Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Parlementerên Iraqî hişyariyê derbarê milîsên ser bi Îranê ve didin

Xalid Ta'î

Çekdarên Iraqî ji Rêxistina Bedir di xuleke rahênanê de li bajarê Besra yê li başûr di 3ê Nîsanê de beşdar in. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Çekdarên Iraqî ji Rêxistina Bedir di xuleke rahênanê de li bajarê Besra yê li başûr di 3ê Nîsanê de beşdar in. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Di demekê de ku çav li vegerandina Mûsilê ne, ku asêgeha dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê ye, tirs li ba siyasetmedarên Iraqî derbarê zêdebûna hejmûna milîsên Iraqî yên çekdar ên ser bi Îranê ve zêde dibe.

Yasasazên derbarê derencamên nerênî yên vê hejmûnê nîgeran in, bi taybet dema ku şerê li dijî DAIŞ bidawî bibe û gengeşe derbarê çawaniya xurtkirina aramiyê li Iraqê û piştgiriya aştiya sivîl dîsa destpê bikin.

Ji ber ku bi hezaran di milîsên cuda yên ser bi Supaya Pasdarên Şoreşger a Îslamî ya Îranê ve yanjî yên ku bi awayekî rasterast ji aliyê wê ve piştgiriya wan tên kirin de hatine çekdarkirin, metirsiya li ser ewlehiya navxweyî ya Iraqê dê berdewam be heta piştî bidawîhatina metirsiya DAIŞ jî, wan got.

Ev kom ji Rêxistina Bedir (ku berê Ketîbeya Bedir bû), Esayib Ehl Heq, Seraya Selam, şaxê Hezbulla yê Iraqî, Nuceba, Ketîbeya Xurasanî û Ketîbeya Seyid Şuheda pêk tên, ligel bi dehên pêkhateyên çekdar ên biçûk ên din.

Du kes rikeberiyê li ser lîderiya wan dikin ew jî Cemal Caefer Mihemed Elî Îbrahîm (Îbrahîmî), ku bi bernavê Ebû Mehdî Muhendis tê naskirin, û Hadî Amirî, ku herwiha bi navê Ebû Hesen Amirî tê naskirin, ku lîderê Rêxistina Bedir e û bi pêwendiyên xwe yên dîrokî bi rejîma Îranî re naskirî ye.

Li gorî Parlementerê Iraqî Mihemed Kerbûlî, ku serokatiya frakisyona perlemanî ya Hel (Çareserî) dike, metirsiya ku ji encama bandora zêde ya van koman hatiye ferzkirin "ji siruşta wan a rûbirûbûn û nepakiyê" derdikeve.

"Ev girûpên ku niha şerê DAIŞ dikin di rastiyê de li ser gelek pirsan nelihev in," wî ji Diyaruna re got, dibe ku ev yek "bihêle pevçûnên çekdar derkevin piştî ku perda li ser şerê bi DAIŞ re were xwarê".

"Zehmetiya din ew e ku çawa em dê endamên van girûpan kontrol bikin û bihewînin," wî got jî. "Çekdarên hişk hene ku tenê zimanê şer û çekan dizanin û ev yek metirsiyeke mezin e, ji ber ku aramî, nûavakirin anjî pêşketin tune ne dema ku hinek xwe li ser dewletê bibînin û ne di bin ferman wê de bin."

"Gerek hikûmet ji vir û pê de derbarê sînordarkirina milkiyeta çekan tedbîran bistîne daku tenê di destê hêzên ewlekarî de bin û herwiha xurtkirina rola wan, ji ber ku ew hêza ku li hember her kesekî disekine ku hewl dide hukmê qanûnê û fermanan binpê bike," Kerbûlî got.

Wî herwiha bang li hikûmetê kir ku karekî xurt bike ji bo zêdekirina piştgirî û aştiya sivîl di nav xelkê Iraqê de, ji ber ku ev yek "faktorekî sereke ye ji bo ewlekirina aramî û pêşketina welat e".

Milîsên bi çekên giran

Milîsên ku piştgiriya wan ji aliyê Feyleqê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî ve tê kirin anjî alîgirên wê ne, çekên sivik û giran di destê wan de ne, di nav de tank, hawin, avêjerên rokêtên erd-erd, mûşekên li dijî balafiran û balafirên bêpîlot ên çavdêriyê yên berdest.

Herwiha, ajanseke îstixbaratî ya van milîsan heye, û dezgehên medyayî yên navxweyî bi berdewamî raport û nûçeyên li ser tevgerên çekdarên DAIŞ ji çavkaniyên "nenaskirî" yên di nav vê ajansê de pêşkêş dikin.

Li gorî siyasetmedarê Iraqî û Parlementerê berê Mistefa Hîtî, ku rejîma Îranê bi "destêwerdana eşkere û rasterast di karûbarên dewleta Iraqê de" tometbar dike, rejîm dixwaze Iraqê bi rêya milîsên çekdar û rahênanê çekdar bike.

Medya gelek caran wêneyên fermandarê Feleqê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Silêmanî nîşan didin, ligel fermandar û çekdarên grûpên milîs li gelek deverên li welat, Hîtî ji Diyaruna re got.

"Ev yek eşkere nîşan dide bê çiqas destêwerdan heye," wî got. "Îran niha çek û rahênanê pêşkêşî girûpên çekdar ên Iraqî yên alîgirê xwe dike û hewlên tirsnak û berdewam ji bo çekdarkirina xelkê Iraqê hene, ku pêkvejiyan, tifaq û pêşerojê xelkê dixe di metirsiyê de."

Girîng e ku "vê hejmûna Îranê rawestînin û nehêlin ku Iraq bibe dîmeneke aloziyên xwîndar navbera girûpên çekdar bi nav û pêkhateyên xwe yên cuda," Hîtî got.

"Di vê demê de, divê em hemû tedbîrên pêwîst bistînin ji bo biçekirin, hazirkirin, û rahênana hêzên artêş û polîsan û piştgiriya xortan bikin ku bi xwebexştevlî rêzên vê dezgeha fermî bibin," wî got.

"Nexşerêyeke zelal" pêwîst e

Parlementerê Iraqî Raed Dehlekî ji firakisyona Itihad Qiwa (Yekgirtina Hêzan) tekezî li ser girîngiya "pêşxistina nexşerêyeke zelal" kir ji bo xwedûrxistin ji metirsiyên tiştê ku bi navê "tevlîheviya çekan" li Iraqê tê naskirin.

"Divê em biryarên yekalîker bidin," wî ji Diyaruna re got. "Her dema ku şerê Mûsilê bidawî bibe, em naxwazin ku tu çek li tu cihî û di destê tu kesî de bimînin."

Hebûna çekan û girûpên ku ne di bin emrê dewletê de ne tê wateya ku Iraq dê di tundutûjî û wêranbûneke berdewam de bimîne, wî got jî.

"Em niha nêzîkî jinavbirina DAIŞ û ragihandina serkeftinê bûne, û her dema ku erkê şikandina terorê bidawî bibe, em dê hewceyî hewlên taybet bin ji bo xurtkirina hêzên artêşê û polîsê Iraqî ji ber ku ew dezgehên fermî yên berpirsyar ji ewlekarî û aramiya welat in," Dehlekî got.

"Girîng e ku yekgirtin û serxwebûna biryara siyasî ya Iraqî weke beşekê ji nerîna niştîmanî ku ew xwe dûrî bandor û destêwerdana derve ya her aliyekî herêmî ye," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nabe ku hûn qet besa artêşa Iraqî bikin; wê em parastine û berevanî li Iraqê kiriye

BERSIV BIDE

Zagonsazan hişyarî li dijî jidestdayîna derfeta dizîkirinê daye, ew ne ji kula Iraqê ketine. Ez dibînim ku Diyaruna xeteke tayifgerî ye. Ez tevlîbûyîna we ya karwana tayifgêran û siyasetvanan pîroz dikim.

BERSIV BIDE