Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rayedar: Awarebûna bikom di dema rizgarkirina Geyara de çênebû

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî bajarê Qeyara yê parêzgeha Nînewa di 23ê Tebaxê de bi rêjeyeke herî kêm a awarebûna sivîlan û ziyanên di nav medeniyan de vegerandin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî bajarê Qeyara yê parêzgeha Nînewa di 23ê Tebaxê de bi rêjeyeke herî kêm a awarebûna sivîlan û ziyanên di nav medeniyan de vegerandin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Şerê dawî yê artêşa Iraqî yê ji bo rizgarkirina bajarê Geyara li parêzgeha Nînewa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bêyî pêleke awarebûnê û bi kêmtirîn ziyanên di nav medeniyan de bi dawî hat, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Hêzên Iraqî bajar di 23ê Tebaxê de vegerandin û bêtirî 25.000 kesan xwe li malên xwe asê kiribûn, li benda bidawîhatina operasyonên rizgarkirinê bûn.

Rizgarkirina Geyara, ku li başûrê Mûsilê ye, "serkeftineke berçav bû ji ber ku bêyî awarebûna xelkê û ziyanên mezin di nav medeniyan de hat bidestixstin", endamê encumena parêzgeha Nînewa Dawûd Cundî ji Diyaruna re got.

Ev yek ji aliyekî ve vedigere belavokên barandî yên ku berî şer xelk şîret dikirin ku li mal bimînin û xwe dûrî cihên DAIŞ bikin, wî got.

Herwiha hewlên îstixbaratî yên pêşketî yên Fermandariya Operasyonên Nînewa roleke wan a mezin di serkeftina artêşê de hebû, wî got jî.

Xelkê agahî pêşkêş dikirin

Rola agahiyên îstixbaratî yên xelkê xwecihî jî di temamkirina operasyona rizgarkirinê de bi kêmtirîn ziyanên û şaşiyên serbazî hebû, Cundî got.

"Şêniyan cihên îstixbaratî çêkiribûn û bi berdewamî pêwendî bi dezgehên ewlekarî re dikirin ji bo pêşkêşkirina agahiyan derbarê cihên DAIŞ û cihên otombîlan û veşargehên çekan," wî got.

Dibe ku artêş vê serkeftinê berdewam bike ji bo pêkanîna operasyona çaverêkirî ya rizgarkirina Mûsilê û xwe ji, her çiqas ku jê were, pêlên çaverêkirî yên awarebûnê piştî destpêkirina şer bi dûr bigre, wî got jî.

Piştî rizgarkirina Geyara, artêşê derbaskirina kemiyeyên mezin ji xwarin û ava vexwarinê asantir kir ku ji aliyê hikûmeta federal û desthilatên xwecihî ve û Heyva Sora Iraqî ve hatin pêşkêşkirin, wî got.

"Tiştê li Geyara çêbû encama hevahengiya navbera xelk û hêzên ewlekarî ye," lîderê êlên Nînewa Şêx Xalid Sebah Cibûrî got. "Dibe ku ev ezmûn di şerê rizgarkirina Mûsilê de jî dubare bibe."

"Piştgiriya cemawerî ne bi tenê li ser pêşkêşkirina agahiyên îstixbaratî di dema şer de sînordar bû," wî ji Diyaruna re got, bal kişand ser wê yekê ku piştî rizgarkirina bajar, xelkê hêzên ewlekarî bi baregeh, zindan û "dadgehên şereî" yên DAIŞ agahdar kirin.

Ziyanên mezin ên DAIŞ

"Serkeftina bilez û yekalîker" li Geyara nayê wateya ku şer hêsan bû, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Wezaretê Berevaniyê emîd Yehya Resûl got.

"Me ji aliyekî ve xelk diparastin û ji aliyê din ve me ziyanên mirovî û madî yên mezin gihande DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.

Nêzîkî 700 endamên DAIŞ di dema şer de hatin kuştin, wî got, anî ziman jî ku hêzên ewlekariyê gelek otombîlên bombekirî wêran kirin û bi sedên bombeyên bidestçêkirî pûç kirin.

Hêzên Iraqî herwiha malên hewandina DAIŞ û fermandarî û baregehên kontrolê yên lîderên girûpê kirin armanc, wî got.

"Ev êrîşên êşdar û hevahengîkirî ji aliyê hêzên hevbeş ve hiştin tevlîhevî di rêzên girûpê terorîst de çêbibe, û endamên wê bi pêşketina hêzên Iraqî ji bajarok reviyan," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xezeba Xwedê li DAIŞ'a bêşerm bibare. Ehmedi - Zanîngeha Tehran

BERSIV BIDE