Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Vegera awareyên Felûca bileztir dibe

Xalid Ta'î

Welatiyek ji bajarokê Kerma yê parêzgeha Enbarê alîkariyê werdigre piştî ku vegeriya mala xwe. [Wêne ji bal Weqfa Sunî]

Welatiyek ji bajarokê Kerma yê parêzgeha Enbarê alîkariyê werdigre piştî ku vegeriya mala xwe. [Wêne ji bal Weqfa Sunî]

Ji destpêka Îlonê ve, bi sedên malbatan vegeriyane malên xwe li gundewarên Felûca piştî ku nasnameyên wan ji aliyê desthilatên Iraqî ve hatin piştrastkirin, berpirs û xelk ji Diyaruna re dibêjin.

"Ez ligel malbata xwe awareyî kampa Amiriyat Felûca bûbûm, û em bêtirî salekê li wir man di şertûmercên xirab de," Basim Xelîl, ku vê dawiyê vegeriya bajarokê Kerma, yê li bakurê rojhilatê Felûca, got.

"Dema ku deverên me ji terorîstan hatin rizgarkirin, me ev yek weke nîşaneke baş a nêzîkbûna vegera xwe dît, û em aniha li mal in," wî ji Diyaruna re got.

"Me rûpela terorîzmê girt û awarebûna me bidawî hat," wî got, bal kişand ser dagirkariya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ). "Em dixwazin bi aramî bijîn û bajarê xwe yê xweş dubare ava bikin."

Nêzîkî 1,000 malbatan vegeriyane gundewarên Felûca ji destpêka Îlonê ve, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbar Racih Berekat Eyfan got.

"Çarsed malbatên aware vegeriyane Kerma, 300 vegeriyane bajarokê Seqlawiya (li bakurê rojavayê Felûca ye), û 200 vegeriyane gundên Nesaf, Hasî, Elbû Eyfan li başûrê bajar," wî ji Diyaruna re got.

Piraniya malbatan li kampên awarebûnê li Amiriyat Felûca diman, wî got, heta ku "hikûmeta xwecihî ew vegerandin û xizmetguzarî bi hevahengiyê ligel hêzên ewlekariyê ji wan re peyda kirin".

Ev veger "despêkeke baş" e, wî got, anî ziman ku tê çaverêkirin ku malbatên bêtir di hefteyên pêş de vegerin ji ber ku jiyan hêdî hêdî vedigere rewşa asayî.

Vegerana xizmetguzariyan

Kampên awarebûnê li Amiriyat Felûca û Xalidiya nêzîkî 13,000 malbat ji Felûca û gundewarên wê di çaxê rizgarkirina bajar de wergirtin, rêveberê rêveberiya koç û koçberan a Enbarê Mihemed Reşîd got.

"Piştî ku Felûca bi temamî ji destê terorîstan hat vegerandin di dawiya Hezîrana borî de û ji bombeyên bidestçêkirî hat paqijkirin, me dest bi vegerandina malbatan bo gundewarên bajar kir," wî ji Diyaruna re got.

Proses "bi şahîkî" birêve diçe, wî got, anî ziman jî ku xizmetguzariyên av û elektirîkê hatine vegerandin û berhemên petrolê niha berdest in.

Hinek welatiyan dest bi vegera bo navenda Felûca kirine, wî got.

Heta niha, bêtirî 59,000 kesan vegeriyane malên xwe li parêzgeha Enbarê, li gorî Wezareta Koç û Koçberan.

Ev hejmar ji 41,255 malbatên ku vegeriyane Remadî, 7,190 bo Hît, 1,535 bo Rutba û 1,271 bo Hedîsa pêk tê, wezaretê got.

Reşîd got ku ew hêvî dike ku hemû xelkê aware îsal bikaribin vegerin malên xwe li Enbarê.

"Em ji peydakirina hemû pêwistiyên malbatên aware piştrast dibin, alîkariya wan dikin daku ji rewşa awarebûnê xilas bibin, û bihêlin ku ew vegerin jiyana xwe ya berê," wî got.

Xelkê Kerma vedigerin

Kerma vegera xelkê xwe yê aware dibîne, bi taybet ew ên li navendên din li Enbarê û Bexda aware bûbûn, qayimeqam Ehmed Muxlif ji Diyaruna re got.

"Me holeke çaverêkirinê ya mezin amade kiriye ku li wir navên kesên vegeriyayî ji aliyê tîmeke ewlekarî ya taybet ve tên pişkinînkirin, û di heyama saetekê yan duyan de ruxseta ewlekarî ji malbata vegeriyayî re tê dayîn û rê ji vegera wê re tê vekirin," wî got.

Rêveberiya xwecihî ya Kerma niha ava vexwarinê dişîne, û jeneratorên elektirîkê yên xwecihî hatine xebitandin, wî got jî, da zanîn ku proseya peydakirina xizmetguzariyan li hemû deveran berdewam e.

"Vegerandina hemû xizmetguzariyan pêwîstiya wê bi hevahengiya hemûyan heye, û em dê tiştê ji me were bikin ji bo dubareçakirina hemû dezgeh û jêrxaneya ku ji aliyê terorîstan ve hatin wêrankirin," Muxlif got.

"Di rojên dawî de me çend serdanên meydanî pêk anîn daku em li rewşa malbatên vegeriyayî binêrin," wî got. "Ew bi giştî razî bûn û kêfxweş bûn ku vegeriyane, û hêviyên xwe yên alîkarîkirina di hewlên nûavakirin û parastina aramiya deverên xwe de nîşan dan."

Tê çaverêkirin ku hejmara malbatên vegeriyayî bo bajarok zêde bibe, wî got.

"Gelek malbatên aware hene ku li malên kirê dijîn û li benda bidawîhatina girêbestên kirê ne," wî got.

Malbatên din vegera xwe heta piştî ezmûnên zarokên xwe paş xistine, wî got, anî ziman jî ku di hefteyên bê de "veger dê bileztir be".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê Felûca biparêze û terorîstan ji wê bi dûr bike!

BERSIV BIDE