Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq girava Xalidiyê ji mayînên DAIŞ paqij dike

Ala Husên li Bexda

Hêzên Iraqî deverên parêzgeha Enbarê yên rizgarbûyî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji paşmahiyên teqîner ên şer paqij dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevanî ya Iraqê]

Hêzên Iraqî deverên parêzgeha Enbarê yên rizgarbûyî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji paşmahiyên teqîner ên şer paqij dikin. [Wêne ji bal Wezareta Berevanî ya Iraqê]

Piştî mehekê ji rizgarkirina girava Xalidiyê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), hêzên Iraqî kar ji bo rakirina paşmahiyên teqîner ên şer ji deverê dikin daku rê bidin xelkê ku vegerin, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Piştî mayînan, bombeyên bidestçêkirî û bermahiyên din ên şer bên paqijkirin, xizmetguzarî dê ji giravê re bên vegerandin, wan got.

Hêzên Iraqî girava Xalidiya di 27ê Tebaxê de vegerandin piştî şerekî giran ku 28 rojan dom kir, ku tê de DAIŞ bêtirî 1,200 çekdar ji dest dan. .

Artêşa Iraqî û tîmên endazyarî di demeke pêş de dest bi rakirina bombeyên bidestçêkirî, mayîn û bermahiyên şer ji girava Xalidiyê kirine, cîgirê fermadnarê heşda eşayirî ya Enbarê lîwa Ehmed Bîlawî ji Diyaruna re got.

"Kar bi lezeke xurt pêş dikeve û heta niha nîvê deverê hatiye ewlekirin," wî got.

"Tenê çend roj mane berî ku hemû karê rakirina bermahiyên şer temam bibe," wî got, ku piştî vê yekê dê yekîneyên hawarçûnê ji polîsê Enbar û hêzên heşda eşayirî rewşa ewlehî kontrol bikin.

Ev yek dê rê bide hêzên artêşê ku berê xwe bidin deverne nû ku hîn di destê DAIŞ de ne.

"Terorîstên DAIŞ piraniya kolan û malên deverê bomberêj kirine, û di encamê de ziyaneke mezin gihandine nîvê avahiyên li wir," Bîlawî got, amaje bi raporteke tîmeke taybet a NY ku vê dawiyê serdana giravê kiribû da.

Rakirina bilez a bermahiyên şer û vegerandina ximzetguzariyan dê vegera ewle ya welatiyên aware bo warên wan ên rizgarbûyî bileztir bike, ku ev dever vê dawiyê baregeheke DAIŞ û bingeheke girîng ji tevgerên wê re bû, wî got.

Vegerandina xizmetguzariyan

Tîmên şaredariyê dê dest bi kar bikin ji bo vegerandina xizmetguzariyan li deverê dema ku bermahiyên teqîner ên şer bên rakirin, serokê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Enbarê Racih Berekat got.

Otombîlên şaredariyê û tîmên teknîkî dê kar li ser rakirina bermahiyan bikin, vekirina rêyan, nûkirina sîstemên ava vexwarinê, çêkirina bircên elektrîkê û peydakirina xetên enerjiyê ji giravê re ji Bexdayê, wî ji Diyaruna re got.

Ev dê erkekî mezin be li girava Xalidiyê, wî got, "ji ber ku sirûşta keştûkalî ya deverê, dê hewlên bêhempa ji aliyê rêveberiya şaredariyê li parêzgehê gerek be".

Wezareta Avakirin, Bicihkirin û Şaredariyên Giştî soz da ku makîne û teknîkaran ji parêzgehên din re peyda bike ji bo piştrastbûn ji temambûyîna kar di demeke herî nêzîk de, Berekat got.

"Hikûmeta xwecihî li Enbarê dixwaze piştgiriya darayî ji Wezareta Koç û Koçberan û rêxistinên navdewletî werbigre ji bo vegerandina aramiyê bo girava Xalidiyê û amadekirina wê ji vegera xelkê aware re di demeke herî nêzîk de," wî got jî.

Bingeha nû ya polîs

Wezareta Hundir bingeheke polîs li girava Xalidiyê vekir, "ku dê zû kar li ser dayîna ruxsetên ewlekarî ji malbatên aware re bike berî ku vegerin deverê", serokê encumena şaredariya nahiya Xalidiyê Elî Dawûd got.

"Bingeh dê kar li ser tomarkirina dozên sivîl li dijî terorîstan û lêkolînê li gelek haletên tawankarî di çarçoveya desthilata xwe de bike," wî ji Diyaruna re got.

Girava Xalidiyê dê amade be ku malbatên aware werbigre "piştî ku terorîst bên destnîşankirin û derbasbûna wan bo giravê were qedexekirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500