Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hizbula terorê di nav malbatên li Beqîna Sûriyê belav dike

Nuhad Topalyan li Beyrût

Bi dehên malbatên li bajarokê Beqîn ê Sûriyê hatine neçarkirin ku ji malên xwe derkevin bo deverên din ji welat bi sedema çalakiyên terorî yên Hizbula. Di wêneyê de keçeke Sûrî di pencereyeke basekê re dinêre li kampeke penaberan li bakurê Sûriyê ku ew ligel malbata xwe li wir dijî. [Bruno Galardobruno/AFP]

Bi dehên malbatên li bajarokê Beqîn ê Sûriyê hatine neçarkirin ku ji malên xwe derkevin bo deverên din ji welat bi sedema çalakiyên terorî yên Hizbula. Di wêneyê de keçeke Sûrî di pencereyeke basekê re dinêre li kampeke penaberan li bakurê Sûriyê ku ew ligel malbata xwe li wir dijî. [Bruno Galardobruno/AFP]

Çekdarên Hizbula dorpêça rejîma Sûriyê li ser Beqînê, ku dikeve nêzîkî Medaya û Zebedanî li gundewarên bakurê rojavayê Şamê, zêde dikin, û vê dawiyê bêtirî 40 malbat neçar kirin ku ji malên xwe derkevin, şêniyan got.

Ev gav piştî bikaranîna reftarên acizkirin û tundutûjiyê li dijî xelkê bajarok hat, wan ji Diyaruna re got, ji dema destpêkirina dorpêçê di dawiya 2014an de.

Berbanga roja 18ê Cotmehê, çekdarên Hizbula bêtirî 40 malbat ji malên wan li nêzîkî xala kontrolê ya Esalî li aliyê bakurê bajarok derxistin daku dest deyne ser tek çavkaniya avê ya deverê, wan got.

Pişî ku Hizbula malên li deverê bi hawin û RPGyan kirin armanc, piraniya xelkê got tu bijardeya wan ji bilî derketinê tune nebû, anîn ziman ku ev reftar hevtemamkerê acizkirinên berê yên girûpê. .

Hizbula baregehek li vê avahiyê li taxa Esalî ya bajarokê Beqîn ê Sûriyê damezirandiye, ku ji dawiya 2014an ve di bin dorpêçê de ye. [Wêne ji Fîda Afandar]

Hizbula baregehek li vê avahiyê li taxa Esalî ya bajarokê Beqîn ê Sûriyê damezirandiye, ku ji dawiya 2014an ve di bin dorpêçê de ye. [Wêne ji Fîda Afandar]

Di nav malbatên ku hatin neçarkirin ku malên xwe vala bikin Diya Hesen Hemza bû, ku nexwest navê xwe yê temam eşkere bike ji ber sedemên ewlehî.

"Ez jiyaneke aram ligel zilam û pênc kur û pênc keçên xwe li taxa Nebih Esel dijiyam heta ku Hizbula dest danî ser û Beqîn xiste bin dorpêçê de," wê ji Diyaruna re got. "Ji wê demê ve, Hizbula terorê li dijî me bikar tîne ."

"Wan zilam û du kurên min kuştin," wê got. "Mihemed (14 salî ye) fişek li lingê wî ket û 11 neştergerî jê re hatin pêkanîn berî ku bimire, û kurê min ê din, Hesen (18 salî ye) salî berî heft mehan bi rêya fîşekeke nîşangirekî hat kuştin."

Zavayê wê jî hat kuştin ji aliyê milîsekê ve ku Îran piştgiriya wê dike , wê got.

Acizkirin û geflêxwarin

"Piştî ku ez û keça xwe (20 salî) bûne jinebî, û tu kes nema pişta me bigre, em li mala xwe man tevî acizkirinên rojane ji aliyê Hizbula ve," Diya Hesen Hemza got.

"Awayên din ji geflêxwarinê ji teqekirin û avêtina bombeyên destî li ser avahiya ku em tê de dijiyan anjî topbarankirina taxa me pêk dihatin, ji bilî ku ez behsa aweya cihê fihêtkariyê ku bi rêya mecrofonan bi me re diaxivîn," wê got.

Ew roja 18ê Cotmehê li ser "dengê sixêf û zimanê pîs ku bi rêya mecrofonan dihat şiyar bû", ku ferman li xelkê dikir ku ji malên xwe derkevin.

"Daku piştrast bibin ku em dê derkevin, malên me bi RPG û fîşekan gulebaran kirin," wê got. "Wisa xelkê xwe dît [bi tenê] bi cilên xwe di çenteyan de di berbangê de, ku ber bi Beqîn ve dimeşin, lê belê em çûn Medaya ku kesûkarên me li wir hene."

Xelkê bajarok hewl dan ku xwe dûrî Hizbula bikin, wê got, heta asta ku nediwêriyan nêzîkî pencereyên ku dikevin ser xalên kontrolê yanjî avahiyên ku girûpê dagir kiribûn bibin.

Ev yek daku "ew bomeyên destî neavêjine me", wê got, anî ziman ku wan gule berdan neviya wê dema ku pencereyeke ku tê re dihatin dîtin vekir.

"Pirsgirêkên me roj li pey roj xirabtir dibûn, û ji ber wan tu zilam û xort li taxa me nemabûn, hevdem malên me rojane di bin guleyên wan de bûn," wê got.

"Pêşeroja me nediyar e ji ber ku tu serban li ser me tune ye, bi taybetî ku zivistan li ber derî ye," Diya Hesen Hemza got, anî ziman ku "ne sûtemenî, ne dep û ne elektirîk" li cem malbata wê heye daku wan di demsala sar de biparêze.

Xelk bê av mane

Koçberkirina neçar a xelkê Nebih Esel ji aliyê Hizbula ve ji ber daxwaza wê bi "kontrolkirina kaniya me ya avê bû", karkerê xwecihî yê meydanî Fîda Afandar got.

Kanî bi tenê 75 metran dûrî xala kontrolê ya Esalî ye, ku ev yek nahêle xelk bigihin avê, wî ji Diyaruna re got.

Hizbula "acizkirinên rojane" ji xelkê Beqîn re çêdikirin ji destpêka dorpêçê ve, bi taybetî li Nebih Esel, wî got, ku li wir xaleke kontrolê ya sereke ya girûpê û baregeheke wê hebûn.

"Dora nêzîkî mehekê, xelkê xwecihî di bin êrîşa nîşangiran de bûn," wî got. "Girûpê çar kesên ku temenên wan navbera 25 û 67 de bû kuştin, yek ji wan kesûkarê min bû, bi navê Ebdo Afandar."

Ji 40 malbatên ku bêyî tiştên xwe yên şexsî reviyan piştî daxuyaniya bi rêya mecrofonan a di 18ê Cotmehê de, wî got, gelek li bajarokekî din "ku hema bêje nenişînbar e" bicih bûne.

Hizbula "hewl dide bêtir li me teng bike û ber bi kaniya avê ve biçe û dest deyne ser malên ku vê dawiyê xwediyên wan ji wan derketine", wî got.

Di bajarokê xwe de zindankirî ne

Bavê Elî, ku karkerekî di warê elektirîkê de ye ku nexwest navê wî yê rastî were bikaranîn, got ku wî biryar da ku ji mala xwe ya li nêzîkî xala kontrolê ya Esalî dernekeve, ku ew li wir tev jin û pênc zarokên xwe yên di navbera 7 û 16 salan de dijî.

Rewşa niha "nemaqûl e", wî ji Diyaruna re got.

"Malbata min ligel neh malbatên din biryar dan ku avahiya xwe vala nekin ji ber ku tu cihê ku em biçinê tune ye, tevî metirsiya mezin a ku Hizbula pêk tîne," wî got. "Wan metodên cuda bikar anîn ji bo danîna guvaşan li ser me daku em ji malên xwe derkevin."

Tevî gefên rojane ji Hizbula, wî got, wî û malbatên din biryar dan ku bimînin û rastî qedera xwe bibin.

"An ev anjî kolan," wî got, anî ziman ku "zivistan tê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500