Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hedîsa toza dorpêça DAIŞ radike

Alaa Husên li Bexda

Qehremaniyeke futbolê niha li stadyuma Bendava Hedîsa hatiye lidarxistin. Jiyan vedigere rewşa asayî piştî ku dorpêça 2-salî ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji ser Hedîsa hat rakirin. [Wêne ji aliyê Şêx Ebdulla Cuxeyfî ve hatiye wergiritn]

Qehremaniyeke futbolê niha li stadyuma Bendava Hedîsa hatiye lidarxistin. Jiyan vedigere rewşa asayî piştî ku dorpêça 2-salî ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji ser Hedîsa hat rakirin. [Wêne ji aliyê Şêx Ebdulla Cuxeyfî ve hatiye wergiritn]

Bazarên geşbûyî, kolanên tije jiyan, polên dagirtî xwendekar. Ev wêne piştî du salan ji dorpêça "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) jiyana îro li bajarê Hedîsa wesif dikin.

Bajarê li parêzgeha Enbar rê li hewlên berdewam ên DAIŞ di dema du salan de ku bajar kontrol bike girt tevî kontrolkirina piraniya bajarên derdora wê ji aliyê girûpê ve.

Qayimeqamê Hedîsa Mebrûk Hamid ji Diyaruna re got ku rewşa ewlekarî li bajar di çend mehên borî de "gelekî baş" bûye ji dema ku dorpêç hat rakirin û bajarên Remadî, Hît û deverên din li rojavayê parêzgeha hatin rizgarkirin. .

"Bazar îro geş dibin û rewşa aborî roj li pey roj û her hefte baştir dibe," wî got. "Xwarin êdî zehf e piştî ku Wezareta Bazirganiyê pabend bû bi peydakirina madeyên xwarinê yên li ser kartên parên xwarinê ji navçeyê re."

Artêşa Iraqî dîsa rêyên navbera Bexda û Hedîsa vekirin û ewle kirin ku rola vê yekê gelekî di ewlekirina veguhestina kelûpelan bo nav bajar de hebû, wî got.

"Rizgarkirina rêya Beycî-Hedîsa dê rêyeke din peyda bike ku xeteke sereke û bajar bi parêzgehên Selahedîn û Kerkûk ve girê dide, herwiha bi Nînewa re piştî rizgarkirina wê," wî got.

Xizmetguzarî vedigerin

Dezgehên xizmetguzarî yên hikûmetê karê xwe berdewam kirine, di nav de rêveberiyên av, kenalîzasyon, elektirîkê ligel dezgehên rê û piran.

"Şaxê Kompaniya Belavkirina Berhemên Petrolê yê Enbar jî baş kar dike û gazolîn, mazot, gaza xwarinê û petrola spî bê ti pirsgirêk ji bikarhêneran re peyda dike," Hamid got.

Derbarê perwerdeyê, wî got, dibistanên Hedîsa, ne weke dibistanên din li parêzgeha Enbar , deriyên xwe di herdu salên borî de negirtin û berdewam bûn li ser peydakirina xwendinê ji xwendekaran re tevî dorpêç, metirsî û bombebarankirinê ji aliyê DAIŞ ve.

"Dibistanekê bi tenê jî li navenda Hedîsa yan li nahiyên Berwana û Heqlaniya deriyên xwe negirtin," wî got, anî ziman ku ev sala xwendinê serkeftî ye ji ber ku xwendekar bi rêkûpêkî diçin dersan.

Spor jî vedigerin ku qehremaniyeke futbolê li stadiyuma futbolê ya Bendava Hedîsa hatiye lidarxistin, ku ji aliyê Ehrar Furat, ku girûpeke ser bi hêzên heşda eşayirî ve ye, hatiye piştevanîkirin û sponserkirin, wî got.

Hamid daxwaza piştgiriyeke bêtir di sektora tenduristiyê de kir "ji ber ku tenê nexweşxaneyek li Hedîsa heye û dibe ku bikeve jêr guvaşê di dema rizgarkirina Rawa, Anah û Qayim, ku nexweşxane li wir nînin".

Hedîsa dê di hewlên nûavakirinê de cih bigre weke bajarên Iraqî yên din ku ketin di destê DAIŞ de, Racih Berekat, endamê komîteya xizmetguzariyê di encumena parêzgehê de got.

Bajar "dê alîkariya darayî ji rêxistinên navdewletî werbigre daku deverên xwe yên ku zerer gihaye wan nûava bike", wî ji Diyaruna re got.

Hişyarbûna berdewam

Endamên hêzên ewlekarî û hêzên heşda eşayirî li Hedîsa hertim hişyar in li hember egera her metirsiyeke berdewam ji DAIŞ.

"Asteke bilind ji ewlehiyê li Hedîsa heye lê madem cihên lingên DAIŞ li bajarokên Anah, Rawa û Qayim li rojavayê Enbarê heye metirsiya girûpê dimîne," Ewad Cuxeyfî, fermandarekî hêzên heşda eşayirî, got.

Wî bang li hikûmeta Iraqî kir ku rizgarkirina van bajaran bilez bike û ewlekariyê li tevahiya parêzgehê xurt bike "heta ku terorîst bi temamî ji bajar werin derxistin".

Şervanên heşda eşayirî dikarin bajarê xwe biparêzin weke çawa di çend salên borî li hember êrîşên DAIŞ parastin, wî ji Diyaruna re got.

"Îro, em bi hewceyî piştgirî, çekkirin û alavên bêtir in daku guvaşa xwe ya serbazî li ser girûpê bidomînin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500