Nûçeyên Iraqê
Analîz

Şîrovekar ji cudabûna Bereya Fetih el-Şam ji Qaîde biguman in

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarên ji Bereya Fetih el-Şam, ku berê bi navê Bereya Nusra dihat naskirin, di nîşandaneke serbazî de li Maaret Numan a Sûriyê beşdar in. [Wêne ji Ebdulla Cerk]

Çekdarên ji Bereya Fetih el-Şam, ku berê bi navê Bereya Nusra dihat naskirin, di nîşandaneke serbazî de li Maaret Numan a Sûriyê beşdar in. [Wêne ji Ebdulla Cerk]

Tevî ku ew îdia dike ku komeke opozîsyona Sûriyê ye, Eniya Fetih Şam bi piranî ji çekdarên biyanî pêk tê -- ev rastiyeke ne cihê rehetiyê ye û lîderên wê gelekî hewl didin girîngiya vê pirsê biçûk bikin, analîzer ji Diyaruna re dibêjin.

Ew herwiha biguman in ji wê yekê ku ev grûpa, ku berê bi navê Bereya Nusra dihat naskirin, bi rastî ji Qaîde cuda bûye , dibêjin dibe ku ragihandina cudabûna wê gaveke hesabkirî be ji bo misogerkirina beşdariya wê di çareseriyeke siyasî li Sûriyê de.

Li ser şopa Qaîde dimeşe

Hejmareke berçav ji çekdarên biyanî di rêzên Bereya Fetih el-Şam de berî niha di krîzên li deverên din de weke Afganistan, Bosna, Çeçenistan, Lîbya û Yemen şer kirine.

Ev çekdar, bi taybet ewên ji naverasta Asya, xwedî rewşeke taybetir di grûpê de ne, ji ber ku çekdarên herî xurt in û xwedî ezmûna meydanî ya bêtir in.

"Piştî ku Bereya Fetih el-Şam cudabûna xwe ji Qaîde îdia kir, ew bi awayekî sereke li ser prensîpa çekdarkirina endamên cîhadî û tekfîrî ji hemû welatên cîhanê dimeşe, li ser şopa grûpa xwe ya dayik, Qaîde," efserê xanenişînkirî ji artêşa Misrê Lîwa Yehya Mihemed Elî, pisporê grûpên tundrew got.

Girûpên terorê piraniya caran pişta xwe bi hewlên çekdarkirinê girê didin daku piştrast bibin ku hebûn û metirsiya wan a cîhanî "ne tenê di devereke coxrafî ya diyarkirî de sînordar e", wî ji Diyaruna re got.

"Bereya Nusra berê karî ku hejmareke mezin ji çekdarên Ereb û yên biyanî di nav rêzên xwe de çekdar bike li ser esasê ku yekem girûpa cîhadî bû ku hebûna xwe ragihand piştî destpêkirina bûyerên Sûriyê," Elî got, anî ziman ku çekdarên biyanî yên Bereya Nusra bi tundiya xwe di şer de naskirî ne.

Tevî hebûna hejmareke mezin ji çekdarên biyanî di rêzên wê de, Bereya Fetih el-Şam, weke Bereya Nusra berî wê, hewl dide ku wê yekê nîşan bide ku piraniya çekdarên wê Sûrî ne û ku "grûpeke opozîsyona Sûriyê" ye, wî got jî.

Bi rêya dûrxistina xwe ji Qaîde, lîderên Bereya Fetih el-Şam hewl didin ku cihê xwe di pêşeroja siyasî ya Sûriyê de misoger bikin, Samî Xêt, lêkolînerê ligel Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratejîk got.

"Ew dixwazin piştrast bin ku nayên piştguhxistin" ji ber ku Sûriye ber bi çareseriyeke siyasî ve diçe, wî ji Diyaruna re got.

Lê belê, gelek çekdarên biyanî loyalîteya xwe ji Bereya Fetih el-Şam re nîşan dane û xwedî îmtiyazatên mezin in li ser çekdarên Sûrî, Iraqî û Ereb", wî got.

"Pergala wan a pileyan a taybet heye," wî ji Diyaruna re got. "Hemû emîrên wan xwedî heman nasnameyê ne, û heta li deverên xwe yên şer ên taybet de şer dikin."

"Dibe ku lîderê Bereya Fetih el-Şam Ebû Mihemed Colanî ev imtiyaz dabin wan daku nehêle [ji Bereya Fetih el-Şam] cuda bibin û rê li aloziyan navbera wan û girûpên Bereya Fetih el-Şam ên ji nasnameyên din lê bigre," wî got.

Guman ji cudabûna ji Qaîde

Ligel Ewropî û Asyewiyên naverast, çekdarên ji seranserî cîhana Erebî jî di rêzên Bereya Fetih el-Şam de hene, Elî got.

Hejmara mezin a çekdarên Iraqî guman dixe ser ku bi rastî Bereya Fetih el-Şam ji Qaîde cuda bûye yan na, wî got, anî ziman jî ku çekdarên Iraqî esasê Qaîde li Iraqê ne.

Ne mumkin e ku hejmara konkrêt a çekdarên biyanî were diyarkirin, Elî got jî, ji ber ku çekdarên ku nû tên tevlî her yek ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û Bereya Nusra dibin piştî ku digihin Sûriyê.

Hinek piştre loyalîteya xwe navbera herdu girûpan diguherin, wî got jî.

Çekdarên biyanî beşekî sereke ji hêza serbazî ya Bereya Fetih el-Şam in, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulla ji Diyaruna re got, li ser bingeha çavdêriya belavok û agahiyên ku ji çavkaniyên di nav Sûriyê de werdigre.

"Çekdarên biyanî hertim loyalîteyê yan ji DAIŞ an ji Bereya Fetih el-Şam re nîşan didin," wî got.

Di sala 2015an de, bo nimûne, Ceyş el-Muhacirîn û Ensar (Artêşa Koçber û Alîgiran) loyalîteya xwe ji grûpê re nîşan da, wê demê bi navê Bereya Nusra dihat naskirin, wî got.

Hêza ji 2,000 kesan ji çekdarên ji nasnameyên cuda pêk tê, ji Tacekistan, Turkmanistan, Ûzbakistan û Çeçenistan, ligel nasnameyên din, wî got jî.

Komên biçûk weke Girûpa Çeçen û Krîmyayî, Ketîbeya Tewhîd û Ketîbeya Cîhad, ku ji çekdarên ji kutleyên Sovietî yên berê pêk tên, wan jî loyalîteya xwe ji Bereya Nusra ya berê nîşan dan, wî got.

Hejmarek ji çekdarên Ewropî di nav de hejmareke nekêm ji Rûsiyan, rasterast tevlî Bereya Fetih el-Şam bûn, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500