Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Iraqî ku Supaya Pasdaran piştgiriya wan dike tevlîheviya şerê Sûriyê zêde dikin

Faris Omran

Çekdarên Iraqî ji milîsa Esayib Ehl Heq tabûtên heşt hevalên xwe yên ku li Sûriyê hatin kuştin di şîna li 13ê Adarê de li bajarê Necef ê Iraqî hildigrin. [Heyder Hemdanî/AFP]

Çekdarên Iraqî ji milîsa Esayib Ehl Heq tabûtên heşt hevalên xwe yên ku li Sûriyê hatin kuştin di şîna li 13ê Adarê de li bajarê Necef ê Iraqî hildigrin. [Heyder Hemdanî/AFP]

Bi deh hezarên Iraqiyan, ku beşek in ji milîsên ku Supaya Pasdarên Şoreşger a Islamî piştgiriya wan dike, li kêleka rejîma Sûriyê li Helebê û beşên din ji Sûriyê şer dikin, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Hebûna van milîsên Iraqî ku Supaya Pasdaran piştgiriya wan dike li Sûriyê şer dirêj dike û cudabûnên tayifî û nerehetiya herêmî zêde dike. , ew dibêjin.

Tê texmînkirin ku nêzîkî 30,000 Iraqî beşek ji krîza niha ne, li gorî siyasetvan û parlementerê Iraqî yê berê Taha Luheybî.

"Ev hejmareke texmînî ye û dibe ku her meh kêm an zêde bibe li gorî nirxandinên ji fermandariya van milîsan ku çekdar ji wê fermanan dibin," wî ji Diyaruna re got.

Hebûna milîsên Iraqî yên Supaya Pasdaran piştgiriya wan dike ji 2011an ve li Sûriyê heye, wî got, anî ziman ku "beşdarbûna wan di vê şerê de êdî ne veşartî ye ji ber ku medya û malperên torên civakî ev pirs kifş kirine".

Li gorî Luheybî, lîderê Hereket Nuceba Ekrem Kaabî got ku grûpa wî "10,000 çekdar tenê di mehekê de" ji bo piştgiriya hêzên rejîmê li Helebê şandine .

"Ligel Nuceba, neh komên Şîeyên Iraqî yên din niha li Sûriyê şer dikin, yên herî navdar ji wan ketîbeya Ebû Fedil Ebbas, ketîbeya Yewm Mewûd, ketîbeya Xurasanî, Esayib Ehl Heq in ligel hinek endamên rêxistina Bedir," Luheybî got.

" Ev milîsên ku Îran piştgiriya wan dike berpirsyarên nerehetiya berdewam û tayifegeriya li herêma me ne ," wî got.

Hebûna berdewam a milîsên Iraqî

Di destpêka krîza Sûriyê de, wî got, ev milîs bi basan ji parêzgeha Kerbela bo bajarokê Nexîb û ji wir bo deriyê Welîd yê sînorî bi Sûriyê re hatin veguhestin.

"Piştre, rasterast bo Şamê hatin şandin, an bo Beyrût ku ji wir bi rêya bejayî bo bajarên Sûrî hatin şandin daku li kêleka Hizbulla şer bikin," Luheybî got.

"Hinek ji wan çekdaran zarokên ne bêtirî 13 an 15 salan bûn ku bi rêya pereyan hatin xapandin," wî got, anî ziman ku "gelek vîdyo hene ku piştrast dikin ku milîsên çekdar zarokan dixin çekdar daku li deverên şer şer bikin".

"Gelek ji wan çekdaran li Sûriyê mirin û laşên wan bo Iraqê hatin vegerandin," wî got.

Laşên çekdarên mirî ji Balafirgeha Şamê bo Balafirgeha Necef tên şandin, lêkolînerê Navenda Iraqî ya Lêkolînên Stratejîk Yehya Kubeysî got.

Hebûna eşkere ya milîsên Iraqî li Sûriyê vedigere dema gihiştina milîsa Ebû Fedil Ebbas di sala 2013an de, wî ji Diyaruna re got.

Van milîsan hêdî hêdî dest bi xurtkirina hebûna xwe kirin, û çalakiyên wan berfirehtir bûn, wî got: "Êdî, me dest bi bihîstin û dîtina girûpên Iraqî yên cuda ku di baweriyê de girêdayî Îranê ne û bi straktûreke rêxistî kir ku li ser axa Sûriyê şer dikin."

Di destpêka Cotmehê de delîla xurt a vê hebûnê bi rêya vîdyoyekê ku li ser înternetê hat belavkirin derket ku dîlên ji Hereket Nuceba yên ku ji aliyê komên opozîsyona Sûriyê ve li Helebê bi kemînekê hatibûn girtin nîşan dida, Kubeysî got.

Destêwerdana çekdarî gelekî krîza Sûriyê dirêj kir û emrê rejîma Sûriyê dirêj kir, Parlementerê Iraqî Mihemed Kerbûlî ku serokatiya frakisyona Hel dike got, anî ziman jî ku destêwerdanên derve herêm xiste di rewşa nerehetiyê û tundrewbûna olî de.

"Ji bo me daku em bikaribin vê tundutûjiyê rawestînin em bi hewceyî dîtina rûberekî berfirehtir ji diyalog û çareseriyên siyasî ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

[Qaşo] ji Iraqiyên leheng in.

BERSIV BIDE

Bextewer e ew kesê ku xwîşka wî Zeyneb e!

BERSIV BIDE