Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Raportên nû îşaretê bi berfirehbûna hejmûna Îranê li Sûriyê didin

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

Endamên Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di meşa serbazî de ne di nimayişeke serbazî ya salane de li Tehranê sala 2015an. Çend raport bal dikşînin li ser zêdebûna hejmûna Pasdarên Îranê di şerê berdewam ê Sûriyê de. [Eta Kenara/AFP]

Endamên Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di meşa serbazî de ne di nimayişeke serbazî ya salane de li Tehranê sala 2015an. Çend raport bal dikşînin li ser zêdebûna hejmûna Pasdarên Îranê di şerê berdewam ê Sûriyê de. [Eta Kenara/AFP]

Tevî ku rejîma Îranî derbarê destêwerdana xwe di krîza Sûriyê de bêdeng maye, belgeyên nû derbarê zêdebûna asta tevlîbûna wê derketine holê, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Di demekê de ku şer nêzî sala xwe ya şeşem dibe, Îranê hejmara hêzên şerker li Sûriyê li kêleka rejîma Sûriyê û di bin fermandariya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî zêde kiriye, ew dibêjin.

"Agahiyên ku ji paytextê, Şamê, tên hebûna baregehên veşartî yên mezin tekez dikin ku ew operasyonên taybet ên ku ji aliyê yekîneyên Feyleqê Pasdaran û girûpeke ji çekdarên ji welatên cuda ve tên pêkanîn birêve dibin," Mihemed Bayk, çalakvanê di komîteya hevahengiyê ya Xûta Rojhilat de, li Şamê, got.

Ev çekdar ji Lubnan, Iraq, Afganistan, Pakistan û Çînê tên, wî ji Diyaruna re got.

Efserê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî Secad Heyder Elî ji aliyê girûpeke opozîsyona Sûriyê ve li nêzîkî Şamê di 2012an de hatibû girtin. [Wêne ji bal çalakvanê Sûrî Mihemed Bêk]

Efserê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî Secad Heyder Elî ji aliyê girûpeke opozîsyona Sûriyê ve li nêzîkî Şamê di 2012an de hatibû girtin. [Wêne ji bal çalakvanê Sûrî Mihemed Bêk]

Ligel baregehên li Şamê, wî got, Îran xwediya "baregeh û navendên din e ku li bêtirî deverekê belavbûyî ne", di nav de Seyida Zeyneb li parêzgeha Şamê, Laziqiyê û Baniyas li parêzgeha Tertûs.

Piştraskirinên Bêk li gorî agahiyên ku di raporteke roja 30ê Tebaxê ku Daily Mail Online belav kiriye hatin ku wê eşkere kir ku bingeheke hêzên Îranî li Sûriyê heye.

Li gorî raportê, girûpên ser bi Feyleqê Pasdaran ve ji baregeheke nêzîkî balafirgeha Şamê tên serperiştîkirin, ku herwiha ji bo rêvebirina rijandina pereyan ji Îranê û pêkanîna operasyonên îstixbaratî û dijeterorê tê bikaranîn.

Raport herwiha hejmara hêzên ku Îran piştgiriya wan dike û li Sûriyê şer dikin bi 60,000 texmîn kir, ku 15,000 ji wan Îranî ne û 45,000 ji welatên din in.

Belge li ser çeteyên Îranî

Di dema berdewambûna şerê li Sûriyê de, Bêk got, girûpên opozîsyonê gelek çete girtin ku girêdayî Îranê bûn, û karîn laşên çekdarên kuştî yên ser bi Îranê ve bi rêya tomarên vîdyoyî bibelge bikin.

Bêk got ku ew carekê ligel Ketîbeyên Farûq bû, ku girûpeke çekdar e û li jêr navê Artêşa Azad a Sûriyê de şer dike, dema ku yekîneyeke hêzên Feyleqê Pasdaran li gundewarên Şamê ew girt.

Girûp ji efser û pênc kesên din pêk dihat, wî got, anî ziman jî ku wî dengê efser kir dema li hebûna navendeke fermadariyê ya mezin a Feyleqê Pasdaran li Şamê mukir hat.

Efser nikarîbû cihekî diyarkirî bide, wî got jî, ji ber ku wî navên deverên Sûriyê nas nedikirin, lê eşkere kir ku baregeh girûpeke mezin ji efserên Îranî ji pile û şaxên xizmetê cuda vehewandiye.

Gelek girûpên ser bi Îranê ve li ser erdê hatine naskirin dema û piştî şer bi rêya çavdêrîkirina pêwendî û hesabên li ser înternetê, wî got, bi taybet dema ku kuştina wan tê ragihandin.

Destêwerdana tayifgerî

"Tek armanca hebûna Feyleqê Pasdaran li Şamê û beşên din ji Sûriyê destêwerdana rasterast di karûbarên Sûriyê de ye, û piştgiriya rejîma niha û piştrastbûn ji mayîna wê û berdewamiya berjewendiyên Feyleqê Pasdaran li Sûriyê ye," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulla, ku krîzê dişopîne, got.

Destêwerdana Îranê li Sûriyê û welatên din li herêmê bi "formeke destêwerdana tayifgerî ye", wî ji Diyaruna re got, zelal jî kir ku hêz bi beheneya parastina cih û mezargehên pîroz tevdigere.

Tevgerkirina hêzan li Lubnan û Iraqê destpê kir û ji wê demê ve bo welatên din ên weke Pakistan û Afganistan berfirehtir bû, wî got.

Helbet, wî got, tevgerkirina mezin a çeteyên Şîe hişt ku tevgerkirineke Sunî jî çêbibe, "vê yekê hişt ku operasyonên serbazî li hinek deveran esasê tayifgerî werbigrin".

Girûpên serbazî yên ser bi Feyleqê Pasdaran ve xwedî navên tayifgerî yên taybet in daku nasnameya xwe ya tayifgerî tekez bikin, wî got jî.

Girûpên ku Feyleqê Pasdaran serokatiya wan dike

Ne ecêb e ku Feyleqê Pasdaran xwedan navendeke fermandariyê ya mezin li Şamê ye, Fethî Seyid, lêkolînerê li Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejîk ku ew pisporê karûbarên Îranê ye, got.

Xuya dike agahî lojîkî ne, wî ji Diyaruna re got, tevî ku "hinek pirs hene li ser çawaniya belavbûna datayên derbarê şekil û qebareya baregehan".

Bi temamî mumkin e, wî got jî, ku "fermandariya Feyleqê Pasdaran hişt ku ev agahî belav bibin, anjî herî kêm beşek ji wan, daku ew hebûna xwe îsbat bike".

Girûpên Îranî yên li Sûriyê ji Ketîbeya Bedir û Feyleqê Pasdaran pêk tên, wî got, zêde jî kir ku hebûneke mezin a Îranî ligel hejmarek ji girûpên Iraqî heye, weke Lîwayê Ebû Fedil Ebbas û Esayib Ehil Heq.

Tevî ku wê karî hejmareke mezin ji çeteyan çekdar bike daku li Sûriyê şer bikin, wî got, Îranê yekîneyên ji nasnameyên cuda pêk neanîne.

Daku piştrast be ku alozî navbera girûpan de çênabe û daku destê wê li ser wan xurt bimîne, wî got, anî ziman jî ku ew ji aliyê efserên Feyleqê Pasdaran ve tên birêvebirin ku ew serperiştiya operasyonên serbazî dikin û pêwendiyê ligel fermandariya Îranî ya li Şamê dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500