Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Kurdî harmoniya navbera olan de li bakurê Sûriyê vedigerînin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Şervanên ji Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) xaçekê vedigerînin qubeya kenîseyeke biçûk li Şedadî. [Wêne ji rûpela Facebook a YPG]

Şervanên ji Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) xaçekê vedigerînin qubeya kenîseyeke biçûk li Şedadî. [Wêne ji rûpela Facebook a YPG]

Piştî rizgarkirina Şedadî li parêzgeha Hesekê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzên hevpeyman û xelkê xwecihî li dijî binpêkirinên sîstematîk ên ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li dijî Kiristiyanên deverê pêk tanîn dengê xwe bilind.

Berî û piştî rizgarkirina Şedadî di Sibata 2016an de, li vî bajarokî şerên giran navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG û YPJ) li aliyekî û DAIŞ li aliyê din derketin.

Tevî tundbûna şeran, şervanin ji hêzên opozîsyona miyanrew erkek li stûyê xwe girtin ku cihêrengiya deverê biparêzin û piştgiriya nirxên wê yên harmonî û bihevrejiyana olî bikin, xelkê xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Bidawîkirina zordariya DAIŞ

Weke beşekê ji van hewlan, şervanên YPG vê dawiyê xaçek vegerandin qubeya yek ji kenîseyên ku DAIŞ wêran kiribû, şervanê Encumena Serbazî ya Siryanî Fadî Dawûd got.

Ne hewce ye em behsa necudakirina li ser esasê etnîkî yan olî ji aliyê hêzên ku şerê DAIŞ li parêzgeha Hesekê li bakurê Sûriyê dikin bikin," wî ji Diyaruna re got.

Kenîseya Meryema Adra li gundê Tel Nesrî, kenîseya Reyan li gundê Tel Hermez û kenîseya St. George li Qebir Şemiyê di nav kenîseyên herî navdar de ne ku ji aliyê DAIŞ ve hatine têkdan an wêrankirin, Dawûd got.

Ev kenîse û gelekên din vedigerin serdemên Kiristiyan ên kevnar û hewceyî çakirinên mezin in piştî ku ji aliyê DAIŞ ve hatin xirakirin, şewtandin û wêrankirin, wî got.

Piraniya Kiristiyanên deverê ji tirsa zordariya DAIŞ reviyan Qamişlo û deverên din ên parêzgeha Hesekê, wî got.

"Kiristiyanên li devera Şedadî rastî gelekî zehmetî hatin di bin zordariya DAIŞ de û rastî revandinê dihatin û bi zorê bac û zekat ji wan dihatin standin," wî got.

Ligel wêrankirina kenîseyên deverê, endamên DAIŞ xelkê Kiristiyan neçar dikirin ku cilên Îslamî li xwe bikin û nêzîkî 300 kesan revandin, ku hejmareke mezin ji wan di çend mehên dawî de serbest hatin berdan, wî got.

"Armanca şerên niha bidawîkirina zordariya DAIŞ li dijî xelkê deverê ye, ku ew girûp nahêle xelk erkên xwe yên olî bicih bînin," wî got.

Ji dema ku DAIŞ dest danî ser bakurê Sûriyê û deverên Sûriyê yên din wê binpêkirin derheqê Kiristiyanan pêk anîn bi hinceta ku ew kafir in," efserê YPG Ferhad Xoce ji Diyaruna re got.

DAIŞ kenîse neçar kirin ku sembolên olî weke xaçan, wêneyan û nîşanan rakin, wî got, ji ber ku endamên girûpê wan "qedexekirî ji aliyê Îslamê ve" dihejmêrin.

"Divê neyê jibîrkirin ku tu carî aloziyên olî navbera xelkê deverê de çênebûne ku ew xelk ji hemû etnîk û olên naskirî yên li herêma Meşriq pêk tên," Xoca got. "Gelekî normal e ku yekîneyên ku şerê DAIŞ dikin sembolên olî vegerînin cihên wan."

Bihevrejiyan: Rabihûrî û pêşeroja Sûriyê

"Encamên ku em li ser erdê dibînin, weke azadiya raman û baweriyên olî, nimûneyeke baş e ku divê Sûriyê di pêşerojê de bi wî rengî be," Şêx Muaz Ebdulkerîm, gotarbêjê berê li mizgefta Umer a Helebê ku niha li Qahîra dimîne, got.

"Ji sedên salan ve Sûriyê bi cihêrengiya xwe ya etnîkî û olî navdar e," wî ji Diyaruna re got.

"Negengaz e ku mozayîka ku vî welatî dixemilîne were reşkirin, û tiştekî bêwate û nelojîk e ku xelkê Sûriyê van hemû qurbanîdayînê di can û milkan de bidin daku di serdemên reş de bijîn, ku DAIŞ dixwaze wan vegerîne wan," wî got.

Wêrankirina kenîseyan û guhertina wan bo bingehên DAIŞ nabe ku bi Îslamê ve bê girêdan, wî got, anî ziman ku tu nivîseke olî yan şîrovekirineke şerîetê tune ye ku piştgiriya van karan bike.

"Lê berovajî vê yekê, dersên rasteqîn ên Îslamê banga parastina avahiyên olên Xwedawendî yên ne-Îslamî û parastina bawermendên van olan dikin," Ebdulkerîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Her bijî YPG

BERSIV BIDE