Nûçeyên Iraqê
Aborî

Tevgera aborî li Remadî geş dibe

Ala Husên li Bexdayê

Bazarên Remadî mişt xelkê bûne di demekê de ku tevgera aborî zêde dibe piştî ku piraniya xelkê vegeriyane bajar. [Ala Husên/Diyaruna]

Bazarên Remadî mişt xelkê bûne di demekê de ku tevgera aborî zêde dibe piştî ku piraniya xelkê vegeriyane bajar. [Ala Husên/Diyaruna]

Geşbûnek di tevgera aborî ya Remadî de çêbûye ji ber ku bazirganên biçûk deriyên xwe dubare vekirine ligel bangên ji weberhêner û bankan re ku pereyên bêtir têxin bajar de ji bo bilezkirina başbûna aborî.

Şerê ji bo paytexta parêzgeha Enbarê piraniya bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di Kanûna 2015an de rizgar kir. Ji wê demê ve, jiyan hêdî hêdî vedigere Remadî û bi hezarên xelkê aware vedigerin malên xwe.

Piraniya bazar û molan careke din deriyên xwe vekirine, qayimeqamê Remadî Îbrahîm Ewsec ji Diyaruna re got.

Aborî hêdî hêdî baş dibe ji ber ku xelkê bêtir vedigerin bajar, wî got, anî ziman ku bazirganiya madeyên avakirinê, xwarin û kelûpelên rojane bi awayekî gelekî berbiçav pêş ketiye.

Asankirina veguhestina kelûpelan

"Tevgera aborî ya mezin hîn paşketî ye, ne tenê li Enbarê lê li hemû parêzgehên Iraqî ji ber krîza darayî ya ku bi pêsîra welat girtiye," wî got.

Lê belê, nûvekirina çaverêkirî ya deriyên sînorî yên ku Enbar bi Sûriye û Urdunê ve girê didin , dê piştgiriyeke bêtir bide aboriya navxweyî û dê derfetên kar ên nû ji nêzîkî 70% ji bêkaran re peyda bike, wî got jî.

Ewsec bang li hikûmeta Iraqî kir ku bankên xwe, di nav de Banka Pîşesazî ya Iraqî û Banka Çandiniyê, han bide ku qerzên asan bidin welatiyan ji bo peydakirina pereyên berdest ji wan re.

Wî herwiha daxwaza nûkirina rêya navdewletî ya ku Bexda bi Remadî ve girê dide kir ji bo asankirina veguhestina kelûpelan, "li şûna bikaranîna rêyên alternatîv di parêzgeha Kerbela û navçeya Nexîb re".

"Tevgera aborî li bazarên Remadî zêde dibe tevî zêdebûna kêm di bihayên kelûpelan de ji ber zehmetiya veguhestina wan ji Bexdayê," alîkarê parêzgarê Enbarê Elî Ferhan, ku serokatiya komîteya bilind a vegerandina seqamgêriyê li parêzgehê dike, ji Diyaruna re got.

"Di rojên bê de dê pêşketineke bêtir di aboriyê de çêbibe eger bankên parêzgehê dubare hatin vekirin û mûçe hatin belavkirin," wî got.

Pilanên hikûmeta xwecihî ya Enbarê yên ji bo kişandina bala weberhênana biyanî hene daku ew di nûkirina bajar de beşdar bibe, wî got, tekez jî kir ku ev yek dê kêmasiya di bûdceya federal û dermalên hikûmetê de qerebû bike.

Ewlehî dihêle ku bazirgan vegerin

Ewlekariya baş li kolan û bazaran handereke ji xelkê û weberhêneran re, fermandarê fewca hawarçûnê ya polîsê Enbarê emîd Xalid Cayêcir ji Diyaruna re got.

"Hemû bazar û meydanên bazirganî li parêzgehê bi temamî ewle ne, û welatî bi serbestî diçin bazarê" bêyî ku li ser selametiya xwe bitirsin, wî got.

Rewşa ewlekarî vegeriyaye weke rewşa beriya ku DAIŞ dest deyne ser bajar, wî got jî.

Cayêcir bang li bazirgan û weberhênerên mezin kir ku vegerin bajar û di nûkirina wî de beşdar bibin.

Wî got ku serkeftinên dawî yên artêşa Iraqî li Girava Remadî û Girava Hît û pêşketina wê ber bi jora Çemê Firatê ve hemû "nîşanên dilrehetkirinê ne ji xelk û bazirganan re ku êdî nema ji hebûna terorîstan li deverên nêzîk ku dibe metirsiyê li ser karên wan çêbikin bitirsin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500