Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Karebûyîna ajansên hewalgiriyên Iraqî di nehiştina DAIŞ de berçav e

Ala Husên li Bexdayê

Otombîleke çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di êrîşeke asmanî ya hêzên Iraqî û hevpeymaniyê de li Enbarê hat rûxandin. [Wêne ji aliyê Fermandariya Hêzên Hevbeş]

Otombîleke çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di êrîşeke asmanî ya hêzên Iraqî û hevpeymaniyê de li Enbarê hat rûxandin. [Wêne ji aliyê Fermandariya Hêzên Hevbeş]

Ajansên ewlekarî yên Iraqî hejmarek ji êrîşên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Bexda û Enbarê di dema borî de vala derxistin ji ber ku karê hewlagirî bipêş dikeve, berpirsan ji Diyaruna re gotin.

Hinek êrîşan nimêjker li Bexdayê di Cejna Qurbanê de kirin hedef û herwiha di meha Muherema pîroz de, û hinekên din berê xwe dan cihên gelek girîng li parêzgeha Enbarê.

Di operasyona pêşgir de ya ku 15ê Îlonê li başûrê Bexdayê pêk hat, Rêveberiya Giştî ya Hewalgiriyê Ismaîl Şehab Hemed, serokê yekîneyên "parêzgeha başûrî" yên ser bi DAIŞ ve girtin, Fermandariya Hêzên Hevbeş di daxuyaniyekê de got.

Hemed hewla pêkanîn çend êrîşên terorî li paytextê di rojên Cejna Qurbanê de dida, daxuyaniyê got.

Hêzên ewlekariyê Hemed bi piştgirêdan bi agahiyên îstixbaratî di êrîşekê de ku li bajarokê Yûsifiya li başûrê Bexdayê girtin, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Operasyona DAIŞ "ji aliyê malbateke tundrew ve ku ew rêşopênerê Qa'îda bû berî ku ew dilsoziya xwe ji DAIŞ re eşkere bikin hat pêkanîn", wî got.

Hewalgiriyên Iraqî bi dîroka Hemed dizanin ji dema ku wî di yekîneyên îstixbaratî yên DAIŞ de kar dikir, piştre pila wî bo berpirsekî ewlekarî û paşê fermanderekî serbazî di girûpê de hat bilindkirin, Ebû Rexîf got.

"Beriya girtina wî, berguman ew bû ku ew berpirsê şerkêşîkirina şanên terorî yên biçûk bû û bi encamdayîna operasyonên terorî li Bexdayê hatibûn erkdarkirin, herwiha encamdayîna teqînan û reşkujiyan di rojên Cejna Qurbanê ya pîroz de," wî got.

Êrîşên asmanî yên pêşgir

Di operasyoneke pêşgir a din de, Reveberiya Hewalgiriyê şaneke terorî li Bexdayê roja 24ê Îlonê girt û dest danî ser çek û teqemeniyên wê.

Endamên wê şanê pilan dikirin ku êrîşî welatiyan li Bexdayê bikin dema birêveçûna merasîmên meha Muherem a pîroz de, dema ku Şî'e salvegera şehadeta Îmamê Husên vêjîn dikin, li gorî daxuyaniyeke Fermandatiya Hêzên Hevbaş.

Yekîneyên hewalgirî vê dawiyê pilanake êrîşkirina ser bendava Hedîsa li rojavayê Enbarê eşkere kir, serkirdeyê heşda eşîretan Muqedem Nazim el-Cuxêfî got.

"Agahiyên hewlagirî yên bidîqet hiştin ku hêzên Iraqî du kerwanên çekdarên DAIŞ ku hewil didan êrîşî burcên çavdêriyê yên bendava Hedîsa bikin jinav bibin," wî ji Diyaruna re got.

Firokeyên şerker ên Iraqî yekem karwana otombîlên çekhilgir li nuqteke pênc kîlometran dûrî hedef bi temamî wêran kirin, û karwana din li nuqteke kîlometrekî dûrî hedef rûxandin, wî got.

"Otombîlan dirahiştin çekên giran û klaşinkovên 23 û 14.5 mm, ku ew hemû beriya bighêjin zona bendavê hatin rûxandin," wî got, da zanîn jî ku pêşî li "kareseteke mezin" hat girtin bi saya hêzên Iraqî.

Yekîneya Teyrbazên Hewalgirî

Beşê mezin ji xebatên hewalgiriyên Iraqî yên rûbirûbûyîna DAIŞ erkê Yekîneya Teyrbazên Hewalgirî ya ser bi Wezareta Hundir ve ye, analîzerên ewlekariyê ji Diyaruna re gotin.

"Yekîneya teyrbazên hewalgirî bi bê westannasî şerên rizgarkirina navçeyê ji DAIŞ dikin," peyvdarê Wezareta Hundir emîd Saed Maen got, bal kişand jî ku piraniya êrîşan li Remadî û Felûca li gorî agahiyên îstixbaratî yên yekîneyê hatin arastekirin beriya rizgarkirina herdu bajaran.

Hevahengiyeke bilind navbera yekîneyê û Fermandariya Operasyonên Hevbaş de heye, Maen got, anî ziman jî ku navborî agahiyan werdigrin û bi fermnadariyê re parve dikin, û piştre ew wan di êrîşkirina li ser cihên DAIŞ de bikar tîne.

Piraniya lîderên DAIŞ li Bexdayê di kemînan de hatin girtin ku ew li gorî agahiyên Yekîniya Teyrbazan hatin encamdayîn, wî got jî.

"Tevahiya van êrîşên pêşgir karînên DAIŞ bi giranî êşandin û pilanên wê têk birin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500