Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Bertela rizgarkirina bajarê xwe ji DAIŞ pîroz dikin

Xalid Ta'î

David Doşa, keşeyê Kenîseya Mart Şimonî, ku dikeve bajarokê Bertela yê Kiristiyanan li Iraqê, li zererên ku gihane komavahiya kenîseyê dinere di 24ê Cotmehê de piştî ku hêzên Iraqî bajarok ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" derxist. [Sefîn Hamid/AFP]

David Doşa, keşeyê Kenîseya Mart Şimonî, ku dikeve bajarokê Bertela yê Kiristiyanan li Iraqê, li zererên ku gihane komavahiya kenîseyê dinere di 24ê Cotmehê de piştî ku hêzên Iraqî bajarok ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" derxist. [Sefîn Hamid/AFP]

Bi tilîlî û qîrên kêfxweşiyê, malbatên aware yên bajarê Bertela yê Iraqî ahengan ji bo rizgarkirina bajarê xwe li dar dixin ku rizgarkirina wî beşeke ji şerekî giştî ye ku hefteya borî hat ragihandin ji bo vegerandina Mûsilê ku ew dawîn asêgeha sereke ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) e li Iraqê. .

Xelkê bajarokê ku piraniya xelkê wî Kiristiyan in, û nêzîkî 20 kîlometran li rojhilatê Mûsilê ye, hatin neçarkirin ku ji malên xwe derkevin piştî ku çekdarên DAIŞ di havîna 2014an de êrîşî wan kirin.

Roja Duşemê (24ê Cotmehê), hêzên Iraqî ragihandin ku wan Bertela bi temamî kontrok kir piştî jinavbirina dawîn cihên DAIŞ ji bajarok.

Cemîla Samî, ango Diya Refîd, yek ji hezarên xelkê aware ye ku li bajarê Hewlêrê bicih bûne.

Serbazekî Iraqî li zererên ku gihane kenîseyekê li Bertella ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dinere. [Wêne ji ajansa dijetorê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Serbazekî Iraqî li zererên ku gihane kenîseyekê li Bertella ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dinere. [Wêne ji ajansa dijetorê ya Iraqî hatiye wergirtin]

"Kêfa min bêsînor e," wê ji Diyaruna re dema ku ligel hevalên xwe ev bone li Hewlêrê li hevdu pîroz dikirin got.

"Dema min bihîst ku bajarokê min hatiye rizgarkirin, min tilîlî dan û girîm bi kêfeke giştî ku di encamê de ez ji hişê xwe çûm" wê got. "Min sûnd xwaribû eger Bertela were rizgarkirin, ez dê şekiran li hemû xelkê taxê belav bikim, û ez niha sûnda xwe bicih tînim, bi hin jinên din re."

"Tarîbûn di dawiyê de rabû û em dê nêzîk bikaribin vegerin malê," Diya Refîd got. "Şikir ji Xwedê re û sipas ji serbazên me yên mêrxas re."

Asêkariyên DAIŞ li Bertela xwe gelekî li pêş agirê hêzên Iraqî û pêşketina wan a jinişkave ber bi navenda bajarok ve negirtin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Şerê vegerandina Bertela "24 saetan dewam kir", berdevkê ajansa dijeterorê Sebah Numan got. "Bajarok niha ewle ye. Me veşargehên dawî yên terorîstan ji nav birin û 21 otombîlên bombekirî û bi sedên bombeyên bidestçêkirî û mayîn teqandin."

Û 80 çekdarên DAIŞ di êrîşê de hatin kuştin, wî got jî.

Wêranbûneke sînordar

"Rizgarkirina bajarok ji hêzên me re tiştekî girîng e," wî got, anî ziman ku ev yek astengiya yekem bû ku diviyabû hêzên Iraqî ji aliyê rojhilatê derbas bikin ber bi Mûsilê ve.

"Niha ew herifiye," wî got. "Metirsî hat rakirin û me tu derfet neda terorîstan ku malên welatiyan û dezgehên giştî wêran bikin."

"Zererên ji encama şer sînordar in, û ev yek dê bihêle em bikaribin awareyan di demeke nêzîk de vegerînin," Numan got.

Piştî ku rizgarkirin temam bû, hêzên Iraqî dest bi paqijkirina kenîseyên deverê û lêdana zengilên wan kirin "daku dengê aştiyê li hemû aliyan were bihîstin", wî got.

"Tu cihê terorîstan êdî li wir nemaye," wî got.

Nêzîkî 60,000 kes, piraniya wan Kiristiyan, li Bertella dijiyan. Bajar "cihekî ewle bû ku hemû pêkhate û ol bi hev re dijiyan, û dê vegere weke halê berê, û baştir jî", Dureyd Hikmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa got.

"Bajarok rastî wêranbûneke mezin li ser destê terorîstan nehatiye," wî ji Diyaruna re got. "Şerê rizgarkirina wê, ku qehremanên ajansa dijeterorê û serbazên Firqeya 19ê tê de beşdar bûn, gelekî paqij bû."

"Xelkê aware îro gelekî li benda destpêka hewlên vegerandina wan bo malên wan in, ku di baweriya min de demeke dirêj jê re pêwist nake," Hikmet got jî.

"Bajarok ji terorîstan vala ye, lê dibe ku hêzên ewlekariyê bi hewceyî demeke bêtir bin daku pişrtast bibin ku ew ji teqemeniyan paqij e û daku ew rewşa ewlehî baştir bikin," wî got.

Deriyê rojhilatê Mûsilê

Bi jidestdana Bertela, DAIŞ asêgeheke girîng ji dest da ku weke dergehê rojhilatê Mûsilê tê hejmartin, wî got.

"Di demeke nêzîk de tu hebûna DAIŞ li Nînewa, û li tevahiya Iraqê namîne," wî got jî.

"Ev serkeftineke mezin e ji serbazên me yên mêrxas re li hember hêzên xirab," Parlementerê Iraqî ji parêzgeha Nînewa, Yunadem Kena, ji Diyaruna re got.

Xweragiriya dijmin "her ku diçe qelstir dibe ji encamagurzên êşdar ên ku ew dixwe, û dawiya wî nêzîk e", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500