Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevpeymaniya nû ya Eniya Nusra rastiya wê ya tundrew tekez dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarên Cund el-Eqsa amadekariyan dikin ji bo şerê Ehrar Şam li gundewarên Hemaya Sûriyê. Girûpê vê dawiyê ragihand ku wê hêzên xwe tevlî Eniya Nusra kirine. [Wêne ji Mihemed Xalid/Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî yên Sûriyê hatiye wergirtin]

Çekdarên Cund el-Eqsa amadekariyan dikin ji bo şerê Ehrar Şam li gundewarên Hemaya Sûriyê. Girûpê vê dawiyê ragihand ku wê hêzên xwe tevlî Eniya Nusra kirine. [Wêne ji Mihemed Xalid/Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî yên Sûriyê hatiye wergirtin]

Tevî ku Eniya Nusra di mehên dawî de hewl da ku xwe weke girûpeke opozîsyonê ya miyanrew bide pêş bi rêya guhertina navê xwe bo Eniya Fetih el-Şam û qutkirina pêwendiyên xwe ligel Qaîda, yekgirtineke nû ev tevgerên wê xistin jêr pirsyaran.

Di daxuyaniyekê de roja 9ê Cotmehê ku ji aliyê herdu aliyan hatiye îmzekirin, Eniya Nusra ragihand ku Cund Şam, girûpeke tundrew e ku pêwendiyên wê ligel Qaîde hene, dê tevlî rêzên wê bibe. .

Ev gav nîşan dide ku, tevî îdiayên wê, Eniya Nusra dimîne grûpeke tundrew, pisporan ji Diyaruna re got, anîn ziman ku ev yek herwiha eşkere dike çawa girûpên weke Eniya Nusra rikeberiyê li ser tevlîkirina girûpên kêmtir-hêz dikin dema ku hêz û karîgeriya wan kêmtir dibe.

Yekgirtina ragihandî herwiha hewleke bêhêvî ye ji bo vemirandina şerê navxweyî navbera girûpên opozîsyonê yên hevpeyman, wan got, nîşan bi pevçûnên tund ên vê dawiyê ku navbera Eniya Nusra û Ehrar el-Şam derketin dan.

Çekdarên Cund el-Eqsa xwe ji bo şerê Ehrar el-Şam li Hema bikin amade dikin. [Wêne ji Mihemed Xalid/Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî yên Sûriyê hatiye wergirtin]

Çekdarên Cund el-Eqsa xwe ji bo şerê Ehrar el-Şam li Hema bikin amade dikin. [Wêne ji Mihemed Xalid/Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî yên Sûriyê hatiye wergirtin]

Kokên têkilhev

Cund el-Eqsa, ku weke girûpeke terorîst ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hatiye diyarkirin, bi eslê xwe yekîneyeke ser bi Eniya Nusra bû. Ew piştre ji girûpa dê cuda bû, lê ma hevpeymaneke Eniya Nusra bi awayekî vekirî.

Cund el-Eqsa "girûpeke çekdar a tundrew e ku selefiya cîhadî dişopîne" û berî niha girêdana xwe bi Qaîde li Kendava Erebî ragihandibû, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Grûp di naverasta 2012an de li Sûriyê derket, wî got.

Ew ji aliyê Mihemed Yûsif Osman, ku herwiha bi navê Ebû Ebdilezîz Qeterî tê naskirin, hat avakirin, "ku li Afganistanê şer dikir, û nêzîkî lîderê berê yê Qaîde Usama bin Ladin bû û herwiha nêzîkî lîderê niha , Eymen Zewahirî ye", wî got jî.

Qeterî li Çeçenistanê jî şer dikir, piştre vegeriya Iraqê ji bo pêkanîna girûpekê ku teqîn encam didan berî ku berê xwe bide avakirina Ketîbeyên Tewhîd wel Cîhad, ligel Ebû Musab Zerqawî, li Iraqê.

Bi derketina krîza Sûriyê, Qeterî derbasî sînorê wê bû, û ligel Ebû Mihemed Colanî Eniya Nusra ava kir, wî got, anî ziman ku Qeterî piştre ji Eniya Nusra cuda bû ji bo avakirina Cund el-Eqsa, ku destpêkê navê wê Seraya el-Quds bû.

Hêza vê griûpê li gundewarên Hema û Idlibê zêde bû, Ebdula got.

Cudabûna ji Eniya Nusra

Cund el-Eqsa niha ji aliyê Ebû Diyab Sermînî tê rêvebirin, Ebdula got, anî ziman ku derketina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) xaleke werçerxêner ji girûpê re bû, ji ber ku hejmareke mezin ji endamên wê tevlî DAIŞ bûn.

"Dema şer navbera Eniya Nusra û DAIŞ di 2014an de derket, [Cund el-Eqsa] ragihand ku ew helwesteke bêalî distîne, û bi temamî ji Eniya Nusra cuda bû," wî got.

Di Mijdara 2014an de, laşê Qeterî li goreke bikom nêzîkî cihê Eniya Şoreşgerên Sûriyê hat dîtin. Cund el-Eqsa û Eniya Nusra şerekî tund li dijî girûpê kirin ji bo tolvedanê ku ew şer bû sedema jinavbirina wê girûpê.

Yekgirtina vê dawiyê ya Cund el-Eqsa ligel Eniya Nusra "ne suprîz e, ji ber ku ew di destpêkê de beşek ji Eniya Nusra bû berî ku jê cuda bibe", analîzerê serbazî yê Misrî û efserê artêşê yê xanenişîn lîwa Ebdulkerîm Ehmed, ku pisporê karûbarên Qaîde ye, got.

Cudabûna Cund el-Eqsa ya sala 2015an ji Ceyş Fetih, hevpeymaniyeke ku Eniya Nusra jî li xwe digre, bi awayekî sereke ji ber aloziyên wê ligel Ehrar el-Şam bû, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku Cund el-Şam qet şerê DAIŞ nekiriye.

"Şerê ku navbera Cund el-Eqsa û tevgera Ehrar Şam qewimîn nîşaneke xurt e li ser çawaniya birêveçûna bûyeran di dema bê de," wî got, anî ziman ku şerê navxweyî zêde bûye ji ber guvaşên serbazî û darayî.

Rengên rasteqîn

Tevlîkirina Cund el-Eqsa ji aliyê Eniya Nusra ve li dijî hewlên wê yên ji bo nîşandana wê weke komeke opozîsyonê ya miyanrew e , Ehmed got.

"Li gorî dîroka Cund el-Eqsa û paşxana damezrênerên wê, dikare bê gotin ku ew li ser îdolojiyeke têkel dimeşe ku îdolojiyên Eniya Nusra û DAIŞ têkilî hev dike," wî got.

Ev wê yekê zelal dike çima Colanî xwest girûpê tevlî rêzên xwe bike, wî got, "bi taybetî ji aliyê baweriya şer a piraniya çekdarên wê ku li ser tundutûjî, xweteqandin û xwenoqîkirin di rêzên dijmin de avakirî ye".

Ev gava Eniya Nusra hat avêtin ji bo rêgirtin li endamên Cund el-Eqsa ku loyalîteya xwe ji DAIŞ re nîşan bidin, wî got jî.

"Cund el-Eqsa yek ji komên Îslamî yên herî tundrew e û gelek caran weke DAIŞ tê wesifkirin," Mihemed Xalid ji komîteya hevahengiya Seraqib, ku girêdayî Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî yên Sûriyê ye, got.

Girûpê vê dawiyê ragihand ku dest bi bicihkirina famkirina xwe ji şerîetê re kiriye li deverên bin kontrola wê li Idlib û Hema, wî ji Diyaruna re got, û naskirî ye bi armancgirtina Kiristiyanan.

Tevlîkirina Cund el-Eqsa ji aliyê Eniya Nusra ve nîşana guhertina çawaniya birêveçûna grûpa dê ye, ji ber ku bi vê hevpeymaniyê ew êdî nikare îdia bike ku beşek ji opozîsyona miyanrew e anjî pêwendiyên xwe ligel Qaîde înkar bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500