Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jidestdana Dabiq wêneya xîlafeta DAIŞ dişkîne

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Dîmenek ji vîdyoya ku ji aliyê DAIŞ ve hat berhemanîn bi navê "Em dê we li Dabiq bibînin" ku dîtina çekdarên DAIŞ ên ku xwe ji şerê dawî yê cîhanê re amade dikin dide pêş.

Dîmenek ji vîdyoya ku ji aliyê DAIŞ ve hat berhemanîn bi navê "Em dê we li Dabiq bibînin" ku dîtina çekdarên DAIŞ ên ku xwe ji şerê dawî yê cîhanê re amade dikin dide pêş.

Bi derxistina Dabiq ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), hêzên rizgarker gurzekeke xurt li morala grûpê û hewlên wê bo nîşandana wêneya xîlafeteke mayinde da, ji ber rola navendî ya bajarokê Sûriyê di hewldanên propagendeya girûpê de, pisporan ji Diyaruna re got.

Dabiq di pêşbîniyên Îslamî de yên derbarê roja dawî gelekî weke cihê şerê roja qiyametê navbera Misilman û "Romanan", têgeheke ku ji ne-îmandaran re tê bikaranîn hatiye bi navkirin. DAIŞ, ji destpêka xwe ve di 2014an de, ev yek weke mijareke dubarebûyî di vîdyo û daxuyaniyên xwe yên propagendeyê de bikar anî ji bo piştgiriya rewabûna xîlafeta ku ew îdia dike û kampanyaya xwe ya tejnîdkirinê.

Tevî hewlên girûpê ji bo kêmkirina girîngiya şikestina dawî, jidestdayîna bajarokê sembolîk dê bandoreke wê ya psîkolojîk a mezin li ser şerê jinavbirina DAIŞ li Sûriyê û Iraqê hebe, wan got.

Berî bêtirî hefteyekê, di 16ê Cotmehê de, girûpên Artêşa Azad ya Sûrî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike hejmarek ji gund û bajarokan li bakurê Helebê ji destê DAIŞ derxistin, di nav wan de Dabiq , weke beşekê ji qonaxa sêyem a Operasyona Mertala Firat.

Qabê hejmara dawî ya kovara propagendeya DAIŞ a bi zimanê Inglîzî ya bi navê "Dabiq".

Qabê hejmara dawî ya kovara propagendeya DAIŞ a bi zimanê Inglîzî ya bi navê "Dabiq".

Dîmenek ji vîdyoya DAIŞ a ku xeyal dike çawa tankên DAIŞ Roma dagîr dikin. Gelek vîdyoyên DAIŞ xeyala şerên cîhanî navbera çekdarên girûpê û "kafiran" dikin.

Dîmenek ji vîdyoya DAIŞ a ku xeyal dike çawa tankên DAIŞ Roma dagîr dikin. Gelek vîdyoyên DAIŞ xeyala şerên cîhanî navbera çekdarên girûpê û "kafiran" dikin.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê li pêş deriyê bajarokê Dabiq ê sembolîk sekinî ne piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" . [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdula ve]

Çekdarên opozîsyona Sûriyê li pêş deriyê bajarokê Dabiq ê sembolîk sekinî ne piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" . [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdula ve]

"DAIŞ bi dirêjahiya hersê salên borî kar dikir ku rewşeke taybet bide bajarokê Dabiq," analîzerê stratejîk û pisporê girûpên terorîst lîwa Yehya Mihemed Elî, ku ji artêşa Misrê xanenişîn bûye, got.

Di propagendeya xwe de, wî ji Diyaruna re got, DAIŞ hewl da ku Dabiq ji cihekî cuxrafî yê normal bike "semboleke îdolojî ya gelekî girîng".

Ev yek hat kirin bi taybetî "ji bo rewakirina hebûna girûpê û çalakiyên terorîstî", wî got, anî ziman ku bajarok "ne xwedî stratejiyeke rasteqîn e anjî nirxekî serbazî ye yanjî xwedan girîngiyekî kêm e".

Ji ber rewşa wê ya sembolîk heta astekî baş, wî got, jidestdayîna Dabiq "gurzeke mezin li grûpê da" ku dê bandora vê ya berçav li ser birêveçûna şer hebe, bi taybetî ji aliyê hewlên wê yên tejnîdkirinê û morala çekdarên wê ve.

Jidestdana DAIŞ ji Dabiq re "di demekê de tê ku girûp rastî zereke beçav hatiye ji aliyê jidestdana fermandarên bilind ve ligel şikestinên li ser erdê", Elî got.

"Rizgarkirina bajarok piştî şikestinên din ên girûp li Sûriyê rastî wan hatiye tê, di nav wan de bajarokên Menbec û Cerablus , û destpêka operasyona rizgarkirina Mûsil li Iraqê ," wî anî ziman.

"Bûyerên ku li ser erdê çêdibin nikarin [ji hev] bên cudakirin, ji ber vê yekê yekem encama rizgarkirina Dabiq dê bêguman li Mûsil bê dîtin, ku li wir hêzên Iraqî û yên hevpeymaniya navdewletî dest bi tevgerkirineke bêmînak kirine ji bo rizgarkirina wê," Elî got.

Hewlên bo kêmkirina girîngiyê

Bajarokê Dabiq, ku tam li ser sînorê Tirkiyê ye, nêzîkî 35 kîlometran ji bajarê Helebê dûr e, Mazin Zekî, rêveberê beşê medyaya nû li Navenda Ibin Welîd a Misrî bo Lêkolînê û Vekolînên Meydanî, got.

Ew ji aliyê îdarî ve beşek ji nahiya Exterîn li navçeya Îzaz e, ku hebûna DAIŞ li wir kêm dibe di berjewendiya girûpên opozîsyonê de yên ku di bin ala Artêşa Azad de şer dikin, wî ji Diyaruna re got.

Ji dema derketina wê ve di 2014an de, DAIŞ gelekî Dabiq di wêje û vîdyoyên propagendeya xwe de bikar tanî, ku gelek ji wan tomareke deng ya Ebû Musab Zerqawî, lîderê berê yê Qaîde li Iraqê, ku vedigere sala 2004an li xwe digrin.

Di tomarê de, Zerqawî dibêje, "Çirûsîn li Iraqê hat pêxistin, û germahiya wê dê berdewam zêdetir bibe... heta ku artêşên Xaçeperist li Dabiq bişewitîne".

"Girûpê piştre [Dabiq] dîsa anî pêş piştî ku dest danî ser di Tebaxa 2014an de, ku bû yek ji aykonê sereke yên girûpê," Zekî got.

Heta girûpê kovareke bi zimanê Inglîzî bi navê, "Dabiq", derxist ku tê de propagendeya egera "şerekî yekalîker navbera Misilman û kafiran de" li bajar dike, wî got.

Ji dema şikestina li Dabiq ve, Zekî got, DAIŞ hewl dide ku girîngiya jidestdayîna wê di daxuyaniyên xwe yên belavkirî de kêm bike û îdia dike ku ev ne şerê sereke bû yê ku wê di propagendeya xwe de behs dikir.

"Bi rêya belavkirina van gotegotkan, girûp hewl dide ku şikestinên xwe yên mezin biçûk bike û encamên ku dibe li pey werin sivik bike, bi taybetî ji aliyê tejnîdkirin û moral ve," wî got jî.

Berovajîkirina dîrokê

Ji destpêka xwe ve, DAIŞ rastiyên dîrokî û olî berovajî dike û gelek ayetên Quranê û hedîsan ji rêya wan derdixe, piporê siyasetê Ebdulnebî Bekar, ku profesorê kolêja şerîet û qanûnê ye li Zanîngeha Ezher, got.

Ev gaveke hesibandî ye "daku rewabûnê bide hebûna xwe û berfirehbûna xwe li ser erdê asan bike, û herwiha bo tejnîdkirinê", wî ji Diyaruna re got.

"Xelkê kêmhiş û ew ên bi zanînên olî nezan in ketin dava vê bêhişbûna olî û tevlî girûpê bûn, ku hizir dikirin ew bi rastî dewlet û erdê xîlafetê ava dike," wî got.

"Derketina Dabiq ji kontrola girûpê gurzeke ji hemû şaştiyên olî yên ku ew propagendeyê ji wan re dike," wî got jî.

Derbarê hedîsê ku behsa şerê dawî yê li Dabiq dike, wî got, "gelek şîrovekirin ji vê pirsê re hene, û piraniya wan behsa semboliya olî dikin ku tu girêdana wê bi rastiya li ser erdê re tune ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ biçe dojehê!

BERSIV BIDE