Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Alîkarî bo xelkê Menbic diherikin piştî derxistina DAIŞ

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Zilam bi nûneratiya malên xwe di dorê de sekinî ne ji bo wergirtina para xwe ji alîkariyên mirovî ji otombîleke belavkirina alîkariyan a Encumena Serbazî ya Menbic. [Diyaruna]

Zilam bi nûneratiya malên xwe di dorê de sekinî ne ji bo wergirtina para xwe ji alîkariyên mirovî ji otombîleke belavkirina alîkariyan a Encumena Serbazî ya Menbic. [Diyaruna]

Hundirê depoya sereke li Menbic di dema temamkirina belavkirina para yekem de. [Diyaruna]

Hundirê depoya sereke li Menbic di dema temamkirina belavkirina para yekem de. [Diyaruna]

Hundirê depoya sereke li Menbic di dema temamkirina belavkirina para duyem de. [Diyaruna]

Hundirê depoya sereke li Menbic di dema temamkirina belavkirina para duyem de. [Diyaruna]

Jiyan li bajarê Menbic ê Sûriyê bi berdewamî baştir dibe, xelk ji Diyaruna re dibêjin, ji dema ku hêzên rizgarker hukmê du salî yê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 12ê Tebaxê de bidawî anîn.

Tevî ku xelkê bajarê li parêzgeha Helebê hîn di rewşeke zehmet de ne ji ber xirabiya aboriyê bi awayekî giştî, rêxistinên xwecihî û navdewletî karîne careke din alîkariyên mirovî bigihînin.

Piştî demeke kurt ji rizgarkirina bajar, hevpeymaniya navdewletî dest bi şandina alîkariyên xwarinê bo bajar kir bi rêya Rêxistina Menbic bo Hawarçûn û Pêşxistinê, endamê rêxistinê Munzir Bedir ji Diyaruna re got.

Alîkarî li ser xelkê tên belavkirin li gorî lîsteyên ku bi berdewamî tên nûjenkirin û yên ku rastî lêvegerîneke hûr tên.

Jin û zarok li bajarê Menbic ê Sûriyê alîkariyan ji rêxistinên mirovî werdigrin piştî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji deverê hat derxistin. [Wêne ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk]

Jin û zarok li bajarê Menbic ê Sûriyê alîkariyan ji rêxistinên mirovî werdigrin piştî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji deverê hat derxistin. [Wêne ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk]

"Hejmara parên ku heta dawiya Îlonê hatine belavkirin nêzîkî 14,000 sebetên xwarinê ne, di nav de 5,000 ku piştî rizgarkirina bajar hatin belavkirin û ji gelek madeyên xwarinê pêk dihatin, di nav wan de berhemên dan, birinc, zeyta xwarinê, sabûn, cil û avê," Bedir got.

Karwana herî mezin ji alîkariyan berî Cejna Qurban hat belavkirin, ku di 11ê Îlonê de destpê kir, wî got, ji bo "dayîna hestekî rehetiyê ji xelkê re her çiqasî gengaz be".

Alîkarî diherikin bajar

"Belavkirina alîkariyan li Menbic piştî rizgarkirina wê destpê kir ew jî piştî serkeftina kampanyaya ku bi navê fermandarê şehîd Ebû Leyla hatibû encamdayîn ku wê bajar û deverên li gundewarên wê rizgar kir," hevserokê Encumena Sivîl a Menbic Farûq Diyab Maşî ji Diyaruna re got.

Rêxistinên hawarçûnê dest bi hejmarek ji destpêşxeriyan kirin ji bo belavkirina xwarinê li ser xelkê ku wan di bin dorpêça DAIŞ de zehmetî kişand, wî got.

Piştî ku Encumena Sivîl a Menbic erkê rêvebirina bajar wergirt, operasyonên hawarçûnê zêde bûn ji bo bigihin hemû xelkê, Maşî got.

Encumen bi xwe hinek alîkariyan belav dike, hevdem ên din ji aliyê rêxistinên hawarçûnê yên ruxsetkirî ji rêveberiya xweser a kantona Kobanî ve tên belavkirin, ku ew rêxistin alîkariyan werdigrin û li ser herêman belav dikin li gorî pêwsîtiyên wan.

"Sebetên xwarinê yên ku ji aliyê encumenê ve tên belavkirin giraniya wan digihe 55 kîloyan," wî got, anî ziman ku her sebetek dikare bo nêzîkî du mehan têra malbatekê bike.

Karê hawarçûnê li Menbic herwiha peydakirina pêdiviyên bijîşkî, hazirkirina klînîkên bajar, çêkirin û nûkirina dibistanên bajêr û organîzekirina rêyên veguhestinê bo bajar, Maşî got.

Karê rakirina paşmahiyên malên ku di şerê ligel DAIŞ de hatin wêrankirin berdewam e, wî got, û herwiha hewl ji bo vegerandina xizmetguzariyan hene.

Ev yek hêzên polîs jî li xwe digre, wî got, ku dest bi kar kirin ji bo "piştrastbûn ji rehetî û ewlehiya xelkê ku vedigerin bajar".

Rewş hîn zehmet e

Şertûmercên di nav bajar de hîn "dilêşbexş in" e ji hinek xelkê re, dikandarê li Menbic Eyhem Îsa, yê 35 salî, ji Diyaruna re got.

Hinek xelk reviyan dema ku DAIŞ êrîşî bajar kir, wan her tişt li pey xwe hişt, û ew hemû ji dest dan ji ber ku ji aliyê çekdarên girûpê ve hatin talankirin, wî got, lê hinekên din mane, lê îmkaniyeta kar tune ye.

"Tevî ku dibe hinek made li bazaran bên dîtin û çalakî hêdî hêdî vedigere, tevgera xelkê ya kirînê hîn kêm e," wî got.

Piraniya deverên çandiniyê hîn ewle nebûne, Îsa got jî, ji ber ku nîşangirtin û topbaran berdewam in anjî ji ber mayînên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn çandin dema ku ew li bajar bû daku rêya reva bo deverên li derveyî kontrola xwe bigre.

Karê paqijkirina deverên çandiniyê ji mayînan bi hevahengiyê ligel Encumena Serbazî ya Menbic û gelek rêxistinên navdewletî didome, wî got.

"Xuya ye ku rewş li bajar hêdî hêdî asayî dibe", wî got jî.

Encumena Sivîl a Menbic serperiştiya hilbijartina komîteyên taxan dike ku dê kar ji bo peydakirina pêwîstiyên xelkê li bajar û deverên derdora wî bikin, Îsa got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500