Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ziyanên di fermandariya bilind de dibin sedema şikestinên li peyhev ên DAIŞ

Welîd Ebû Xêr li Qahîre

Berdevkê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" Ebû Mihemed Ednanî di êrîşeke asmanî de di 30ê Tebaxê de li bakurê Sûriyê hat kuştin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqî ve]

Berdevkê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" Ebû Mihemed Ednanî di êrîşeke asmanî de di 30ê Tebaxê de li bakurê Sûriyê hat kuştin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqî ve]

Ligel jidestdayîna gelek bajarên stratejîk û rêyên qaçaxiya petrolê di mehên dawî de, ku bûn sedema daketina karînên darayî û serbazî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), girûpê bi berdewanî lîderên bilind ji dest dide ku ev yek bandoreke mezin li ser şepedarên girûpê çêdike, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Ev ziyan, ew dibêjin, nîşana destpêka bidawîhatina DAIŞ in.

Gurza herî dawî ji DAIŞ re kuştina berdevkê wê Ebû Mihemed Ednanî bû, ku navê wî yê rast Taha Subhî Felaha bû, di êrîşeke asmanî de di 30ê Tebaxê de li bakurê Sûriyê , Pentagon 12ê Îlonê piştrast kir.

"Êrîşa nêzîkî Bab, li Sûriyê, propagenkarê bilind ê DAIŞ, tejnîdkar û endazyarê operasyonên terorîst ên derve ji meydana şer bi dûr bir," sekreterê medyayî yê Pentagon Peter Cook got.

"Ev yek ji zincîreke êrîşên asmanî yên serkeftî yên li dijî lîderên DAIŞ e, di nav de berpirsên fînansekirin û pilangêriya serbazî, ku ev yek dihêle ku girûp bi zehmetir tevbigere," wî got jî.

"Destpêka dawîhatinê"

Ziyanên berdewam ên DAIŞ di fermandarî, erd û karînên lojistîk de nîşan dide ku pêşeroja girûpê nebaş, Samî Xêt, lêkolînerê di Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratejîk de, got.

Pêşketinên li ser erdê ji aliyê artêşa Iraqî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şervanên Kurd ve, bi piştgiriya asmanî ya hevpeymaniyê, gelek çekdarên girûpê li Iraq û Sûriyê kuştin û rêzên wê qels kirin, wî ji Diyaruna re got.

Herwiha, wî got, ziyanên ku ji encama armancgirtina lîderên DAIŞ çêbûn "bandoreke wan a metirsîdar li ser rêzbendiya fermandariyê hebû, ji ber ku girûpê piraniya mîrên xwe ku bandoreke wan a mezin li ser çekdarên biyanî hebû ji dest da".

Promosyona nifşê duyem ê fermandariyê dê kontrola girûpê li ser çekdaran qels bike, Xêt got.

DAIŞ herwiha rastî ziyanên mezin ji aliyê karînên lojistîk ve hatiye, wî got jî, ku vê yekê operasyonên qaçaxiya derveyî sînor û derxistin û firoştina petrolê û asewarên dizî ji Iraq û Sûriyê vala derxistin.

"Girûpê tora rêyên ku kontrol dikir ji dest da, ku rê wan didan ku bikaribe petrolê û asewaran derxe û wan di bazarên reş de li derveyî Iraq û Sûriyê bifroşe," wî got.

"Em dikarin bi piştrastî bibêjin ku destpêka dawîlêhatina DAIŞ gelekî nêzîk bûye," Xêt got.

Armancgirtina lîderên DAIŞ

"DAIŞ gelek karînên xwe yên êrîşkirin, berevanîkirin û darayî li Sûriyê û Iraqê ji dest daye, bi taybet ji destpêka 2015an ve," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula, ku li Qahîre dimîne, got.

Ev encama ziyanên ku ew li Sûriyê rastî hatin li ser destê HSD, bi piştgiriya hevpeymaniyê, ku wan bajarên Kobanî, Tel Ebyed (Girê Spî) û Menbic rizgar kirin, wî ji Diyaruna re got.

Li Iraqê, DAIŞ rastî ziyanan li ser destê artêşa Iraqî û hêzên Pêşmerge hat, ku wan bajarên Tikrît, Sincar (Şingal), Remadî û Felûce vegerandin, wî got.

Derveyî Sûriyê û Iraqê, wî got jî, girûpê herwiha gelek lîderên xwe li Lîbya û welatên din ku hebûna wê li wan heye ji dest da.

Di nav wan de Fadil Ehmed Hiyalî, ku herwiha bi navê "Hecî Mutez", "Ebû Mutez Qureşî" û "Ebû Muslim Turkmanî" dihat naskirin, ku tê zanîn ku ew endamekî encumena serbazî ya DAIŞ bû. Wezareta Berevaniya Iraqî mirina wî di Tebaxa 2015an de ragihand.

Di Gulana 2015an de, wezaretê mirina Ebdulrehman Mistefa Qadulî, yê naskirî bi "Ebû Ela Efrî", cîgirê lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî, ragihand.

"Girûpê herwiha lîderê şaxê xwe yên Lîbî, Wîsam Necim Ebdzeyd Zubeydî, ku herwiha bi 'Ebû Nebîl' dihat naskirin ji dest da" Ebdulla got.

Di Tîrmehê de, girûpê mirina fermandarê herî bilind Ebû Umer Şîşanî, ku navê wî yê rastî Terkan Batiraşvîlî ye, li bajarokê Şerqat ê Iraqê ragihand.

Di 26ê Tîrmehê de, êrîşeke asmanî ya Amerîkî lîderê DAIŞ li Afganistan û Pakistan (parêzgeha Xurasan), Hafiz Seyîd Xan, kuşt.

Jidestdayîna çavkaniyên fînansekirinê

"Girûp niha di bin dorpêçeke rasteqîn de ye piştî jidestdayîna gelek cih û bajarên ku kenalên sereke yên qaçaxiya petrol, asewar û madeyên din bûn ku di bazara reş de dihatin firoştin," profesorê aboriya navdewletî li Zanîngeha Qahîre Nasir Esyûtî got.

Karîna DAIŞ ya weberhênankirina petrola Sûriyê bi awayekî berçav kêm bûye, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku girûp çend bîr û mesfayên seretayî kontrol dike ku ew hema bi zorê têra hewcedariya wê ya rojane dikin.

"Xuyayî ye ku çalakiyên hinardekirinê li Sûriyê ji encama jidestdayîna DAIŞ ji bajarên Menbic û Cerablus re bi temamî sekinî ne, ku korîdorên girîng ji bo petrola qaçax û mîhwerên pêwendiya bi herêmên din re bûn, bi taybet Reqa û gundewarên wê," wî got.

Hevahengiya operasyonên firoştinê jî "bi kuştina Samî Mihemed Cibûrî di 11ê Tebaxê de rastî gurzeke mezin hat, ku weke kordînatorê operasyonên firoştina petrola DAIŞ dihat naskirin", Esyûtî got.

Par weke vê demê, dahata rojana ya DAIŞ ji firoştina petrolê bêtirî milyon dolarî bû, wî got.

"Hemû tiştê ji girûpê re maye tenê çend bîr li gundewarên Reqa ne," weke zeviya petrolê ya Wadî Ebyed, ligel çend bîrên petrolê li Dêrezorê, ku mezintirîn û girîngtirîn bîr ji wan bi navê bîrên Kunîko tên naskirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500