Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Destêwerdana Bilez: Hêzên Iraqî yên taybet ber bi Mûsilê ve pêş dikevin

AFP

Ev wêneya ku di 21ê Cotmehê de hatiye girtin hêzên Iraqî yên taybet ji Beşa Destêwerdana Bilez nîşan didin, ku pêşengiya pêşketina li başûrê Mûsilê dike, nêzîkî gundê Tel Tibah hatiye bicihkirin. [Bulent Kilic/AFP]

Ev wêneya ku di 21ê Cotmehê de hatiye girtin hêzên Iraqî yên taybet ji Beşa Destêwerdana Bilez nîşan didin, ku pêşengiya pêşketina li başûrê Mûsilê dike, nêzîkî gundê Tel Tibah hatiye bicihkirin. [Bulent Kilic/AFP]

Beşa Destêwerdana Bilez a hêzên Iraqî yên taybet, ku pêşengiya pêşketina ji aliyê başûr ve li ser Mûsilê dike, weke hêza êrîşkirinê ya sereke li welat li dijî çekdarên tundrew derketiye.

Bi piştgiriya hêzên piyade û rahênankirî di programeke ku karîgeriya hêzên taybet ên Amerîka li ser wan heye, yekîneya ser bi wezareta hundir ve roleke girîng di şerên din li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) lîstiye, şerê Felûcedi nav wan de ye.

Niha, hêza Destêwerdana Bilez "yekemîn hêz e ku hatiye kandîdkirin daku ji bereya başûrî ve derbasî bajarê Mûsilê bibe" û "pêşengiya yekîneyan li vê bereyê bike", fermandarê wê Lîwa Tamir Mihemed Ismaîl, ji AFP re got.

Ev lutkeya veguhertineke sereke bo hêzê ye, ku bi eslê xwe ji "grûpên biçûk ji parêzgehan" pêk dihat ku erkê wan girtina tawanbaran û şerê li dijî terorê ye, Ismaîl got.

Hêza Destêwerdana Bilez niha bi tifingên êrîşkirinê yên Kirwatî yên nû hatiye biçekkirin, û bi otombîlên mertalkirî yên Humvee bi rengê keskê bêbirqîn ku reşeş li pişta wan in pêş dikeve, û ji aliyê yekîneyên piyade û rokêtan ên taybet ve piştgiriya wê tê kirin.

Guhertin "dema ku erdê wan hat guhertin di sala 2014an de" hat, piştî ku DAIŞ rûberên berfireh li bakur û rojavayê Bexdayê dagîr kirin, Ismaîl got.

"Beşa Destêwerdana Bilez bi hewceyî alavên şer e.... daku erkên xwe yên raspartî bicih bike," wî got.

Qebareya yekîneyê jî bi derbasbûna salan zêde bû, û niha ji hezarên endaman pêk tê.

Rahênana xurt

Ji bo bibin beşek ji hêza Destêwerdana Bilez, divê her yek ji efser û serbazan têkevin çend qonaxên rahênana xurt.

Qonaxek heye ku girîngiyê dide rahênana cesteyî, yeke din girîngiyê çekan û a sêyem weke qonaxa bijartinê tê naskirin.

Ew hin madeyan ji qonaxên din ligel "hinek karînên taybet ên şer ji bo pêşketinê û paqijkirina mal, bajar û kolanan, û mameleya ligel bombeyan, û derman û komunîkasyonê", ligel hinekên din, têkil dike, Ismaîl got.

Rêjeya derçûnê berê 45% bû lê ji ber girîngiya serbazî hat zêdekirin, û niha derdora 60% ye, wî got.

Neqîb Wîsam Emmar, ku sala 2008an tevlî hêza Destêwerdana Bilez bû û niha li parêzgeha Nînewa hatiye bicihkirin weke beşekê ji operasyona Mûsilê, behsa rêjeyeke gelekî zêdetir ji binketinê di dema rahênanê de kir.

"Tê bîra min ku 800 kes ligel me derbasî qonaxê bûn, em efser û serbaz bi hev re derbas bûn. Ji 800 kesî... nêzîkî 97 kes derçûn," Emmar got.

Herkes ji hêza Destêwerdana Bilez "mafê wî heye ku serbilind be... bi vê hêzê, mafê wî heye ku bi xwe serbilind be", Emmar got.

Derbarê ezmûneke ku pêre çêbû dema ku di ximzetê de bû, Emmar behsa gelek haletan ji şerê nêzîk û rûbirû li dijî DAIŞ kir.

"Weke şeytanan"

Mulazim Husên Sultanî, efserê di yekîneya bijîşkî de, berî salekê tevlî hêza Bersiva Bilez bû û niha ew jî li Nînewa hatiye bicihkirin.

Dema bijartinê, "efser û serbaz bi hev re derbas dibin, tu pileya xwe jixwe dikî dema derbas dibî", Sultanî got.

Rikeberiyek navbera Beşa Destêwerdana Bilez û Ajansa Dije Terorê, yekîneya herî navdar a hêzên taybet li Iraqê, heye.

Emîd Rukin Qusey Kazim Hamid got ku di şerê 2015an de ji bo vegerandina Tikrîtê, bajarekî bakurî yê din, ji DAIŞ, Ajansa Dije Terorê ew yekîne bû ku ala Iraqî bilind kir.

Lê berî niha îsal li Felûce, "Beşa Destêwerdana Bilez ew yekîne bû ku al berî hêzên taybet bilind kir û ew hinekî xemgîn bûn".

Hamid diyaloga çavdêrkirî di dema şerê Felûce de bibîr anî ku têde DAIŞ dibêje ku hêzên Bersiva Bilez "weke şeytanan bû, ez nizanim... çawa pêş dikevin".

"Ev nayê wateya ku natirsin -- ti kes nîne ku natirse," Hamid ji hêza Destêwerdana Bilez got.

Lê "dema ku dest bi pêşketinê dikin, paşve venakşin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez endamê yekîneya bersiva bilez im. Ez serbilind im bi wê yekê. Ji Musilê, em dê nêzîk serkeftî bin.

BERSIV BIDE