Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Zarok dimirin ji ber ku Hizbula derdora Medaya bi mayînan bomberêj kiriye

Nuhad Topaliyan li Beyrût

Ev mayîn li zeviyekê li bajarokê Medaya yê dorpêçkirî li Sûriyê bû. Xelk dibêjin ku Hizbula mayîn li derdora bajar çandine. [Wêne ji aliyê çalakvanê Sûrî Ehmed Ebdulwehab ve]

Ev mayîn li zeviyekê li bajarokê Medaya yê dorpêçkirî li Sûriyê bû. Xelk dibêjin ku Hizbula mayîn li derdora bajar çandine. [Wêne ji aliyê çalakvanê Sûrî Ehmed Ebdulwehab ve]

Asêmayî di nav bajarokê xwe de, dorpêçkirî ji aliyê rejîma Sûrî û Hizbulaha Libnanî ve, xelkê bajarokê Medaya yê nêzîkî Şamê ji Diyaruna re dibêjin ku ew dê rastî mirinê werin eger hewl dan birevin.

Di dema dorpêçê de ku ev bêtirî salekê berdewam e , Hizbula xalên kontrolê yên cihgir û gerok danîne û bi hezarên mayînan li zevî û bexçeyên derdora bajarokê çiyayî çandine, wan got.

Îsal heta niha, 50 kes ji bajarok bûne qurbaniyên teqînên mayînan, 10 ji wan yekser hatin kuştin, û herwiha 14 kesan lingên xwe ji dest dan, çalakvanên li deverê ji Diyaruna re gotin.

Ji aliyê Hizbula ve Dorpêçkirî ye

Di 3ê Cotmehê de, teqîna mayînekê sê xort birîndar kirin, dibe ku lingê yekî ji wan were jêkirin jî.

Bi bikaranîna bernavekî ji tirsa li ser selametiya xwe, Rida Nasir ê 19 salî ji Diyaruna re behsa wê yekê dike ku çawa ew û girûpekî xortên Medaya vê dawiyê xwe asêmayî di zeviyeke mayînan de dîtin.

Xelkê Medaya li benda alîkariya NY in ji bo wergirtina pêdiviyên xwarinê yên sereke , wî got, "lê kêmbûneke zêde ya xwê heye, ku di alîkariyan de nebû".

"Girûpekî xortan ligel min biryar da ku dorpêçê bişkînin û hewl bidin ku kemiyeke xwê bînin, piştî ku bihayê kîlogrameke xwê bû bêtirî $100," Nasir got.

"Her dema ku em gihiştin devereke ku bi navê Wezîr tê naskirin, hejmarek ji mayînên li dijî kesan teqiyan, du kes ji girûpê birîndar bûn, lê belê kesên din bi selametî reviyan," wî got.

"Piştî teqînan, me ronahiyên mobaylên xwe pêxistin daku li rewşa birîndaran binerin û me dît ku em bi mayînan dorpêçkirî ne," wî got jî.

Yek ji birîndaran rastî birîneke rasterast di lingê xwe de hat û niha di xetera birîna wî lingî de ye eger ji bo neştergeriyê bo nexweşxaneyeke li derveyî bajarok neyê veguhestin, Nasir got.

"Ew niha êşeke mezin dikşîne, lê ne tenê ew qurbanê mayînan e, ji ber ku gelek kes birîndarbûn dema ku hewl didan bigihin zeviyên çandiniyê li derdora Medaya," wî got.

"Em dijîn û mirin bi me re dimeşe," wî got. "Em ji her tiştî hatine bêparkirin, û [Hizbula] bi çek, rêbend û mayînên xwe me dorpêç dike."

Birînên bi neçarî

Mihemed Tariq, ku ew jî bervanekî bikar tîne, ji Diyaruna re got ku ew rastî êşên bêtir tê piştî qutkirina lingî wî.

Ev xort di dema teqîna mayînekê de îsal berî niha birîndar bûbû, û piştre karîbû ji bajarok derkeve daku çareseriya xwe temam bike.

"Me nizanîbû ku milîsa Hizbula me dorpêç dike û mayîn li bajarok û zeviyên me yên çandiniyê belav kirine," wî got.

Di naverasta Çile de, wî bibîr anî, ew û gîrûpekî xortan "çûn erdekî ku milkê malbata min e daku em sûda çandina wê binirxînin".

"Her dema ku min lingê xwe li ser erd danî min hest bi teqînekê kir ku tevahiya laşê min qet kir, lê piştî çend çirkeyan min zanî ku ez rastî birîneke kûr hatime," wî got.

"Min hewl da ku li ser lingê xwe rabim, lê min nikarî, û hevrêyên min nikarîbûn gavekê bi tenê jî biavêjin," wî got. "Min xwe ber bi wan ve kişkişand, û beşê jêrîn ê laşê min bixwîn bû."

Tariq di dawiyê de bo nexweşxaneyeke meydanî hat veguhestin, ku li wir jê re gotin ku rewşa wî giran e û neştergeiryeke bilez jê re lazim e.

"Lê dorpêça ku li ser bajarok hatiye ferzkirin ew neçar kirin ku biryara qutkirina lingê min bidin," wî got.

Di her 10 xulekên dawî de, wî got, ku rastî êşên qutkirinê dihat, ji ber ku ne bi awayekî rêkûpêk hatibû encamdan ji ber nebûna neştergerên pispor.

"Min bi awayekî karî ji Medaya derkevin ji bo çareseriyê, lê heta vê rojê ez nikarim bigihim nexweşxaneyekê ji bo şopandina rewşa xwe," wî got. "Ez bi lingekî destkird dijîm ku hîn pê re ranehatime, û ev hemû ji ber Hizbula ye, ku wê kîna xwe berda ser me."

Zarok dimrin

Hejmarek ji zarokan ji ber mayînan hatin kuştin anjî birîndar bûn dema ku li derdora bajarok dilîstin, rêveberê rêxistina Emirha û çalakvanê tendirustî Ebû Elî Hemada ji Diyaruna re got.

Hizbula bajarok bi mayînên veşartî çandiye, wî got, texmîn kir ku partiyê "6,000 mayîn li erdên me yên çandiniyê çandine daku tirsê di me de biçîne".

Mayîn bûn sedema birîndarbûna 50 kesan ji destpêka dorpêçê ve, wî got, heft ji wan zarok bûn -- sê mirin û lingên çarên din hatin qurkirin.

Mayîn herwiha bûn sedema mirina sewalan jî, wî got, da zanîn ku herkesê ku ji sînorên bajarok derkeve rastî metirsiya teqînekê tê.

"Me hewl da ku wan ji erdê derxin û me tîmeke ji çalakvanên xort ên hinekî xwedî ezmûn [di paqijkirina mayînan de] pêk anî, lê piştî rakirina 15 mayînan di roja yekem de ji proseyê mayînekê bi xortekî veda [teqiya]," wî got.

Bijîşkên li nexweşxaneya meydanî neçar bûn ku lingê wî qut bikin, wî got, anî ziman ku piştî vê yekê, destpêşxeriya derxistina mayînan bidawî hat.

Ligel vê metirsiyê, "Hizbula bi tiştê ku em dikin hesiya û dest bi çavdêriya tund li ser me kir", wî got, heta ku kamîreyên bi tîşka jêr sor jî danîn.

Dorpêça ku ji aliyê Hizbula hatiye ferzkirin bû sedema nemana hemû pêdiviyan, bi taybet ên tendirustî, Hemada anî ziman.

"Ji ber vê yekê eger kesek di teqîna mayînê de birîndar bibe, em neçar in ku lingê wî qut bikin û lingekî destkird jê re deynin, ji ber kêmbûna bijîşkên pispor û pêdivî û madeyên bijîşkî," wî got.

"Kesek nikare lêfikrînê li parçeyên laşê birîndarekî bi mayînekê û dîmena xwîna ku jê tê, lingê wî yê xwîndar bike, piştî ku di bin benceke xwecihî de rastî qutkirinê tê ku vedenga qêrînên êşa wî li seranserê Medaya belav dibe," wî got.

"Em ji aliyê Hizbula ve di dorpêça heta mirinê de ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500