Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekdarên DAIŞ "rihan kur dikin" di demekê de ku guvaş li ser Mûsil zêde dibin

Diyaruna

Penaberekî Iraqî ku ji Mûsilê reviyaye li asman dinere li kampa penaberan a Holê ya bi serperiştiya NY li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê, roja 25ê Cotmehê. [Delîl Suleyman/AFP]

Penaberekî Iraqî ku ji Mûsilê reviyaye li asman dinere li kampa penaberan a Holê ya bi serperiştiya NY li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê, roja 25ê Cotmehê. [Delîl Suleyman/AFP]

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rihên xwe kur dikirin û veşargehên xwe li Mûsilê diguhertin, xelkê got, di demekê de ku hêzên Iraqî bêtir nêzîkî bajar dibin roja Çarşemê (26ê Cotmehê) û sivîl bi hejmarên zêde direvin.

Gelek xelkê ji AFP re got ku xuya bû ku çekdaran xwe ji êrîşekê re amade dikir piştî pêşketinên vê dawiyê li eniya rojhilat ku hêzên Iraqî yên taybet bi dûrahiya pênc kîlometran nezîtirî sînorên bajar bi pêşketin.

"Min hinek endamên DAIŞ dîtin û bi temamî cuda xuya dikirin ji cara dawî ku min ew dîtibûn," welatiyekî ji rojhilatê Mûsilê ku navê Ebû Seyf li xwe kir got.

"Wan rihên xwe kur kiribûn û cihên xwe guhertibûn," karsazê berê got. "Dibe ew hatibin bizdandin... dibe ku ew herwiha amadekariya revîna ji bajar dikin."

Xelkê û berpirsên serbazî gotin ku gelek çekdarên DAIŞ cihên xwe ji rojhilatê Mûsilê birin asêgehên xwe yên nerîtî li ser berava rojavayî ya çemê Dicle, nêzîktirî rêyên revînê bo Sûriyê

Dengê şer li eniyên bakur û rojhilat ên operasyona Mûsil niha di nav bajar de tên bihîstin, xelkê got, û balafirên hevpeymaniya navdewletî nizimtir ji asta xwe ya normal li ser bajar difiriyan.

Çarşemê, 10emîn roja operasyonê, hêzên Iraqî şeş gundên nû rizgar kirin û gelek otombîlên bombekirî û veşargehên çekan wêran kirin, fermandarê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî bi asteke bilind ji hevahengiyê tevdigerin," wî got.

"Bi hêviya Xwedê, em dê di demeke nêzîk de serkeftinê rabigihînin. Em ji xelkê Mûsilê dixwazin, çi Misilman, çi Kiristiyan, çi Şebek an Êzîdî bin, ku ji bo vê rojê dua bikin," wî got jî.

Hevdem, Wezareta Berevaniyê rizgarkirina kargeha gazê ya Tel Kepa, li bakurê rojhilatê Mûsilê, ji DAIŞ ragihand.

Yekîneyên ji Firqeya 16ê ya artêşa Iraqî kargeha gazê ya Tel Kepa rizgar kirin û zererên mezin gihandin DAIŞ "di şerekî de ku çend saetan dewam kir", wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Pêla awarebûnê"

Tê texmînkirin ku nêzîkî 3,000 heta bi 5,000 çekdarên DAIŞ di nav Mûsilê de hene, ku duyem mezintirîn bajarê Iraqê ye, ligel bêtirî milyonek sivîlên asêmayî.

Karmendên alîkariyê hişyariya egera krîzeke mirovî ya mezin didin her dema ku şer di nava bajar bi xwe de destpê bike.

Wezîrekî Iraqî roja Çarşemê got ku bêtirî 3,300 sivîlên ku ji şer reviyane alîkarî ji hikûmetê berî rojekê standin, ku heta niha ev mezintirîn hejmar e di rojekê de.

"Pêleke mezin ji xelkê aware hebû ku mezintirîn hejmar ji dema destpêka operasyona rizgarkirina parêzgeha Nînewa ve tê hejmartin," Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed Caf di daxuyaniyekê de got.

Hejmara xelkê aware roja Çarşemê bo 8,940 zêde bûye lê hîn bi awayekî rêjeyî kêm e, li gorî amareke NY, ji ber ku piraniya şer heta niha li deverên ku kêm xelk lê dijîn diqewime.

Sivîlên gundên li gundewarên rojhilatê Mûsilê bi basan bo kampeke li nêzîkî Xazir hatin veguhestin, AFP ragihand.

"Em şev û roj di nav terorê de dijiyan, topbarankirin nêzîktir dibû. Jiyana me di bin destê DAIŞ de bû, ji ber vê yekê me biryar da ku birevin," Îsam Saedo, xwendekarekî 22 salî ye, got.

Hîşam Hemdanî, yê 59 salî, derketina xwe ya ewle ji Hemdaniya, li rojhilatê Mûsil, weke "qonaxeke nû bo min û malbata min" wesif kir.

"Hêzên Iraqî em bi awayekî baş wergirtin û me birin çadirekê. Em hêvîdar in ku em gelekî li vir nemînin. Em li benda hêzên xwe yên mêrxas in ku devera me ji terorîstan paqij bikin daku em bikaribin zû vegerin warê xwe," wî ji Diyaruna re got.

Çav li ser Reqa ne

Di demekê de ku li Mûsilê tê tengkirin, 13 rayedarên berevaniyê ji hevpeymaniya ku ji 60 welatan pêk tê di civîna xwe de li Parîsê çavê xwe li ser Reqa Sûriyê danîn, ku dê bajarê girîng ê dawî di bin kontrola DAIŞ de be eger wê Mûsilê jidest da.

"Me berî niha bingeh ji hevparên xwe re daniye ji bo destpêkirina îzolekirina Reqa," Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Karter piştî gotûbêjan got.

Hevpeymanî piştgiriyê dide bi awayê bi hezarên êrîşên asmanî, û rahênankirina hêzên Iraqî û rahênerên li ser erdê.

Wezîrê Berevaniya Brîtanî Mîkayîl Falon roja Çarşemê got ku ew hêvîdar e ku operasyonên li dijî DAIŞ li Reqa nêzîk destpê bibin.

"Em hêvî dikin ku operasyoneke wisa li ser Reqa jî di çend hefteyên bê de despê bike," Falon got dema ku gihişte civîna du-rojî ya wezîrên berevaniya dewletên NATO li Brûkselê.

Hevdem, Fransa got ku wê mîsyona balafirhilgira xwe, Charles de Gaulle, li rojhilatê Deryaya Sipî herî kêm heta nîvê Kanûnê dirêj kir ji bo alîkariya operasyona li ser Mûsilê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500