariya Iraqî neqşekeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di bin pirekê de li parêzgeha Nînewa paqij dikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên ewlekariya Iraqî neqşekeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di bin pirekê de li parêzgeha Nînewa paqij dikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Gotarên dawî yên lîderên DAIŞ ên din û îmamên mizgeftan giringiyê didin Reqa weke "paytexta xîlafetê" li şûna Mûsil, wî got jî, ji bo şandina nameya ku jidestdayîna Mûsil nayê wateya jidestdayîna "xîlafetê".

"DAIŞ baş dizane ku rojên wê li Mûsil kêm mane û niha di nav alîgirên xwe de rê ji qonaxa bê re xweş dike daku ew şikestinê qebûl bikin û şokê derbas bikin," Liweyzî got.

Girûpa, ku tadayî li Îslam, Misilmanên Sunî û êlên Ereb kir bi rêya tawanên xwe yên kirêt, bi taybetî li dijî hindikahiyên olî, piştgirî ji dest daye li civakên ku hukmê xwe li wan ava kir û gelekî lawaz dibe, wî got jî.

"Xelkê ku li jêr hukmê DAIŞ zehmetî kişandin û niha ji wan rizgar bûne, dixwazin deverên wan ên rizgarbûyî ji terorîstan paqij bimênin," wî got. "Xelk careke din bi mekîneya propagendeya DAIŞ nayê xapandin û ew waneyeke baş fêr bûn."

Xapên DAIŞ hatin eşkerekirin

DAIŞ hemû hewlên xwe di makîneya xwe ya propagendeyê de wezîfedar kirin ji bo kêmkirina wan kesên ku li dijî wê ne bi gotin an bi kiryaran, serokê Komeleya Zanayên Iraqî Şêx Xalid Mula ji Diyaruna re got.

"Weke çawa ol weke qelbaxekê ji karên xwe yên berberî re bikar anîn, niha hewl didin bi heman awayî ku tiştê li ba wan mayî biparêzin," wî got.

" Xîlafeta wan a şaş ku hewl dan xelkê bi rêya wê bixapînin li Iraqê bi temamî herifî û êdî qet ava nabe," wî got. "Ne girîng e ew çi dibêjin, êdî xelk nayên xapandin."

Girûp vê yekê dizane, Mula got, û niha hewl dide propagendeya xwe bikar bîne ji bo parastina asêgeha xwe ya dawî li bajarê Reqa yê Sûriyê.

DAIŞ di daketineke serbazî û moral de ye û "tu propagendeyeke derewîn nikare wê biparêze", berdevkê berê yê Wezareta Hundir Ebdulkerîm Xelef ji Diyaruna re got.

"Ji me re ne girîng e tiştê ku DAIŞ dibêje yan gelo ka paytexta xîlafeta wê ya îdiakirî li Mûsil an li Reqa ye," wî got. "Tiştê ji me re girîng e serkeftinên li ser erdê ne ku ji aliyê hêzên me ve li dijî girûpa tundrew tên bidestxistin."

"Maskê DAIŞ berî demeke dirêj ket û em niha dikarin rûyê wê yê kirêt bibînin," wî got. "Êdî zehmet e ku xelk propagendeya wê bawer bikin piştî ku ew bi agirê terorîzmê hatin şewitandin."

Ziyan hatin eşkerekirin

Ji destpêka şerê rizgarkirina Mûsil ve, Xelef got, DAIŞ fermandarên xwe yên bilind û çekdarên xwe ji dest dane, ligel piraniya çekan û otombîlên xwe.

DAIŞ êdî nikare ziyanên xwe li Mûsil veşêre, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Girûp hewl dide alîgirên xwe piştrast bike ku xîlafeta wê ya îdiakirî hîn zindî ye lê ew bi rastî dimire," wî got, anî ziman ku deverên stratejîk weke Hemam Elîl li başûrê Mûsilê niha di bin kontrola hêzên Iraqî de ne .

"Li aliyê bakurê bajar, me karî devera Sadat Bewîza vegerînin û rêya Şelalat vekin," wî got jî. "Ji aliyê rojava ve, em gihane xaçerêya navbera Hedir û Eyn Cehiş."

"li beşên rojhilat û başûrê rojhilat, hêz ber bi rexê rojavayî ji Mûsilê pêş dikevin û hejmareke tax rizgar kirin, di nav de Quds, Xedra, Axa, Intisar û Zehra", wî got.

Rêya navbera Mûsil û Kerkûkê dubare hat vekirin û gundên devera Zab jî hatin rizgarkirin, Resûl got jî.

"Pilana me ji bo rizgarkirina Mûsilê baş birêve diçe, û em berdewam in di serkeftinên di meydana şer de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Doktorê DAIŞ Ebdilwehab Meşhedanî mir. Em yên Xwedê ne û em dê vegerin bal wî.

BERSIV BIDE

Binavkirina vê koma tawankar bi "Islamî" neheqiyeke li Islamê û pêxember. Baştrîn pesin ew e: dewleta tarîhî û reşahî ya van nexweşên derunî ya ku kêliyên xwe yên herî dawî jiyan dike.

BERSIV BIDE