Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkeftina Girava Remadî rê ji bo bidawîanîna DAIŞ li Enbarê xweş dike

Ala Husên li Bexdayê

Serbazekî Iraqî îşareta serkeftinê nîşan dide di dema rawestanê li pêş aleke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de piştî ku hêzên ewlekariyê ew çekdar ji Girava Remadî derxistin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye wergirtin]

Serbazekî Iraqî îşareta serkeftinê nîşan dide di dema rawestanê li pêş aleke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de piştî ku hêzên ewlekariyê ew çekdar ji Girava Remadî derxistin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye wergirtin]

Rizgarkirina Girava Remadî li Enbarê dawiyeke yekalîker ji her pilaneke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re danî ku dixwest vegere û careke din metirsiyê li ser ewlehiya Remadî û Felûca çêbike, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Ragihandina Wezareta Berevaniyê di 6ê Cotmehê de ku hêzên Iraqî bi ser ketin di derxistina DAIŞ de ji tevahiya Girava Remadî rê bo jinavbirina tam a girûpê li parêzgehê xweş kir, wan got.

Operasyon, ku ji aliyê yekîneyên Firqeya Mertalkirî ya 10ê ya artêşa Iraqê ve û bi piştgiriya şervanên heşda eşayirî hat pêkanîn, metirsiya ku dê DAIŞ vegere bi temamî rakir, Fermandarê Operasyonên Enbarê lîwa Îsmaîl Mehelawî got.

Girava Remadî, ku ji deverên Elbû Diyab, Elbû Casim, Elbû Essaf û Terabişê pêk tê, niha di bin kontrola hêzên Iraqî û şervanên êlan de ye, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku êdî tu hebûna DAIŞ li van deveran nemaye.

Hêzên Iraqî ligel xelkê Girava Remadî diaxivin piştî ku di 6ê Cotmehê de ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî ligel xelkê Girava Remadî diaxivin piştî ku di 6ê Cotmehê de ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye wergirtin]

"Ev dever xwedî girîngiyeke stratejîk ji DAIŞ re bû, ji ber ku weke xeteke piştgiriyê û kenalekê ku bi rêya wê girûpê karîbû çekdarên xwe ji Qayim û Mûsil bo Remadî û Felûca tevbigerîne xizmet dikir," wî got.

Herwiha weke girêkeke veguhestinê ya girîng xizmet dikir, wî got, ji ber ku deverên berê yên di bin bandora girûpê de li parêzgehên Enbar û Selahedînê bi hev girê didan.

Vegerandina Girava Remadî û Girava Hît ji dewletê re tê wateya ku tu hebûna DAIŞ li Enbarê nema, ji bilî li hin şelîtên teng ên sînordar li ser Çemê Firata jorîn li bajarokên Rawa, Anah û Qayim, wî got.

Ev dever dê li pey hev ji aliyê Fermandariya Operasyonên Badiya û Cezîra bên rizgarkirin, wî got.

Di dema operasyona rizgarkirina Girava Remadî de, Mehelawî got, hêzên Iraqî û yên êlan bêtirî 120 çekdarên DAIŞ kuştin, lê belê yên din reviyan Girava Hît û ji wir bo Rawa û Anah.

Piraniya xelkê van deveran berî ku şer destpê bike aware bûne, wî got, ji bilî 250 malbatên gundî û şivanên sewalan ku li deverê man û yên ku pişkinînên ewlekarî derbas kirine.

Vegerandina aramiyê ji Girava Remadî re

Ji bo piştrastbûn ku ewlekarî bi temamî vegeriyaye, divê hemû çekdarên ku bi DAIŞ re bûn bên girtin û li pêş edaletê bisekinin daku cezayê adilane li hember tiştê ku kirine bibin, serokê encumena êlan ya Enbarê Şêx Rafî Fehdawî got.

Wî bang li hikûmeta Iraqî kir ku piştgiriya şervanên heşda eşayirî yên ku rola wan di rizgarkirina Girava Remadî de hebû bike û wan bi hev re bixe jêr fermandariyeke yekgirtî daku bikaribin piştgiriya hêzên Iraqî di parastina ewlehiyê de bikin.

Fehdawî herwiha daxwaz ji hikûmetê kir ku nûkirina bingehên polîsê deverê bilez bike, ku ev yek dê 15,000 derfetên kar vegerîne û alîkariyê di parastina ewlehiyê de bike.

Weke çawa li bajarên rizgarkirî yên parêzgehê , dê operasyonên nûkirina Girava Remadî û vegerandina aramiyê piştî temamkirina rakirina paşmahiyên teqîner ên şer hebin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

Zerereke mezin weke ya Remadî negihiştiye giravê, wî got, anî ziman jî ku dibistan, mal û milkên taybet dikarin di demeke kurt de bên nûkirin.

Enbar hîn para xwe ya terxankirî ji bo pilana pêşxistina herêmî ji bûdceya federal wernegirtiye, wî got, anî ziman ku dibe şandina wan pereyan operasyonên nûkirina deverên rizgarbûyî bileztir bike.

El-Kerbûlî pesnê piştgiriya darayî ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navdewletî ve tên pêşkêşkirin da, di nav de NY, ji bo dubare avakirina deverên zerermend, di nav de Girava Remadî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500