Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serjêkirina welatiyan weke qurbanên Cejnê ji aliyê DAIŞ ve hêrsê zêde dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Dîmenek ji vîdyoya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve di Cejna Qurbanê de hatiye belavkirin, berî çend bîstikan ji qutkirina stûyên qurbaniyên Sûrî ji aliyê çekdarên wê ve.

Dîmenek ji vîdyoya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve di Cejna Qurbanê de hatiye belavkirin, berî çend bîstikan ji qutkirina stûyên qurbaniyên Sûrî ji aliyê çekdarên wê ve.

Di 12ê Îlonê de, yekem roja Cejna Qurbanê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vîdyoyek belav kir ku tê de nîşan dide çawa stûyên 19 kesên ku ew dibêje ew "sîxur" in tên qutkirin li bajarê Dêrezora Sûriyê û daleqandina wan ji lingan ve li ser zincîrên goşt, weke çawa goştfiroş ligel pezan dikin.

Di vîdyoyê de, DAIŞ îdia dike ku qurbanî bi fermana zilamekî bi navê Heyder Mihemed Ebdula kar dikin, ku ew li Tirkiyê dimîne.

DAIŞ îdia dike ku Ebdula efserekî ewlekarî ye ligel Eniya Nusra, ku niha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, bû berî ku tevlî milîseke Kurdî bibe û piştre bibe sîxurekî hevpeymaniya navdewletî re.

Girûpa çalakvanan a Reqa bi Bêdengî Tê Serjêkirin ev klîp weke "xirabtirîn vîdyo" ku heta niha hatibe dîtin wesif kir.

Xelkê Dêrezorê, ku di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de ye, di rê re diçin bazarekê. Girûpa tundrew vîdyoyek di Cejna Qurbanê de belav kir ku tê de serjêkirina Sûriyên ji wê parêzgehê nîşan dide. [Wêne ji bal Mehmûd Nadir ve]

Xelkê Dêrezorê, ku di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de ye, di rê re diçin bazarekê. Girûpa tundrew vîdyoyek di Cejna Qurbanê de belav kir ku tê de serjêkirina Sûriyên ji wê parêzgehê nîşan dide. [Wêne ji bal Mehmûd Nadir ve]

Pîskirina cejneke Îslamî

"DAIŞ careke din binpêkirina xwe ji hemû nirxên mirovî û olî re tekez dike," oldarê Ezher Şêx Ebdilmunim Mihemed, îmamê mizgefta Nûr li Maedî got.

DAIŞ girûpeke xwînmij e ku "cudahiyê navbera Misilman û nemisilmanan de nake maden ku ew xwînê dirjîne", wî ji Diyaruna re got.

Vîdyoya ku di cejnê de hat belavkirin pîskirineke bimebest ji roja cejnê û merasîmên wê re ye, ku ev bi sedên salan e ku li bal Misilman hatine dîtin, wî got.

"Tenê mamelekirina mirovan weke heywanan guneheke mezin e ku nayê lêborandin, bi taybet ku welatî weke sewalan hatin serjêkirin," Mihemed got.

"Ne ji merasîm û adetên Îslamê ye ku mirovan weke qurbanan pêşkêş bikin," wî got, anî ziman ku karên DAIŞ berûvajîkirineke enqesd ji Îslamê re ye.

"DAIŞ bimebest welatiyên ku li deverên bin kontrola wê de dijîn ji kêfxweşiyê bêpar dike û berî niha nimêjên [terawîh] û hemû rêûresmên kêfê qedexe kiribû," wî got.

Gelek îmaman bûyer di xutbeyên Cejnê de şermezar kirin, wî got, tekezî li ser "hovîtiya girûpê" kirin û nimêjker piştrast kirin ku Dar Iftaya Misrê bi tundî DAIŞ û îdolojiya wê red dike.

Rewangeha Fetwa ya Dar Ifta daxuyaniyek derxist ku tê de vîdyoyê îdane dike, piştrast kir jî ku li gorî şerîetê, "kuştina rihekî weke kuştina hemû mirovahiyê ye".

Tirsandina welatiyên Dêrezorê

DAIŞ xwest vî "karê kirêt" li Dêrezorê pêk bîne weke hewlekê ji bo tirsandina xelkê û îsbatkirina kontrola xwe piştî gelek binketinên ku ew vê dawiyê rastî hatîn, Mehmûd Nadir, ku çalakvanekî ligel kampanyaya medyayî ya Dêrezor Li Jêr Agir E ku binpêkirinên DAIŞ li herêmê bibelge dike, got.

"DAIŞ li gelek deverên ku hebûna wê li wan heye bi paşve diçe," Nadir got, ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe.

Xelkê Dêrezorê bi pêwendiyên xwe yên êlî yên xurt naskirî ne, wî got, anî ziman jî piştî ku DAIŞ hewl da ku xortên wan bi zorê çekdar bike wan dest bi derxistina wan ji parêzgehê bi qaçaxî kirin.

Ev yek bû sedema tirsa girûpê, wî got, anî ziman ku êla Egeydat yek ji wan êlan e ku endamên wê ji DAIŞ cuda dibin.

"Du ji cudabûyên herî naskirî vê dawiyê Mihemed û Kerîm Redfan ne ji êla Egeydat," wî got. "Ew hatibûn neçarkirin ku di rêzên DAIŞ de şer bikin û reva wan bandoreke mezin li ser xelkê çêkir."

Di Tebaxa 2014an de, li bajarokên Ebû Hemam, Keşkiya û Giranîc ên Dêrezorê, DAIŞ nêzîkî 700 endamên êla Şihêtat îdam kir piştî ku eşîret li dijî wê sekinî û qebûl nekir ku girûpê biyet bike.

Şîn li şûna kêfxweşiyê

Vîdyoya dawî ya DAIŞ "kêfa Cejnê ji xelkê dizî ji ber ku ji dîmenên tê de bizdayî nam", Elî Seîd, bazirgan û xelkê bajarê Meyadîn ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Pîrozbahiyên cejnê neman û şîn li piraniya Dêrezorê hatin lidarxistin, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku kesên hatin serjêkirin endamên gelek êl û malbatên ku gelekî li deverê naskirî ne bûn.

"Hêrsa li dijî DAIŞ di nav xelkê de derket," Seîd got, anî ziman ku dema kuştinan dê bo demeke dirêj ji bîra xelkê Dêrezor neçe.

"Ev îdamkirin tevlî zordariyên din bû ku li ser destê endamên girûpê derheqê xelkê de tên kirin, tevlî dorpêça darayî û psîkolojîk a tund li ser wan," wî got.

Piraniya bazirganên deverê îflasa xwe ragihandin, wî got, û hinekên din reviyan daku malbatên xwe û pereyên ku bi wan re mane biparêzin.

DAIŞ dest danî ser milkên kesên reviyayî, dikanên wan dane bi kirê û malên wan bikar tîne ji bo vehewandina çekdarên xwe û malbatên wan, yên ku ji deverên ku girûp ji dest dide direvin, wî got.

"Girûpê herwiha hinek mal, bi taybet ew ên di nav bajar de, kirine baregehên ewlekarî," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500