Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bi sedan bi dar ve dike di demekê de ku hêzên Iraqî 1,000 dîl nêzîkî Mûsilê rizgar dikin

AFP/Diyaruna

Zarokên Iraqî yên nû awarebûyî, ku ji tundutûjiya li bajarê Mûsil ê bakurê Iraqê reviyane, li ber deriyê çadirekî sekinî ne dema ku gihiştin kampa Xazir di 27ê Cotmeha 2016an de li gundê Hesen Şam, ku nêzîkî 40 kîlometran li rojhilatê Hewlêrê ye. [Sefîn Hamid/AFP]

Zarokên Iraqî yên nû awarebûyî, ku ji tundutûjiya li bajarê Mûsil ê bakurê Iraqê reviyane, li ber deriyê çadirekî sekinî ne dema ku gihiştin kampa Xazir di 27ê Cotmeha 2016an de li gundê Hesen Şam, ku nêzîkî 40 kîlometran li rojhilatê Hewlêrê ye. [Sefîn Hamid/AFP]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi dehên xelkê kuştin hevdem ligel hilkişandina bi dehên hezaran bo nav Mûsil daku wan weke mertalên mirovî bikar bînin li hember pêşketina hêzên Iraqî, AFP roja Înê (28ê Cotmehê) got.

Ofîsa mafên mirov a NY ragihand ku tê gotin ku DAIŞ bi tenê roja Çarşemê 232 kes kuştin û 24 kesên din di roja pêş de kuştin.

Berdevka ofîsê Ravina Şemdasanî got ku kuştinên bi awayê bidarvekirinê di demekê de tên ku DAIŞ berê xwe daye stratejiya neçarkirina xelkê ku li derveyî Mûsilê dijîn ku biçin nava bajar.

DAIŞ "bi dehên hezarên kesan neçar dike ku ji malên xwe yên li hinek navçeyên derdora Mûsilê derkevin", Shamdasani got.

Kesên bidarvekirî sivîlên ku qebûl nekirin fermanên dubare bicihkirinê bipejirînin û ew ên ku beriya niha ligel dezgehên ewlekarî yên hikûmetê kar kirine li xwe digrin, wê got.

Kuştinên, ku ofîsa mafên mirov a NY got ku "rêjeyeke mezin ji wan hatin piştrastkirin", tenê yên dawî ne di zincîreke karên hovane yên ku ji aliyê cîhadiyan ve hatine pêkanîn ji dema ku dest danî ser hin erdên Iraqê di 2014an de. .

Roja Pêncşemê, Wezareta Berevaniyê ragihand ku hêzên Iraqî bêtirî 1,000 dîlên di destê DAIŞ de li nêzîkî Mûsilê rizgar kir.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş 1,098 sivîl, di nav wan de jin û zarok, ku DAIŞ ew girtibûn rizgar kirin," fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm Cibûrî di daxuyaniyekê de got.

"Ew ji 198 malbatên li Bartea , Başîqa, Betenaya, Xazir û Xezna pêk tên," wî got, anî ziman ku ew bo deverên ewle hatin veguhestin û alîkariya mirovî ji wan re tê pêşkêşkirin.

Hevdem, Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê roja Pêncşemê got ku, 15,804 kes ji destpêka operasyonê di 17ê Cotmehê de aware bûne, piraniya wan li herêma Mûsil.

"Me dît ... çawa hejmar bi awayekî berdewam di çend rojên borî de zêde bûn, û ew niha diçin kampên ku nû hatine danîn," Karl Schembri, şêwirmendê ragihandina herêmî ya Encumena Penaberan a Norwêcî, ji AFP re got.

Hejmara deverên li gundewarên Mûsil heta niha ji DAIŞ hatine rizgarkirin gihiştiye 90 gund û bajarokan, li gorî Fermandariya Operasyonên Iraqî yên Hevbeş.

Nêzîkî 800 endamên DAIŞ hatine kuştin , bi sedan birîndar bûne, gelek alav û çekên girûpê hatine wêrankirin û 23 terorîst hatine girtin, fermandariyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500