Nûçeyên Iraqê
Topic/Iraq/sectionlead

Artêşa Iraqî Hemdaniya ji teqemeniyan paqij dike

Ala Husên li Bixdayê

Serbazekî Iraqî Incîlê li Kilîseyê li navçeya Hemdaniya, başurê rojhilatê Mûsilê, ya ku di vê dawiyê de hatiye rizgarkirin dixwîne. [Wêne ji hêzên taybet ên Iraqî hatiye wergirtin]

Serbazekî Iraqî Incîlê li Kilîseyê li navçeya Hemdaniya, başurê rojhilatê Mûsilê, ya ku di vê dawiyê de hatiye rizgarkirin dixwîne. [Wêne ji hêzên taybet ên Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî çekên ne teqayî ji cadeyên Hemdaniya, başurê rojhiatê Mûsilê, radikin, weke amadekarî ji vegera nîştecihên navçeyê re, berpirsan ji Diyaruna re got.

Qezaya parêzgeha Nînewe, ya ku mala hejmareke mezin ji Kirîstianên Siryanî ye, hat rizgarkrin roja 23ê Cotmehê piştî du salan ji hukmê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), û gelek ji kenîseyên li navçeyê rastî wêrankirinê anjî şewitandinê hatine.

"Kar ji bo vegerandina aramiyê li Hemdaniya pêk tê, weke vekirina bingeha polîsan li navçeyê," birêveberê polîsên Nînewa Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re got.

Wî bang li niştecihan kir ku vegerin malên xwe li beşên rizgarbûyî li parêzgehê.

"Ez ji we dixwazim ku hun vegerin û tiştên ku DAIŞ wêran kiriye nûjen bikin, ji ber ku bajarok tenê bi hêza xelkên xwe tên avakirin," wî got.

Berpirsyaretiya girtin û zeftkirina erdên rizgarbûyî dê li stûyê parêzgeha Nînewe, hêzên heşida êlî û hêzên xwecihî be, wî got, û bang li niştcihan kir ku "di çend rojên bên de hevkarî ligel hêzên ewlekairyê bikin û ligel wan biwestin".

"Ewlehî berpirsyaretiyeke tevayî û lazime hemû kes hevahengiyê ji bo peydakirina ewlehiyê bikin û nehêlin terorîzm vegere," wî anî ziman.

Paqijkirina deverê, peydakirina xizmetan

Hêzên ewlekariyê paqijkirina navçeyê ji mîn û bombeyên bidestçêkirî ku çekdarên DAIŞ di dema reva xwe ji deverê li pey xwe hiştibûn didomînin, Hemdanî got.

Dema ku bê ragihandin ku dever ewle ye ji teqemeniyan û mayînên şer, dê hewilên vegerandina xizmetan bên dayîn, wî anî ziman.

Yekîneyên endazyarî ji lîwayê Zirxî 35ê yê artêşa Iraqî karê paqijkiirna bajarok ji paşmahiyên teqemeniyên şer, rakirina mîn û bombeyên bidestçêkirî dikin, ligel wêrankirina tunelên DAIŞ çêkirine, Muqedem Omer Adil, fermandarê ketîba 5ê ya tankan a Lîwayê 35ê, got.

"Tîmên endazyarî ji niha ve, di hefteya yekê de piştî rizgarkirinê, zêdetir ji 300 amûrên teqîner rakirine û 20 bombeyên otombîlan teqandine, û bi dehên tunelên ku DAIŞ kolandine daku livên wan li bajar neyên dîtin hatin têkdan," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî jî kar ji bo ewlekirina îmdad û hêlên sînorkirinê ligel hêzên Iraqî yên din li dever û bajarokên nêzîk dikin dakuzexema şer bimîne û têkilî baş bibin.

Endamê encumena parêzgeha Nînewe Dawûd Cundî ji Diyaruna re got ku hukmeta xwecihî "beriya niştecih vegerin bajar dê dest bi tevgera hewilên ji bo vegerandina xizmetguzariyan bike".

Ev dê komkirina asewar û qirêjê ji kolanan, nûjenkirina torên av û torên karêzan û xetên kehrebê li xwe bigre, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500