Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Radyoyeke nû li Mûsilê ji bo amadekirina xelkê ji rizgarkirinê re weşanê dike

Xalid Ta'î

Berpirsên Iraqî li weşana yekem a Radyoya Komara Iraqê di 4ê Cotmehê de dinerin. [Wêne ji aliyê Radyoya Komara Iraqê li Mûsilê]

Berpirsên Iraqî li weşana yekem a Radyoya Komara Iraqê di 4ê Cotmehê de dinerin. [Wêne ji aliyê Radyoya Komara Iraqê li Mûsilê]

Ligel nêzîkbûna şerê vegerandina bajarê Mûsil ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Tora Medyaya Iraqî radyoyeke nû da destpêkirin daku weşanê bo xelkê bajar bike, û daxwazê ji wan bike ku hevkariyê ligel hêzên ewlekarî bikin û xwe ji şerê rizgarkirinê re amade bikin.

Ev radyo dê rênimayan bide xelkê derbarê korîdorên derketinê yên ewle, tedbîrên ewlehî û hevkariya ligel hêzên Iraqî, herwiha agahiyên herî nû derbarê şer bide.

Radyoya Komara Iraqê li Mûsilê bi fermî ji bajarokê Qeyara, ku 60 kîlometan li başûrê Mûsilê ye, di saet 12:00ê nîvro bi dema xwecihî ji roja 4ê Cotmehê dest bi weşanê kir, serokê Tora Medyayî Elî Şelah ji Diyaruna re got.

Ev radyo dê rojane navbera saet 8:00ê sibehê heta nîvêşevê li ser frekansa 103.3 FM2 weşanê bike.

"Me xwest ku radyo li zarê dewleta Iraqî biaxive û ji ber vê yekê me qebûl kir ku navê wê bikin "Radyoya Komara Iraqî li Mûsilê" [...] ji bo em tekez bikin ku Mûsil dê hertim di dilê Iraqê de be û dê beşek ji nasnameya wê ya kultûrî bimîne," Şelah got.

Radyo niha digihe hemû parêzgeha Nînewa, wî got, anî ziman jî, "Em hêvîdar in ku piştre weşanê berfirehtir bikin daku deverên li bakurê welat jî li xwe bigre."

Alava medyayî û kultûrî

Ligel tevgerkirina xelkê ji bo piştgiriya hêzên ewlekarî û alîkariya wan daku ewle bimînin di dema şer de, hinek bername dê nûçeyên herî nû yên serkeftinên hêzên Iraqî û pêşketina li ser erdê û serhildana cemawerî li dijî DAIŞ biweşîne, wî got.

"Hinek bername herwiha dê çîrokên derbarê mîrasa mirovî ya Mûsil nîşan bidin, ku terorîst bi rêya tawanên xwe yên qirêj hewl didin dîrok, kultûr û sembolên vî bajarê Iraqî yê giranbuha pîs bikin," wî got jî.

Radyo weke "alaveke medyayî û kultûrî" ji xelkê Mûsilê re xizmetê dike û dê berdewam be li ser weşanê ji navenda bajar piştî rizgarkirina wî, wî got.

Fermandariya Operasyonên Nînewa parastineke ewlekarî ji radyoya nû re daniye, berdevkê fermandariyê Emîd Fîras Beşar Sebrî got.

"Me karê tîma endazyarî ya ku alavên weşana radyoyê danîn ewle û asan kir, û niha em stafê teknîkî û weşanê bi temamî diparêzin," wî ji Diyaruna re got.

Radyoya nû dê hêzeke bêtir bide hêzên Iraqî yên ku bi rizgarkirina Mûsilê û deverên din ên Nînewa hatine erkdarkirin, wî got.

Radyoya Komara Iraqê li Mûsilê, ligel Radyoya Operasyona Rizgarkirina Nînewa ku di Sibatê de dest bi weşanê kiribû, "dê alîkariya me bikin ji bo gihandina nameyên dilrehetkirinê û rêberiyê ji xelkê me yên Mûsilê re", Sebrî got.

Dê wan dilrehet bike ku "serkeftina dawî li ser terorîstan hetmî ye", wî got jî.

Rûbirûbûna propagendeya DAIŞ

DAIŞ medyayê bikar tîne ji bo "çewaşekirin û tirsandina welatiyan û daxistina morala wan", wî got.

Bi rêya xurtkirina weşana radyoyê, wî got, "em dê bikaribin bersiva propagendeya dijmin û hewlên wî yên berdewam ji bo berovajîkirina serkeftinên hêzên me û veşartina şikestinên xwe bidin".

Destpêkirina radyoya nû gaveke girîng e ji bo rûbirûbûna propagendeya DAIŞ, Kazim Miqdadî, serokê beşê ragihandinê di Kolêja Zanîngeha Farabî de, got.

Ew xwedan girîngiyeke taybet e di vê demê de ji ber ku hêzên Iraqî nêzîk bûne ji destpêkirina êrîşeke berfireh li dijî DAIŞ li Mûsilê ji bo vegerandina bajar, wî got.

"Gihandina nûçe, agahî û rastiyan ji xelkê Mûsilê re dê hemû derewên ku terorîst hewl didin bi rêya alavên xwe yên medyayî û progagendeyê belav bikin red bike," wî ji Diyaruna re got.

"Vegera medyaya fermî ya dewletê ji bajar re û rûmalkirina wê ji pêşketinên serbazî re faktorekî sereke ye ji bo piştgiriya şerê rizgarkirinê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500