Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Erebî û Kurdî di operasyoneke dîrokî de ne li dijî DAIŞ li Mûsilê

Ala Husên li Bexda

Hêzên serbazî yên Iraqî ber bi Mûsilê ve pêş dikevin û serkeftinên berçav di şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bi dest xistine û bajarokên biçûk û gundên ku di destê çekdaran de bûn kontrol dikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên serbazî yên Iraqî ber bi Mûsilê ve pêş dikevin û serkeftinên berçav di şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bi dest xistine û bajarokên biçûk û gundên ku di destê çekdaran de bûn kontrol dikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Taybetmendiya operasyona rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hevkarî û hevahengiya nedîtî navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ye, berpirsan ji Diyaruna re got.

Hêzên Erebî û Kurdî bo cara yekem bi hev re disekinin ji bo rûbirûbûna dijminekî hevbeş di bin fermandariyeke hevbeş de -- ku Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar ên Iraqî, Heyder Ebadî ye.

"Ev yekem car e di dîroka Iraqê de ku hêzên Pêşmerge mil bi milê hêzên artêşa Iraqê di hevkarî û hevahengiyeke temam de ne, û bi hev re di rizgarkirina erd û parastina xelkê sivîl de beşdar in," Ebadî hefteya borî got.

Derbarê konferansa Parîs li dor Mûsilê di 20ê Cotmehê de, Ebadî nîşan bi wê yekê da ku ev yekem car e ku hêzên federal derbasî herêma Kurdî bûne bi hevahengî û razîbûna tam a hikûmeta herêmê.

Ev yek "yekgirtin û hevpiştgiriya Iraqî ya mezin nîşan dide", wî got, anî ziman ku her yek ji hêzên federal û Pêşmerge xwedan heman armancan in ew jî "rizgarkirina erdê ji zordariya DAIŞ û parastina yekgirtina Iraqê ye, bêyî tu cudakirin anjî lihevnekirin".

Hevahengiya navbera artêşa Iraqî û hêzên Pêşmerge de di şerê Mûsilê de gihiştiye bilindtirîn asta xwe heta niha, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Her aliyek roleke temamker ji yê din re di rizgarkirina erdê û derxistina dijmin de dilîze," wî got.

Pêşmerge bi hêzeke mezin derbasî şerê Mûsilê bûne, Resûl got, gelek gundên Nînewa ji destê DAIŞ rizgar kirin piştî hevahengiyeke pêşwext bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş re.

"Eger tu îro çûyî meydanên şer, tu dê li hin cihan serbazekî Iraqî û Pêşmergeyekî bibîne, ku bi hev re dixwin û radikevin, di dîmeneke nedîtî de ku rihê biratiyê nîşan dide," wî got jî.

Hevahengiya siyasî

"Hevahengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de xwedan bandoreke erênî bû li ser pêwendiyên navbera [Bexdad] û herêma [Kurdî]," serokê encumena parêzgeha Nînewa Beşar Kîkî, ku endamê Partiya Demokrata Kurdistanê ye, got.

Karîgeriya erênî ya vê hevahengiyê dê serkeftina serbazî derbas bike piştî Mûsila piştî rizgarkirinê jî, ku ew dê atmosfêreke ewlehiyê ya aram be ku dikare hemû meylên siyasî vehewîne, wî ji Diyaruna re got.

"Endamên komîteya ewlehî û berevaniyê serdana eniyên şer kirin û li rewşa yekîneyên serbazî li sektorên cuda, di nav de sectorên Pêşmergeyên Kurd jî nerîn," wî got.

Ev yek "nîşaneke rasteqîn e ku siyasetvanên li Bexdayê pêbendî rih û armancên rêkeftinê ne", wî got jî.

Operasyonên serbazî li gorî pilanê didomin, wî got, di çarçoveya giştî ya rizgarkirina Mûsilê de û li ser bingeha hevtêgihiştinên lihevkirî ji aliyê Ebadî û Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê ve.

Pêbendûna bi rênimayan

Hemû hêzên beşdar di şerê Mûsilê de bi pêbendbûneke herî zêde û asteke bilind ji hevahengiyê tevdigerin, ku her aliyek rola xwe têdigihe, Parlementerê Iraqî Hesen Xelatî, ku serdana eniyên şer kiribû, got.

"Pêşmerge û hêzên heşda eşayirî li gorî rênimayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Heyder Ebadî, tevdigerin ku derbasî navenda bajarê Mûsilê nebin, û rizgarkirina wî ji artêşa Iraqî û hêzên polîs re bihêlin," wî ji Diyaruna re got.

Pêbendbûna tam bi rênimayan bandoreke wê ya erênî li ser serkeftinên bidestxistî li ser erdê hebû, wî got, ji ber ku rûberên berfireh ji erdê di demeke kurt de û bi zererên kêm hatin rizgarkirin.

"Dema serkeftinê di vî şerê rizgarkirinê yê yekalîker de aniha gelekî nêzîk bûye, û di demeke nêzîk de dê xelkê Iraqê şahiyên serkeftinê li Mûsilê li dar bixin piştî ku girûp were şikandin û derxistin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500