Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Girava Bexdadî vedigere jiyanê piştî rizgarkirina wê ji DAIŞ

Ala Husên li Bexdayê

Piştî ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji Girava Bexdadî hatin derxistin, hêzên Iraqî pireke daleqandî li deverê datînin ji bo pevgirêdana bajarên parêzgeha Enbarê. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Piştî ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji Girava Bexdadî hatin derxistin, hêzên Iraqî pireke daleqandî li deverê datînin ji bo pevgirêdana bajarên parêzgeha Enbarê. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Operasyon li devera girava Bexdadî li Enbarê berdewam in ji bo rakirina paşmahiyên şer û vegerandina ximzetguzariyan weke amadekariyekê ji bo vegera xelkê.

Devera, ku li ser dirêjahiya beravê bakurê rojhilatê Çemê Firat li nahiya Hedîsa dikeve, ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 21ê Îlonê de hat rizgarkirin , tenê rojekê piştî ku hêzên ewlekarî, bi piştgiriya hêzên heşda eşayirî, dest bi operasyona rizgarkirinê kirin.

Tedbîra yekem ji bo vegerandina aramiyê bo herêmê bicihkirina sê fewcan ji hêzên heşda eşayirî bi dirêjahiya girava Bexdadî bû ji bo ewlekirina deverê, fermandarê heşda eşayirî li Bexdadî, Şêx Qeterî Semermend got.

Piraniya şervanên heşda eşayirî xwebexşên ji deverê ne, wî got, û erkê wan ê sereke piştrastbûn ji vegera ewlehî û aramiyê ye.

"Destkeftiya herî girîng ew e ku girava Bexdadî ji DAIŞ hat paqijkirin, û her tiştê din niha asantir bûye, di nav de paqijkirina deverê ji bombeyên bidestçêkirî û mayînan, ewlekirina rêyan û vegerandina xizmetguzariyan," wî ji Diyaruna re got.

"Ti molgehên DAIŞ li Bexdadî û tevahiya parêzgeha Enbar nemane, ji bilî çend şopîner û alîgirên wan li bajarê Qayim li ser sînorê Sûriyê, ku malbatên wan li wir dimînin," wî got.

Pirek ji bo pevgirêdana bajarên Enbarê

Ketîbeya endazyarî ya Lîwaya Piyade ya 7ê ya artêşê û yekîneyên endazyarî yên din pireke daleqandî li ser Çemê Firat datînin ji bo pegirêdana nahiya Bexdadî bi girava Dulab û gundên rojavayê girava Hît ve, cîgirê qayimeqamê Hît Muhened Zibar ji Diyaruna re got.

Pira Wehîd "dê alternatîvek ji pirên din re be ku ji aliyê grûpa terorîst a DAIŞ ve hatin teqandin", wî got. "Dê herwiha alîkarî û piştgiriya yekîneyên serbazî yên ku li girava Bexdadî hatine bicihkirin bike û dê derbasbûna malbatên aware bo warên xwe yên rizgarbûyî asantir bike piştî ku ji ew bombeyên bidestçêkirî û madeyên teqîner werin paqijkirin."

"Tevî wêranbûna mezin a 105 gundan li Bexdadî ji aliyê DAIŞ ve, vegerandina xizmetguzariyên sereke dê bi tenê di mehekê de li gundên sereke yên giravê biqede daku ew ji vegera xelkê aware re amade bin," wî got.

Hinek ji pêdiviyên sereke yên herêmê di qonaxa bê de, wî got, çakirina bingehên ava vexwarinê, berfirehkirina xetên elektirîkê, çêkirina veguhêzerên elektirîkê û paqijkirina rêyan ji bermahî û paşmahiyan li xwe digre.

Hevahengiya di nûkirinê de

Şêx Malallah Ubeydî, serokê encumena şaredariya Bexdadî, pesnê rola hêzên heşda eşayirî di vegerandina aramiyê debo deverê da.

"Ew bi şev nobedariyê ji bo parastina û ewlekirina deverê dikin, û di roj de karê paqijkirina rêyan û rakirina bermahiyan dikin," wî ji Diyaruna re got.

Tevî ku hewlên wan hinekî kêm in li gorî hewlên rêveberiyên şaredariyê, wî got, ew guzariştê li daxwaza xelkê herêmê ya avakirin û vegerandina aramiyê bo deverên xwe dikin.

Ubeydî bang li rêveberiyên xwecihî û federal kir ku piştgiriyê ji girava Bexdadî re zêde bikin daku ew bikaribe di dema herî nêzîk de operasyonên dubare avakirinê xilas bike.

Girava Bexdadî devereke gelekî girîng e, wî got. "Rizgarkirina wê bingeha asmanî ya Eyn Esed bi temamî ji êrîşên ewle hişt ku beriya aniha DAIŞ bi rokêtan êrîş dikir, herwiha Muceme'a Sekenî li bajarê Hît jî ewle kir."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500