Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Belavbûna nexweşiya hewkirina perda mejî zehmetiyên li Medaya zêdetir dike

Nihad Topalyan li Bêrûtê

Serokê komîteya bijîşkî ya Medaya Dr. Mihemed Yûsif li ber textê Xewla Îzedîn û keça wê Sena rawesta ye di dema belavbûna nexweşiya hewkirina perda mejî li bajarokê nêzîkî Şamê de. [Nihad Topalyan/El-Meşariq]

Serokê komîteya bijîşkî ya Medaya Dr. Mihemed Yûsif li ber textê Xewla Îzedîn û keça wê Sena rawesta ye di dema belavbûna nexweşiya hewkirina perda mejî li bajarokê nêzîkî Şamê de. [Nihad Topalyan/El-Meşariq]

Hejmareke zêde ji haletên nexweşiya hewkirina perda mejî ya vîrosî li bajarokê Medaya yê Sûriyê hatine tomarkirin, ku ev bajarok bin dorpêça rejîm û Hizbulaha ku Îran piştgiriya wê dike de ye ji Tîrmeha 2015an ve , tîmên bijîşkî ji Al-Mashareq re dibêjin.

Bi dehên haletên nû li bajarokê derveyî Şamê hatine tomarkirin, wan got, û zarok bi taybetî bêtir rastî vê nexweşiyê tên.

Piştî banga ji komîteya bijîşkî ya bajarok, Heyva Sora Erebî ya Sûrî 11 halet cuda kirin, çar ji wan zarok bûn, ji bajarok di 8ê Îlonê de.

Sîmayên nexweşiyê destpêkê di destpêka Tebaxê de li Medaya xuya kirin, ligel hejmarek ji hewkirinên tomarkirî, di nav de zarokê 11 salî Yeman Ela Îzedîn, ku rewşa wî ya xirab bû sedem ku bangên valakirinê bilind bibin.

Di 19ê Tebaxê de, Yeman û 12 zarokên din ji bajarokê dorpêçkirî hatin derxistin û ji bo guhdana bijîşkî bo Şamê hatin veguhestin.

Di destpêka Îlonê de, komîteya bijîşkî ya Medaya ragihand ku bajarok derbasî "qonaxeke bijîşkî ya metirsîdar" bûye, û bal kişand ser derketina çend haletên gumanlêkirî bi nexweşiya hewkirina perda mejî ya vîrosî û belavbûna wê di nav zarokan de.

Bêtirî 30 haletan ji destpêka Tebaxê ve hatine destnîşankirin, komîteyê got.

Komîteyê bang li NY, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û Bijîşkên Bêsînor kir "ku bilez tevbigerin û bi erkê xwe rabin ji bo rizgarkirina sivîlên dorpêçkirî ji nexweşiya berbelav".

Ji wan daxwaz kir ku "guvaşan [li rejîmê] bikin ji bo vekirina korîdorên mirovî yên bilez û hiştina derbasbûna yekser a xwarin û pêdiviyên bijîşkî yên girîng".

Malbatek bi tevahî bi nexweşiyê ketiye

Malbata Yeman Îzedîn bi tevahî bi nexweşiyê ketiye -- dayika wî Xewla, bavê wî Ela û xwîşkên wî Beyan û Sena -- û di 8ê Îlonê de bo nexweşxaneyekê li Şamê hatin veguhestin piştî ku li mala xwe hatibûn îzolekirin.

Xewla Îzedîn got ku wan texmîn nedikir ku nexweşî belav bibe.

Çend rojan piştî cudakirina bijîşkî ya Yeman, wê ji Al-Mashareq re got, sîmayên nexweşiyê li ser zaroka wê ya 12 salî, Beyan, dest bi xuyabûnê kirin.

"Germahiya wê bo bêtirî 40 pileyên Siisiyus zêde bû û herwiha sîmayên helwese, serêşa tund û êşa çavan derketin," wê got. "Me piştî demeke kurt zanî, piştî ku bijîşkekî ew taqîkir, ku ew rastî nexweşiya Nexweşiya Hewkirina perda hatiye, ku bilez xwe veguheste me hemûyan,"

Rewşa zehmet li Medaya bû sedema krîza bijîşkî ya malbatê, wê got, bal kişand ser wê yekê ku xwarina baş û guhdana bijîşkî bi dest wan nediket.

"Dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin me ji şertûmercên herî kêm ên jiyanê mehrûm dike," wê got. "Ez nema dikarim tehmul bikim, û ez nikarim guh bidim [malbata xwe], ji ber ku ez nexweşa li ser text im."

Kêmbûna madeyên xwarinê yên sereke

"Kêmxwarina gelekî xirab" ji ber kêmbûna xwarinên sereke "bandoreke nerênî li ser sîstema parastinê ya laşên xelkê Medaya dorpêçkirî" kiriye, serokê Komîteya Bijîşkî ya Medaya Dr. Mihemed Yûsif got.

"Em rastî kêmbûneke tund a av, xwarin, elektirîk û dermanên bibandor hatine ji 15 mehan ve, ji dema ku hêzên rejîmê û Hizbulah dorpêç li ser me ferz kirin," wî ji Al-Mashareq re got.

"Kêmbûna zêde ya xwarina sereke û nebûna şîrê zarokan hiştiye ku nexweşî û bela belav bibin," wî got jî.

"Me texmîn nedikir ku nexweşî belav bibe," Yûsif got. "Lê ji dema teşxîskirina haleta yekem di Tebaxê de, em di bin gefa wê de dijîn. Ew zû belav dibe, û tevî ku me zarokên nexweş veguhestine nexweşxaneyên Şamê jî, em rojane haletên nû yên nexweşiyê tomar dikin."

Tu imkanên tîma bijîşkî ya bajarok tune ne daku nexweşiyê derman bikin, wî got, û nikare vaksînan ji bo rêgirtin li belavbûna wê jî peyda bike.

"Tiştê em dikarin bikin danîna navendeke îzolekirinê ye, derxistina bangên alîkariyê ye û hawarkirin li rêxistinên navdewletî daku korîdoreke mirovî vekin û nexweşan ji bo dermankirinê veguhêzin derveyî bajarok," wî got.

Hizbulah nexweşiyê bikatîne

Karwana dawî ya xwarinê ya NY berî pênc mehan derbasî Medaya bû, Yûsif got.

Hevdem, wî got jî, rejîm û Hizbulah dorpêç li ser bajarok zêde kirine û madeyên xwarinê yên sereke bi "bihayên gelekî giran" difroşin xelkê.

Li Medaya, Hizbula kîlogrameke şîrê zuha yê zarokan bi $150, lîtreke benzînê bi $50 û lîtreke mazota bo bikarkirina jeneratoran bi 30$ difroşe, wî got, anî ziman jî ku ew derbasbûna alîkariyên xwarin û dermanan qedexe dike.

Girûpa çekdar "dorpêçê îstixlal dike û bi kiryarên xwe welatiyên bêsûc ceza dike", wî got.

Şêniyên Medaya "hewceyê hemû awayên alîkariyê ne, ji ber ku bajarok li jêr gefa mirina ji ber birçîbûnê, nexweşî û tirsa derûnî jiyan dike", wî got.

"Stafên bijîşkî li Medaya rastî zehmetiyeke mezin di danîna planeke destnîşankirina nexweşiyê de tên ji ber kêmbûna gelekî tund a pêdivî, amûr, alavên teşxîsî yên taqîgehan [ên bijîşkî] û dermanan," bijîşk Ehmed Ebdulwehab ji Al-Mashareq re got.

"Ev hemû kêmbûn me neçar dikin ku em metodên dermankirinê yên kevn û sîromên nekare bikar bînin," wî got.

Hevdem, wî got jî, "em ji dorpêçê nîgeran bûn. Tiştek li malên me nemaye daku em bifroşin û madeyên xwarinê yên sereke bikrin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çi nûçeyên dawî derbarê bajarên Fûîa, Kifriya, û Dêrezorê, ku hemû ji aliyê terorîstan ve dorpêçkirî ne hene? Çima we tiştek negot dema ku Nubil û Zehra di bin dorpêçê de bûn?

BERSIV BIDE