Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Remadî yekem Cejna Qurbanê bêyî DAIŞ pîroz dike

Ala Husên li Bexdayê

Welatî û berpirs li Mizgefta Mezin a Remadî kom dibin daku nimêja Cejna Qurbanê bikin. [Alaa Husên/Diyaruna]

Welatî û berpirs li Mizgefta Mezin a Remadî kom dibin daku nimêja Cejna Qurbanê bikin. [Alaa Husên/Diyaruna]

Welatiyên Remadî îsal Cejna Qurbanê bi dilên geştir û kêfeke mezintir pîroz dikin, ji ber ewlehiya baştir piştî derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên xwecihî û oldar dibêjin.

Sibeha roja yekem a Cejna Qurban, ku îsal ket roja Duşemê (12ê Îlonê), kesên bitemen û xortan cilên sipiyê vekirî li xwe kirin û berê xwe dane mizgeftan daku nimêja Cejnê bikin.

Piştre, zarokan kolan tije kirin, şekirên xwe parve kirin û xwe bi diyarî û pereyên ku ji kesûkarên xwe wergirtine didîtin, malbat û hevalan jî serdana hev kirin.

Jiyan êdî asayî ye

"Ev yekem Cejn li bajar e piştî jinavçûyînna DAIŞ," qayimeqamê Remadî Îbrahîm Ewsec ji Diyaruna re got.

Şêniyên aware dest bi vegera bo warên xwe li Remadî kirin piştî ku hêzên Iraqî piraniya bajar di Mijdara borî de ji DAIŞ rizgar kirin.

"Şikir ji Xwedê re me bi coşeke mezin pêşwaziya Cejnê kir," wî got. "Bazar bi welatiyan tije ne û tevgerên li kolanan gelek in û heta berî du rojan ji Cejnê jî xelkê xwe ji [pîrozbahiyan] re amade dikirin."

"Şeva cejnê, em heta saet duyê sibehê li bazaran digeriyan, û me çavdêriya aramî û ewlehiya li bajar dikir," wî got.

Bajar pilaneke ewlekarî ya taybet bi Cejnê daniye, Ewsec got, ew ji bicihkirina hêzên hawarçûnê yên polîs û hêzên Fermandariya Operasyonên Enbar li seranserê bajar pêk tê.

"Tu binpêkirineke ewlehî ya berçav li bajar nehatiye tomarkirin," wî got.

"Tu dikarî hest bi kêfxweşiya xelkê bi pîrozkirina cejnê li bajar û di nav malbatên xwe de bikî," wî got.

"Heta niha nêzîkî 80% ji awareyan vegeriyane Remadî, û heta kesên ku vegeriyane malên kavil xuya ye ku ew kêfxweş in ku Cejnê di paşmahiyên malên xwe de derbas bikin li şûna ku weke awareyan zehmetiyê bikşînin," wî got jî.

Peydakirina xizmetguzariyan di Cejnê de

Derbarê xizmetguzariyên giştî li parêzgehê, Ewsec li hin pirsgirêkên biçûk mukir hat û soz da ku wan çareser bikin.

Rêveberiyên xizmetguzariyan ên Remadî beriya cejnê û di dema wê de bi berdewamî kar dikirin daku xizmetguzariyên elektirîk, av û kenalîzasyonê ji xelkê re peyda bikin, wî got, ji bilî bênvedaneke kurt ku ji karmendan re hatiye dayîn di roja yekem a Cejnê de.

Hewlên peydakirina xizmetguzariyan û parastina ewlehiyê hatine zêdekirin ji ber girîngiya Cejna Qurban ji xelkê Enbar re, wî got jî.

"Kêfxweşiya di nav xelkê de nayê wesfkirin," wî got. "Ew serdana hev dikin û bi serbestî û aramî tevdigerin, û erkê me ye weke îdareya xwecihî ku em vê rewşê biparêzin û kar ji bo berdewamiya wê bikin."

Ewsec hêviya xwe bi wê yekê nîşan da ku dê rewş di rojên pêş de baştir bibe û rewşa aborî jî dê ligel vegera jiyanê ji bajar re pêşketinekê bibîne.

Bang ji bo yekgirtin û dilsoziyê

Di mizgeftên tije bi nimêjkerên nimêja Cejnê de, îmam û gotarbêjan girîngî daye handana xelkê li ser yekgirtin û dilsoziyê, Şêx Mehmûd Fehdawî, ku li mizgefta Remadî gotarbêj e, got.

Îsal Cejna Qurbanê li Remadî bi tameke taybet e, ji ber ku ev cejna yekem e piştî rizgarkirina bajar ji DAIŞ û vegera malbatên aware bi saya hêzên ewlekarî yên Iraqî û yên êlan, wî got.

"Îro mizgeft kêfxweş in û pesnê Xwedayê Mezin didin. Ronahî ji wan re vegeriyaye piştî du salan ji zordarî û sitemê [bin desthilata DAIŞ]," Fehdawî ji Diyaruna re got, bang li xelkê Remadî jî kir ku kar ji bo jinûavakirina bajarê xwe bikin û piştgiriya hêzên ewlekariyê di parastina bajar de bikin.

Aramiya li Remadî nimûneyeke û handereke ji hêzên çekdar ên Iraqî re ye daku ji bo rizgarkirina bajarên din ên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine dagirkirin tevbigerin, û tu nermiyê li hember girûpa terorîst nîşan nedin, wî got.

Êrîşa DAIŞ di Cejnê de hat pûçkirin

Piştî jidestdayîna Remadî û Felûca, çekdarên DAIŞ hewl dan ku ewlehiyê li Tebaet, li bakurê rojavayê naçveya Rutba li parêzgeha Enbarê ye, têk bidin lê biserneketin û armancên xwe nebirin serî û rastî ziyanên mezin di can û alavan de hatin, lîderê hêzên êlan Muqedem Nazim Cuxeyfî got.

"Hêzên Iraqî û yên êlan rojekê berî cejnê bersiva êrîşeke DAIŞ li ser rêbendeke kontrolê li devera Tebaet dan," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî 60 endamên DAIŞ kuştin û di nav wan de xwekujên Ereb û yên bi nasnameyên biyanî hebûn, û heşt otombîl ku di nav wan de otombîleke bombekirî hebû wêran kirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelek baş e! Sipas.

BERSIV BIDE