Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Propagendeya DAIŞ ji îdiayên xîlafetê xwehir dibe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Dîmenek ji vîdyoyeke vê dawiyê ya DAIŞ bi navê "Şanaziya Pîroz" hin endamên grûpê nîşan dide ku zilamek li meydaneke giştî li Reqa, Sûriyê, berî ku were îdamkirin girê dane. Propagendeya DAIŞ a bi vî awayî rastî dûrbûneke berçav ji îdiayên avakirina "xîlafeteke" Islamî hatiye û li şûna vê yekê bêtir girîngiyê dide tundutûjiyê.

Dîmenek ji vîdyoyeke vê dawiyê ya DAIŞ bi navê "Şanaziya Pîroz" hin endamên grûpê nîşan dide ku zilamek li meydaneke giştî li Reqa, Sûriyê, berî ku were îdamkirin girê dane. Propagendeya DAIŞ a bi vî awayî rastî dûrbûneke berçav ji îdiayên avakirina "xîlafeteke" Islamî hatiye û li şûna vê yekê bêtir girîngiyê dide tundutûjiyê.

Makîneya medyayî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) qelstir dibe ji ber jidestdana endamên sereke di tîma wê ya ragihandinê de û şikestina sembolîk a girûpê li bajarokê Dabiq ê Sûriyê , şirovekaran ji Diyaruna re dibêjin.

Rewşa giştî xwedî bandoreke nerênî ya berçav li ser hewlên DAIŞ ji bo çekdarkirina çekdarên nû ye, ew dibêjin.

Hewlên propagendeya DAIŞ, ku alîkarî kir di kişandina bêtirî 30,000 çekdarên biyanî bo Sûriye û Iraqê, gelekî qels bûne di bin guvaşa serbazî de, li gorî lêkolîneke nû ji aliyê Navenda Berengarbûna Terorê ya West Point.

Lêkolîneran dîtin ku "xwehrbûnek di belavok û medyaya civakî de ku dewleteke bibandor nîşan dida" heye, New York Times di raporeke 10ê Cotmehê de derbarê lêkolînê got, nîşan bi tişta bi navê "xîlafeta" DAIŞ da.

Îdiayên DAIŞ bi avakirina xîlafeteke nû "bûye tişteke zêde lawaz", rojnameyê di rapora xwe de got.

Qelskirina propagendeya DAIŞ

Girêdana navbera êrîşên serbazî li ser armancên girîng ên DAIŞ û daketina makîneya medyayî ya bibandor "gelekî xurt e", analîzerê serbazî û efserê artêşa Misrê yê xanenişîn Lîwa Ebdulkerîm Ehmed got.

"Bi van êrîşan, propagendeya ku ji sala 2014an ve ji aliyê DAIŞ ve hat danîn û bi rêya wê karîbû hejmareke mezin ji çekdaran ji seranserî dinyayê çekdar bike, hatiye qelskirin," wî ji Diyaruna re got.

Bi rêya propagendeya xwe, wî got, DAIŞ xwe weke artêşeke ku nayê şikandin nîşan dida û zirtê avakirina xwe bi navê "xîlafetê Islamî" dida.

Herifîna berçav a van îdiayan derbeyeke mezin li DAIŞ dide, wî got, ji ber ku dê êdî nikaribe berê xwe bide van fêlên propagendeyê ji bo kişandina çekdarên nû.

"Fermandariya hevpeymaniya navdewletî gelekî dixwest ku berpirsên DAIŞ ên berpirsiyar ji rêvebirina propagendeya wê ya li ser înternetê bikin armanc," Ehmed got.

Ev êrîş biser ketin di jinavbirina gelek endamên DAIŞ ên ku di rêvebirina makîneya wê ya medyayî de girîng bûn, bi taybetî Wail Adil Hesen Selman Feyad , ku girûpê di daxuyaniyeka 10ê Cotmehê de îtiraf kir ku ew hatiye kuştin.

Mirina berdevkê DAIŞ Ebû Mihemed Ednanî , ku berpirsiyarê operasyonên derve bû, ew jî di 30ê Tebaxê de hat ragihandin.

DAIŞ ji dema destpêka xwe ve gelekî pişta xwe bi van endaman girê dida, wî got.

Ji çekdarên normal ên DAIŞ re, armancgirtin û kuştina lîderên sereke ji wan re nîşan da ku dibe ku ew jî di her demê de werin kuştin, Ehmed got, ku bêguman bandora vê yekê ji bo rêgirtin li çekdarkirin û mayîna di nav grûpê de hebû.

Rola propagendeya dijber

"Propagendeya dijber jî xwedî roleke girîng bû, li kêleka operasyonên serbazî, di qelskirina karînên medyayî yên DAIŞ ku di çekdarkirinê de bikar tanîn," Mazin Zekî, rêveberê beşa medyaya nû di Navenda Ibn Welîd a Misrî bo Lêkolîn û Vekolînên Meydanî de, got.

"Qelskirin û eşkerekirina propagende û derewên ku ji aliyê girûpê ve dihatin belavkirin ji bo şerê li dijî wan girîng e û [di girîngiyê de] weke operasyonên serbazî ye," wî ji Diyaruna re got.

Divê propagendeya dijber karê xwe berdewam bike di redkirina îdolojiya DAIŞ de, ku hewl dida li deverên bin kontrola xwe û di mejiyên xortan de li seranserî cîhanê biçîne.

Ev hewl dibê girîngiyê bidin şikestinên serbazî yên DAIŞ, wî got, eşkerekirina rastiya derbarê DAIŞ û tawan û binpêkirinên ku pêk anîne , û divê piştgiriya karê desthilatên olî yên rewa li welatên Ereb û Îslamî bike.

Îstixlalkirina DAIŞ a olê

Ji dema destpêka wê ve di sala 2014an de DAIŞê êrîşên xwe weke "şerê li dijî kafiran" nîşan dida, oldarê Ezher Şêx Ebdilmoneim Mihemed, îmamê mizgefta Nûr li Maadiya Misrê, got.

Wê ev yek "ji bo çekdarkirina endaman û avakirina civakekê ku alîgirên wê tenê ne" kir, wî ji Diyaruna re got.

Dibe ku ev leşkerîkirina tayifî û olî bibe xwedî bandoreke nerênî eger bi mameleyeke ciddî pêre nehat kirin, ji ber ku rewşa psîkolojîk a mirovî dibe ku carinan berê xelkê bide karên kor.

Ev hal e bi taybetî dema ku "agahiyên ku werdigre tije handana olî, dersên olî yên şaş, kîn û hestê metirsiya li ser hebûnê bin", wî got jî.

"DAIŞ handana bîrokeya ku hemû dinya li dijî wê ye dike," Mihemed got, anî ziman ku propagendeya "xîlafeta" wê li ser bê yekê ye, "ku dibe kesên kêmaqil an jî yên xwedî zanîneke kêm bi zanistên olî bike xefkê".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Şerme ji we re, ji Islama we re, û hebûna we, erê, hûn, kurên Şermê ne!

BERSIV BIDE

Cîhan, Ereb jî di nav de, dê tirsonekên ku mejiyên wan hatine şûştin û paşverûyên ku bawerî bi derewa Qeredawî, muftiyî Seûdî, dewletên Kendavê û Mexrib bi awayekî hov û bê sûc xwîna bi hezarên bêtawanên Ereb rijandin, ji bîr nekin.

BERSIV BIDE