Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hikûmeta Iraqî alîkariya bi hezarên kesên reviyayî ji Mûsilê dike

Xalid Ta'î

Jineke Iraqî ku ji şerê Mûsilê reviyaye alîkariyê li kampa Xazir a awareyan werdigre. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan]

Jineke Iraqî ku ji şerê Mûsilê reviyaye alîkariyê li kampa Xazir a awareyan werdigre. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan]

Hikûmeta Iraqî penageh û alîkariyê pêşkêşî bi hezarên malbatên ku ji bin destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) reviyane pêşkêş dike di demekê de ku hêzên Iraqî ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê pêşve diçin.

Hejmara xelkê aware ji dever û gundên derdora Mûsilê gihiştiye 37,184 kesan, Wezareta Koç û Koçberan roja Sêşemê (8ê Mijdarê) got.

"Tîmên wezaretê îro 1,823 sivîlên aware ji Mehlebiya, Qerac, Mûsil, û Semah li parêzgeha Nînewa wergirtin, û herwiha ji Hewîce li parêzgeha Kerkûkê," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Ew ji bo kampên Hesen Şam û Dîbega li rojhilatê Mûsilê hatin veguhestin, ku li wir xwarin û alîkariyên nepereyî wergirtin.

Hinek kampên din awareyan werdigrin ji berî ku şer destpê bike û di nav wan de kampa Cadaa li Qeyara, Xazir li Hewlêr, Zileykan li Şêxan, Diya Selal, serokê Komîteya Bilind a Hawarçûna Awareyan li herêma Kurdistanê got.

"Her dema ku aware digihin yekîneyên me yên serbazî, em wan bi alîkariya hêzên ewlekarî ji hêzên şer dibin kampan," wî ji Diyaruna re got.

Ew wê demê yekser pêdiviyên penayê, xwarin û alîkariyên hawarçûnê yên bilez werdigrin, wî got jî.

Rewş di bin kontrolê de ye

"Em her karekî dikin ji bo derbaskirina hemû zehmetiyan," wî got. "Zehmetî gelek in lê em dikarin rûbirûyî wan bibin û bihêlin ku rewş bin kontrolê bimîne."

Mihemed Huseynî, ji Wezareta Koçberiyê ya herêma Kurdistanê, ji Diyaruna re got ku wezaretê bi hezarên pêdiviyên alîkarî û xwarin li ser awareyan dabeş kirine.

"Ew ji sebetên xwarina zuha, cil, doşek, betanî, xazên çêkirina xwarinê û alavên navmal pêk tên," wî got.

Bi hevahengiyê ligel Wezareta Petrolê, parên ji petrola sipî li ser nêzîkî 2,000 malbatan hatin belavkirin ku para her malbatekê 200 lîtir bûn, wî got.

"Belavkirina alîkariyan berdewam e û em amade ne ku xizmeta hemû xelkê aware bikin," Huseynî got.

Hevdem, xelkê hinek gund û deverên ku hatine rizgarkirin berî niha dest bi vegerê kirine.

Li navçeya Qeyara û gundên derdora wê li aliyê başûrê Mûsilê, herî kêm 4,000 malbatên aware vegeriyane malên xwe ji dawiya Tebaxê ve, Cîgirê Wezîrê Koçberiyê Casim Etiya got.

Wezaret dixwaze ku vegereke bilez ji hemû awareyan bo malên wan re peyda bike piştî ku ewlehî vegere, wî got.

"Dema aware vedigerin malên xwe, ev yek barê krîza awarebûnê siviktir dike û alîkariyê dike ji bo giringîdan bi awareyên nû," wî got.

"Em ewle ne"

Wezareta Bazirganiyê jî xwarinê digihîne deverên rizgarkirî li başûrê Mûsilê, berdevkê wezaretê Mihemed Hemdanî ji Diyaruna re got.

Parên xwarinê ji ard, şekir, zeyt û birinc pêk tên û li ser malbatên li Qeyara û gundên rizgarkirî weke Hod, Lazakah û Um Menasîs tên belavkirin.

"Xwarina embarkirî ya ku têra hemû xelkê Mûsil û gundewarên wê dike li ba me heye," Hemdanî got.

"Em baş amade ne û berdewam in li ser gihandina xwarinê bo her devereke ku ji zordariya DAIŞ xilas dibe," wî got.

Ebû Wedah, awareyekî ku xwest bernavekî bikar bîne, got ku ew ligel bi dehên malbatên din ji gundê Bezwaya li rojhilatê Mûsilê berî du hefteyan reviya û ligel hêzên ewlekarî berê xwe dane penagehekê.

"Hêzên Pêşmerge xizmeta me kirin. Xwarin û vexwarin dane me û em birin kampa Xazir," wî ji Diyaruna re got.

"Niha guhdan, xwarin ji me re tên pêşkêşkirin û ya ji hemûyan girîngtir, em ewle ne," wî got.

"Ev tiştê ku em bi hewceyê wê ne. Êdî ne teror, ne kuştin û ne qedexekirin. Şikir ji Xwedê re ku em rizgar bûn," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500